La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zanistiya mêjûwê li Ewropa de


Éditeur : Rewşenbirî Date & Lieu : 1999, Hewlêr
Préface : Pages : 358
Traduction : M. S. Cuma ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4502Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zanistiya mêjûwê li Ewropa de


Zanistiya mêjûwê li Ewropa de

Ismet Șerîf Wanlî

Rewșenbîrî


Ez dest bi kurtîyekê ve li ser jîna Mêjûvanê hêjayî de bi bîrxistî ve û li ser nivîsandinên wîna de didim bidestpêkirin, yên ku ew li ser bingehên belavokên di vî warî de hatine binivîsandin1 û ezê dê li paş wan de hêjakirina xwe li ser mêjûwa wî de ligel dîtinên tengalkirî de li ser şêweyê nivîsandina dîroka rojhilat de bidim bikirin. Hinekî jî dê ezê Şerefname ligel Musa Xoron -Bavê "Mêjûvanên Ermenîyan- de bidim biberamberkirin.

Herwehajî mîna ku min di pêşgotinê de dayite binîşandan, ne bi rastî ve tête biderkevtin û ne jî bi dadwerî ve beramber bi Mohamed ...



PÊŞGOTIN


Çima û Çawan ev Lêgerînên hanê hatine binivîsandin.
Doktor Mohamed Salih Cuma ji sal 1993 de dest bi komekê ve ji belavkirina xwendekariyên li ser mêjuwa Kurd, zimanê wî û tevgera wîyî welatî de dayite bikirin û ew ji bona kurmançîyî rojhilat bi tîpên Latînî ve dane biwergerandin, yên ku Xwediyên wan ew bi Kurdîya soranî û tipên Erebeî ve yanjî ew bi zimanên rojhilatî u rojavayî ve dabûn bibelavkirin. Ev koma hanê ji van nivîstan têtin bidîtin, yê ku wî bi xwe ve lidûhevdû de dabûn birêzkirin:

1. "Kurtîya Mêjûwa Kurd û Kurdistanê.-" Mohamed Emîn Zekî -Bergê Yekem
2. "Li ser Sitratîcîya Siyasî û Supahîyî Tevgera Welatîyî Kurdî de" Ismet Şerîf Wanlî
3. "Kurd di Navbera Herdu Cengên Cîhanî de" Hesretyan
4. "Mêjû û Nihaya Pirsiyarîya Kurd" Doktor Bilêc Şêrkoh
5. "Kurd- Nevîyên Midya" Minoriskî
6. "Li ser Mafeyê Netewan de di Çarenûsa wan de" Lenin

Herwehajî Doktor Mohamed Salih Cuma rêzek ji nivîstan dane biwergerandin yanjî dê bide biwergerandin û wan bi kurmancî ve û bi tipên Latînî ve dê bide bibelavkirin. -Ev hemû hatine bibelavkirin. Cuma-. Ew jî'bi vê lidûhevbûna hanê ve mîna danîna wîna têtin bidîtin:

7. "Destûr û Biryarên Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa de"
8. "Destûra Partîya Demokratî Kurdistan - li îraqe de-
9. "Manîfêsta Komonist" Marx-Markis- Engels-Engils
10. "Sosyalistî ji Otopî tanî Zanistîyê" Engels-Êngils
11. "Sê Kanîyên Markisistîyê" Lenin
12. "Çêhê Kar di Pêşkevtina Merov de ji Meymûnan" Engels-Engils
13. "Sî Sal Mêjûwa Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa ' de" Cuma
14. "Siyaseta Zimanî" Mosko, ji Kovara Rojhilat de.

Mamosteyê Wergervan ji min date bixwestin, ku ez pêşgotinekê ji bona wan herdu rêzan bidim binivîsandin. Mîna ku ez hatim biliberkevtin, ku ez li ser rudanên mêjûwa Kurdî niha de ji sala 1975 de bidim bigirêdan û herwehajî pêreji ku ew nala Pêşgotinê ji bona çapa kurmancîyî mêjûwa Mohamed Emîn Zekî bête bikirin. Herwehajî wî ji min date bixwestin, ku ez bêtir li ser lêgerandina xweyî li ser Stratîciya Tevgera Kurd de li ser ronahîyên rûdanên vê ’dawîyê de bidim binivîsandin.

