Diyarî bo Idrîsê Cercîsî (Ehmedê Kadir) S. Hirorî
– Tu berê xwe bide keça hanê çend şîrîn e, Serdarî ji Hevalî re got û di ber re çaya li ber xwe bi kevçiyekî biçûk têk veda. – Ew ji Duhokê ye, Hevalî bersiv da û berê xwe da saeta xwe. Ha dê dersa min dest pê bike, bi destûra te, divêt ez biçim. – Baş e bira, Serdarî got. Tu bi xêr biçî. Serdarî, heta digel çayvexwarinê jî, çavên xwe ji ser wê keça ciwan ranekirin. Tiştekî hêzdar di wê de, di dêmê wê de, Serdar ber bi xwe ve radikêşa. Wî bi çavên xwe ew ji kulovanka serî heta binê pêyan çerand. Keçik ji xwe re li ciyekî vala geriya bo ku lê rûne û çaya xwe vexwe. Ji hemî ciyên vala, yê bi rex Serdarî ve hilbijart. Wî weha hizir kir ku hêza berêxwedana çavên wî, ew bê hemda wê, rakêşa û anî cem wî. "Heke çima ji hemî ciyên vala yê bi kêleka min ve girt", wî bi vî awayî teoriya xwe selmand. Wî ev pirsa hêza kartêkirina çavan di pirtûka Colin Wilsonî "Wexerek ber bi destpêkê de nas kiribû. Tê de Colin qala xwe û hêza mirovî ya heştemîn dike ku di çavên wî de hebû û çawa ew hêz di kêm kesan de peyda dibe. Wî, piştî xwendina pirtûka Colinî, bi xwe ew hilişkaftina Colinî ceriband û carna ku keçek li pêşiya wî biçûya yan li ciyekî rûnişta û pişta wê li wî bûya, wî çavên xwe rik dixistin ser bin guhekî wê, û bi taybetî bişkojka guhî û çavên xwe ji ser ne dilivandin heta ku wê keçê serê xwe dizivirand û li pişt xwe temaşa dikir, heçku kesek wê neçar dike ku berê xwe bide pişt xwe. Û her ji ber hindê jî wî bawerî bi hebûna wê hêza çavan dikir. ... |