Ez pir birayê xwe Mohamed Salih ji bona pêdana vê kêsa zêrînî didim bisipaskirin, da ku ez careke din ji bona ser wan danavan bêtim bivegerandin, yên ku ew pir ji bona min û herwehajî ji bona Zanevanên Miletê me û ayinda xebata Zaroyên wîna bi giring ve têtin bidîtin. Min xwe beramberî bicîanîna vê daxwaza hanê sersur date bidîtin. Bê ka ez çawan daxwaza wî bidim bicîanîn, mîna ku wî dabû bixwestin, yanjî mîna ku ez hatim biliberkevtin; jiber danav pir cuda dihatin bidîtin, yên ku wî dixwestin bide bibelavkirin. Ew danavên hanê di navbera mêjûwa kevnar -Minoriskî û Mohamed Emîn Zekî- de û mêjûwa nuh de Bilêc Şêrkoh, Hesretyan, Stratîcîya Siyasî û Sipahîyî'Niha di 13. 2. 1997 de Bergê Duwemî Mêjûwa Kurdistanê jî ji bal Mohamed Emîn Zekî Beg de min dayite biwergerandin. Herwehajî min nivîsta Mîr ji bal Mikavilî de û nivîsta Peymana civakî ji bal Can Jak Roso de jî dayite biwergerandin. Cuma Tevgera Kurd -Ismet Şerîf- û li ser Mafeyê Çarenûsa Netewan de ji bal -Lenin- de, Felsefa Markisî-Leninî û pêrejî Belgeyên Komela Xendevanên Kurd li Ewropa de û Partîya Demokratî Kurdistan dihatin bidîtin.

Min pêwendî ligel bira Mohamed Salih de date bikirin û min jê date bipirsîn, bê ka ew çi dide bidaxwazîkirin? Wî ji min re date bigotin: "Çi tiştê tu dide bixwestin, bide binivîsandin. Pir bi dûr û dirêjî ve bide binivîsandin. Li ser te nivîsandin û li ser me jî çapkirin. Pirsa mezinbûna temenê xwe nede bijibîrkirin. Jîyan ne di nava destên me de tête bidîtin"1.
Min ev rûpelên hanê nala pêşgotina çapa kurmançiyî mêjûwa Mohamed Emîn Zekî date binivîsandin, da ku ez bîrwerîya wîna bidim bişabaşkirin. Saya wîna nayête bijibîrkirin, ew rohnahîya ku wî li ser mêjûwa Kurdistanê de li ser agehdarîyên zanistîyî peydakirî de û li ser rêyên wê demê de, yên ku ew di dawîya salên bîştan de bi pirbûn ve di warê nivîsandina mêjûwê de dihatin bikarhatin, date bikirin. Mêjûwa Miletê Kurd di wê demê de di pir tarîbûnê de dihate bidîtin. Wî pir ew 'Gava ku min ev gotinên hanê ji Ismet re dane bigotin, nuh min xebera mirina Dostê xweyî Şêrîn Serheng Mihemed Zilvo li Şamê de dabû bihîstin. Me pir caran jê re digot, ku divê ew bîrwerîyên xwe bide binivîsandin; jiber ligora bîr û bawerîya min de ew pir bi giring ve dihatin biditin û ew ji bona naskirin û liberkevtina mêjûwa Surî di salên pêncî û şêstî de û ayinda wê de ji bona nifşên nuh dihatin bidîtin. Herwehajî ji bona Xortên Kurd û Zanayên wî ve pir bi şûd û karbûn. Tevî ku ew bi Nexwşîya Kevjalî Hestî ve hatibû bikevtin û jêre Dektoran bi pirbûn ve sê sal jîyan didan bidanîn, wî hîç bîra mirina xwe nedida bikirin. Ew bîr û bawerîyên bi nerx û hêja- ligora zanebûna min- nehatin binivîsandin. Jiber vê min ew gotinên jorî ji Ismet re dane bigotin. Bi rastî jî ve Ismet Şerîf Wanlî yekekî ji Gewretirîn Nivîsarên Kurd di dema vejandina wîna de tête bidîtin. Kêm Merov weha bi zanebûn, dûrbîn û givaştî ve li ser mêjûwa Kurd û Kurdistanê û xebata wîna de dikarin bidin binivîsandin. Ew pir bi biiindî û zanistî ve di dema vejandina Ewropa de hatîye biliberkevtin. Hêjîbêtir ew di kûrbûn û Felsefa mêjûwa mirovanîyê de pir hatîye biliberkevtin. Ew bi kanîyeke zanistîyî pir mezin ve ji bona nifşê nihayî Kurd tête bidîtin. Divê em di vî warê hanê de ji bona nifşên Kurdên tên tevaya zanebûna nava serê wî û serpêhatiyên wî li ber destên wan bidin bidariîn. Gunehekî pir mezin tête bidîtin, ku Miletek ji zanistî û zanebûna Peyayên xwe sûd û karê ji xwe re nedin nigirtin. Ez di jîna xwe de pir bi zanebûn û zerpêhatîyên Dr. Nur-El-Dîn Zaza û Ismet Şerîf Wanlî ve hatim bipêkêrkirin. Cuma tarîbûna hanê bi xame, serpêhatî û kamasîna xwe ve date bitarûmarkirin. Wî pir xwe di wî karê hanê de di nava salan de di lêgerandin û xwendekarîyê de di nivîstxanên rojhilat û rojava de dayite biwestandin.
Herwehajî ev nivîsandina hanê jî nameyeke hêjabûn û sipasyê ji nivîsvan bi xwe ve ji bona bîranîna Mohamed Emîn Zekî bi xwe ve tête biderkevtin. Min bi hînbûna mêjûwê ve bi xwendekarîya nivîstên wî ve date bidestpêkirin. Ez hatim bibextiyarîkirin, ku ez ligel wî de li bajarê Şamê de hatim birûniştin. Ew ji bona min berî vê rûniştina hanê jî him Mêjûvanekî Zanistvan bû û him jî Mamosta bû. Ew di Serdarîya îraqê de Wezîrekî berê bû. Ez di wê gavê de sîpakî bîst salî bûm û min di nava bizava Kurd de dabû bibeşdarîkirin. Di sala paş wê de jî careke din ez ligel Nivîsvanê qenc de hatim birûnistin. Wî guhpêdana min bi mêjûwa xwe ve date bihestkirin. Wî nav di min de date bidan, ku "ez bidim bibaşkirin, yê ku wî pê daye bidestpêkirin". Wî ev amojgariya hanê bi xameya xwe ve di pêşgotina bergê yekettt de ji mêjûwa xwe ji bona nifşê nûhatî ji Zanevanên Kurd re dayite binivîsandin.

Ez dibînim, ku ev rûpelên hanê tanî radeyekî têtin bidirêjkirin, ku ew bi xwe ve mezinbûna nivîstekê didin biderxistin. Ew bi xwe jî ve bêtir tête biderkevtin, ku ew bi xwe ve nala pêşgotinekê bête bidanîn. Lêbelê Dr. Mohamed Salih li ser belavkirina wêna de bi kurmancî ve nala pêşgotinekê ji bona mêjwûa Mohamed Emîn Zekî sore. Herwehajî ew ji bona belavkirina wêna bi nivîsteke Erebiyî serbixwe ve jî, ya ku ew pê hatîye binivîsandin, li Kurdistana Jêrîn de di bin Serpereştîya Mamosteyê Wêjevan Felek El-Dîn Kakayî de sore. Lêbelê nebaşbûna zînetên aburî û nebûna kaxezan di Kurdistana îraqê de- mîna ku me di serdana xwe de di meha gelawêja'sala 1993 de Ii heremê de date bidîtin, Ev xwezîya çapkirina hanê tanî niha nehate bicîhatin. Dibe, ku çapa Erebî li cihekî din de bête biderkevtin.



Perçê Yekem


Hêjakirina Mêjûwa Mohamed Emîn Zekî ligel kurtîyekê de li ser Jîn û Nîvîsandinên wîna de.

Hêjakirina Mêjûwa Mohamed Emîn Zekî

Pêdeçûn

Ez dest bi kurtîyekê ve li ser jîna Mêjûvanê hêjayî de bi bîrxistî ve û li ser nivîsandinên wîna de didim bidestpêkirin, yên ku ew li ser bingehên belavokên di vî warî de hatine binivîsandin1 û ezê dê li paş wan de hêjakirina xwe li ser mêjûwa wî de ligel dîtinên tengalkirî de li ser şêweyê nivîsandina dîroka rojhilat de bidim bikirin. Hinekî jî dê ezê Şerefname ligel Musa Xoron -Bavê "Mêjûvanên Ermenîyan- de bidim biberamberkirin.
Herwehajî mîna ku min di pêşgotinê de dayite binîşandan, ne bi rastî ve tête biderkevtin û ne jî bi dadwerî ve beramber bi Mohamed ...

‘Min ev Kurtîya Jîna wîna û li ser Nivîsandinên wîna de ji ji Pêşekîya Bergê Yekemî Wergerandina Erebî mêjûwa wîna de dayite biwergirtin, ya ku ew ji bal Wergervanê wêna Mamosta Elî Ewnî hatîye binivîsandin. Herwehajî min ew ji serpêvekirinên Doktor Kemal Fuad jî dane biwergirtin, yên ku wî di Pêşgotina Bergê Duwemî Erebî de (Çapa London de di sala 1986 de) dayite binivîsandin. Ismet Şerîf Wanlî

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues