La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Girtî


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 175
Traduction : ISBN : 91-88592-12-X
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3557Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Girtî

Versions

Girtî

Çîrokên di vê pirtûkê de di dcsrpêka salên 80'ê de hatine nivîsandin û piraniya wan di kovarên wan salan de hatine weşandin. Mîna pirtûk ji di sala 1986'an de derket. Demeke dirêj di ser nivîsandin û çapkirina van çîrokan re derbas bûye; lê belê bûyerên çîrokan, rewşa zarokên kurdan, rewşa welêt, tirs û zilma leşkeran hê jî berdewam e.

Gava ez berî niha hi çend salan seriyekî çûbûm welêt û min rewşa welêt bi çavên xwe dîtibû, min ji nû ve çapkirina van çîrokan ji xwe re mîna berpirsiyariyekê dit. Digel ku nêrina min ya di derheqa (arma çîrokê de hatiye guhertin jî, dîsan ez bawer nakim ku ez ê îro bikanibim bigihîjim zimanê van çîrokan, germahiya wan, jidiliya wan.

Firat Cewerî


Firat Cewerî û çîrokên wî

Di şeveke Newroza 1988'an de, li Hambûrgê xortekî Zaxoyî pirtûkên kurdî difirotin. Qalindbûn û qapaxa pirtûkekê ji wan bala min kişandibû. Ez berê jî di çend kovarên kurdî de pêrgî navê nivîskarê wê hatibûm. Piştre hat bîra min ku sê pirtûkên wî yên helbestan jî çap bûne. Min texmîn kir ku wê ev pirtûk jî helbest be, lê gava min rahiştê û rûpelên wê di ser hev re qulipandin, min dît ku ew bi pexşanê (prose) hatibû xemilandin. Pirtûk 346 rûpel bû û hemû kurteçîrok bûn. Hema min li ser lingan destpêka çend çîrokan xwend. Kurdiya wan ya şêrîn ez weke qilçixekî girtibûm û bi xwe re herikandibûm. Zimanê wan wek herikîna çemekî bê sekin bû. Navê wê pirtûkê "Girtî" bû. Nivîskarê wê Firat Cewerî bû. Piştî wê şeva Newrozê bi çar salan, li Stockholmê şeva piştgiriya rojnameyeke kurdî hebû. Berî ku programa şevê dest pê bike, ez û çend dostên xwe, yên ku me bi salan hevdu nedîtibûn, li ser kursiyên li pêşiya salonê rûniştibûn. Sohbeta me li dar bû. Di nava wan hevalan de ciwanmêrekî ku min ew nas nedikir, hebû. Di destpêkê de ew bêdeng bû. Di bin çavan re li der û dora xwe mêze dikir, lê guhên wî li civatê bûn. Gava gotin hat ser zimanê kurdî û weşanên kurdî li Tirkiyê, tiştekî ku min nedipa, bû.

Wî zilamê ku hetanî wê çaxê tenê guhdarî dikir, bi awakî ji xwe bawer, bi kurdiyek xweş û bi dengekî nizim weha digot: " Wilo nabe. Divê mirov here. Gava mirov biçe li Diyarbekirê, yan jî li cihekî din kovareke kurdî derxe, wê kesên ku bi kurdî dinivîsînin, li dora wê vehewin. Em ê bi vî awayî bikaribin zimanê kurdî bi pêş bixin û ji edebiyata kurdî ya modern re bibin alîkar." Xwediyê van peyvan ji Firat Cewerî pê ve ne kesekî din bû. Pişt re ez têgihîştim ku Firat Cewerî wan rojan haziriya derxistina kovara NÛDEM'ê dikir. Lê mixabin, planên wî yên li Diyarbekir derxistina kovarê neçû serî. Di bihara wê salê de Nûdem li Swêdê derket. Bi hejmara duwemîn re F. Cewerî xwest wê bibe Tirkiyê û wî ew hejmar li Ankarayê derxist. Lê mixabin, Nûdem piştî wê hejmarê mecbûr ma ku weke hemû pêşiyên xwe vegere surgûnê. Ew niha, her ji sê mehan carekê, di bin berpirsiyariya F. Cewerî de li Swêdê derdikeve.

***

Di edebiyata kurdî ya nivîskî de pexşan pir kêm e, geşbûn û pêşketina zimanekî jî bi wê tê pîvan. Gava meriv van tiştan tîne ber çavan, qîmeta nivîskarên wek F. Cewerî û kurteçîrokên wî eşkeretir dibin. Herçî helbest in, kesên weke Mele Ehmedê Batêyî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ji me re gelek klasîkên bi nav û deng û bi kêrhatî hîştine.

Lê pexşane? Mixabin, ji bo pexşana kurdî mirov nikare eynî tiştî bibêje. Cara pêşî kurteçîrokek Fuadê Temo bi navê "Çîrok" di sala 1913'an de, li Stembolê di kovara "Rojî Kurd" de hatiye weşandin. Bi tevayî Erebê Şemo wek pêşengê pexşana nûjen û romana kurdî tê qebûl kirin. Çiqas kêm bin jî, ji salên bîstî û vir ve gelek mînakên edebî yên pexşanê hatine afirandin.

Di van panzdeh salên dawî de gelek kurteçîrok û romanên kurdî yên modem li surgûnê hatine weşandin. Mirov dikare nivîskarên van berheman di edebiyata kurdî de wek nivşekî nû bi nav bike. F. Cewerî jî yek ji wan e.

Osman Sebrî, yê ku digel helbestan gelek berhemên bedew dane pexşana kurdî, di hevpeyvînek bi F. Cewerî re weha dibêje: " Ezbenî, çîrok ji helbestan baştir in. Çîrok bi zimanê raste rast tê nivîsandin. Helbest ne welê ye. Vêga gelekan ji xortên me çavên xwe berdane nivîsandina helbestan... divê nivîsên raste rast bêne nivîsîn."

Di vê çapa duduyan de guhertinin biçûk di "Girtî" de hatine kirin. Ji ber ku çîroka bi navê "Xewna Orhanov" di pirtûka nivîskar ya bi navê "Kevoka Spî" ku li Tirkiyê hatibû weşandin de cih girtibû, di vê çapa Girtî de ew tune ye. Jê pê ve ji ber pirbûna rûpelên pirtûkê, nivîskêr "Zoro Axa" jî jê derxistiye. Lê ji berdêla wan çîroka "Barkêşên Biçûk" ya ku di sala 1983’an de mîna du beşan di kovara Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Hêvî de hatibû weşandin, li vê çapê zêde bûye.

Wek ku nivîskar di pêşgotina çapa yekemîn de, 1986, diyar dike, ku kurteçîrokên vê pirtûkê di navbera salên 80-84'an de hatine nivîsandin û piraniya wan di kovarên kurdan yên wan salan de hatine weşandin. Hin ji wan di radyoyan de hatine xwendin, grûbên tiyatro li ser hinan ji wan xebitî ne, hinin ji wan jî bi alîkariya mamosta Şukur Mustefa bi tîpên erebî di kovarên kurdî yên Iraqê, mîna Beyan û Karwan de derketine, çend heb ji wan jî bi swêdî di kovarên swêdiyan de hatine weşandin. Niha jî, li Almanya, rohilatnasek alman wan werdigerîne almanî û wek pirtûk ji çapê re amade dike.

Nivîskar di van çîrokan de bi awakî realîzma civakî, bi piranî jiyana zarokên kurdan aniye ziman. Qehremanên wî tîpên realîst in. Navên van zarokên ku em di kurteçîrokan de pêrgî wan tên Ferzend, Îbo, Kotan, Osman, Bozan, Çeto, Temo, Nûjîn, Gurî û hwd. Ew carna nexweş in, di nava nivînan de ne, dê û bavên wan nikarin wan bibin ser bijîşkan, ew carna boyaxkerên solan in, ku ji ber çawîşên belediyê direvin û dikevin ber tirimpêlan, ew carna barkêş in, carna li bajarên mezin cigarefiroşên cigarên biyanî ne, carna jî ew li Kurdistanê pêşengên serîhildanan in.

Nivîskar wan zarokên ku li welêt bê maf, poz bi lîçik, çav bi şelêq û çîm tazî ne, dide xeberdan û wan û mezinan dixe dialogê. Cewerî bi hostayetiyek mezin fikir û hîsên zarokan radixe ber çavên xwendevanên xwe. Ew mirov bi xwe re dibe dinya zarokan ya taybetî. Lê ew bi vê jî namîne; ew rewşa welatê wan û feqîrî û neçariya dê û bavên wan jî bi tehrekî edebî vedibêje. Bêî ku ew gotina xwe di nav sloganên siyasî de bifetisîne, bi bûyeran re riya çareserkirina pirsgirêkên jiyana qehremanên xwe jî diyar dike. Wî ev tişt di kurteçîrokên "Ciwangeyê Temo" û "Serîhildana Zarokan" de bi awakî pir eşkere daye xuyakirin.

Hevaleke min a ku »Girtî" xwendibû û pir jê hez kiribû weha digot: "Firat Cewerî di piraniya kurteçîrokên xwe de bêî ku têkeve nav polîtîkayê, bêî ku ew hewl bide ku dilê kesekî bi xwe bişewitîne, ew jiyana kurdan, rabûn û rûniştina wan nîşanî xwendevanên xwe dide."

Kurdiya kurteçîrokan pir paqij e. Wek ku Şahînê Bekirê Soreklî jî diyar dike: " Zimanê ku Cewerî di çîrokên xwe de bi kar tîne, zimanekî zelal û hêsan e." Nivîskar di vegotina xwe de nalukume. Ji ber ku bûyerên wan jiyana kurdan ya rojane ne, tu qalibên zimanê biyanî di wan de tune ne. Bê kesên der û dora Nisêbînê çawa dipeyivin, nivîskar qehremanên xwe bi wî awayî dane xeberdan. Di cihên ku nivîskar hewceyî peyivin din bûye, ew ji zaravayên kurdî yên din girtine û bi hostayî bikar anîne. Ez bawer im dê di pêşerojê de, gelek ji van çîrokan ji mamosteyên ziman û edebiyata kurdî re bibin materialên dersê. Ne bê sedem e ku rohilatnasa alman Petra WURZEL di pirtûka xwe ya dersên kurdî ya bi navê "Kurdisch in 15 Lektionen" de kurteçîrokek Firat Cewerî a bi navê "Lawikê Nexweş" çap kiriye.

Bê şik divê mirov rewşa wan salên ku ev kurteçîrok hatine nivîsandin jî bide ber çavan. Gava di sala 1986’an de "Girtî" li Swêd çap bû, weşanên kurdî qels bûn, nivîskar kêm bûn, xwendevan çi bigirin tune bûn, îmkanên berhemên bi kurdî bi sînor bûn. Nivîskar ew bi îmkanên xwe yên şexsî, lê bi çapeke bedew dabû çapkirin.

Firat Cewerî bi xwe dibêje ku ew "di sala 1959’an an jî di sala 1960’î de, li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî, li beriya Mêrdînê" hatiye dinyayê. Di zaroktî û xortanîya wî de sê tişt hene ku qet pêxîla wî bernadin: Feqîrî, tadeya dewletê û derketina pêşî ji gund û bajêr û dû re jî ji welêt, ango xerîbî. Gava mala wan ji gund bar dike û diçe Wêranşar, Firatê biçûk sê salî ye. Li Wêranşar rewşa malbatê a aborî nebaş e. Piştî salên 1960’î li gundê wan reforma erd çêdibe. Malbata Firat jî vedigerin gund. Li gund perçak erd para wan jî dikeve. Firat di dibistana gund de pêrgî kirinên karbidestên biyanî tê: " Di dibistanê de ji bo her gotineke kurdî me cezayên peran dida.

Heta car caran em newêrîbûn li malê jî bi hev re bi kurdî bipeyiviyana." Rojekê jî ew dibîne bê çawa leşkerên tirk digirin ser gundê wan û hemû zilamên gund li meydana gund kom dikin û li wan dixin. Nemaze gava ew di cama pencerê re dibîne ku Apê Hecî lêxistinê dixwe, Firatê biçûk hêrs dibe. "Apê Hecî li gund pir bi qîmet bû. Biçûk û mezinan xatirê wî digirtin. Gava ew danên êvaran diçû ber siya dîwêr, hemû kes ji ber wî radibûn." Firat bi zaroktiya xwe ji xwe dipirse, ka gelo leşker nizanin ku ew Heciyê rîspî "Ewqasî di nava gund de bi qîmet û xwedîxatir e."

Piştî salan nivîskar Firat Cewerî hîsên xwe yên wê rojê weha tîne ziman. " Ez çiqas fikirîbûm, min tu sedem ji wê zilma wan re nedîtibû. Lê kîn, nefret û girekî ecêb di dilê min de çêbûbû. Dilê min ji ber van hê jî diperpite."
Di salên heftêyî de malbata Firat diçe li Nisêbînê bi cih û war dibe. Kêfa Firat pir ji Nisêbînê re tê. "Hebûna trênê, nêzîkbûna Qamîşlokê, herikîna çemekî mezin di nava bajêr de û darên li sûka wê çikandî" Firat zû hogirî xwe dikin. Ew li wir li gel xwendina dibistanê, carna di çayxana bavê xwe de kar dike, carnan jî di firnan de nanpêjiyê dike.

Di sala 1974’an de Firatê nûgihiştî ji bo xebatê diçe roavayê Tirkiyê. Ew li bajarên wek Îzmîr û Manîsayê dimîne. Piştî salan ew ê ecêbmayî bimîne ku "nêrîn kurdayetî û welathezî li wan bajaran pê re çê dibe."

Wê demê xwenasîn li welatê Firat belav dibe, tevgera rizgarîxwaziyê geş dibe. Firat Cewerî jî vedigere welêt û tevlî wê dibe. Di sala 1980’ê de terka welêt, dike, di ser Sûriyê re diçe Almanya û ji wir jî xwe davêje "Welatê sar, yê ku ji salê carekê roj lê naçe ava, Swêdê.»

Jê pê ve jiyana surgûnê ji bo Firat Cewerî dest pê dike. Lê ew li wir bi jîrî û bi enerjiyek pir mezin hemû dijwariyên jiyana xwe ji bo nivîskariya xwe dike çavkanî; ew serpêhatiyên zaroktiya xwe di berhemên xwe yên edebî de baş bi kar tîne. Ew di salên pêşî yên surgûnê de bi pereyên ku bi "Ked û xwêdana eniya xwe" qezenc dike pirtûkên xwe dide çapkirin. Lê ew li surgûnê jî ji kurdan bi dûr nakeve. Mirov carnan Firat Cewerî di nav rûpelên kovar û rojnameyên kurdî de li mala Apê Osman Sebrî, carnan li mala Celadet Bedirxan bi Rewşen Xanim re, carnan jî li ba Apê Mûsa Anter rûniştiye û pê re çayê vedixwe, dibîne.

Firat Cewerî li welêt dest bi nivîsandinê kiriye. Di sala 1979'an de, wî zilma dewletê ya wê demê, di gotareke bi tirkî de li ser navê komela ku ew di komîta wê ya karger de bû, di rojnameyekê de diweşîne. Jê pê ve wî hew bi tirkî nivîsand. Diyar e ku di destpêkê de Cewerî di bin tesîra Cegerxwîn de maye: "Di sala 1977’an de pirtûkeke helbestan ya Cegerxwîn ketibû destê min. Wê pirtûkê dilê min şa kiribû, hêvî dabû min, zimanê min bi min şêrîn kiribû. Ew pirtûka Cegerxwîn bû sedema nivîsandina min ya bi kurdî."

Firat Cewerî jî bi helbestan dest bi nivîskariyê dike, lê her ku diçe ew bêtir meyla xwe davêje ser kurteçîrokan. Ji "Girtî" pê ve, di sala 1992'an de pirtûkeke wî ya din "Kevoka Spî" li Ankarayê derdikeve. Di kurteçîrokên vê pirtûkê de, nivîskar li ser jiyan, fikir û hîsên ronakbîrên kurd yên li surgûnê radiweste. Di gelekan ji wan de dijîtiyên di jiyana wan de derdixe pêş. Di cihnan de jî nivîskar bi tinazî rexnan li wan digire.

Firat Cewerî bi van herdu pirtûkên xwe îsbat kir ku zimanê kurdî di warê pexşanê de baş dikare bête bi kar anîn.
Karê ku Firat Cewerî û nivîskarên din yên kurd dikin, ne hêsan e. Ji aliyê diravî ve ew her tim di xisarê de ne. Lê jana wan ya mezintirîn xela xwendevanên kurdî û tunebûna rexnegirên edebiyata kurdî ye. Jê pê ve rewşa welêt ya kambax wan tim tîne ser sînorê polîtîkayê. Û ev pirsên jêrîn hîna jî di rojeva rewşenbîr û nivîskarên kurd de ne, ew li hêviya munaqeşekirinek bi dostanî ne: » Çawa meriv dikare mesajeke civakî, çandî, siyasî têxe nav qalib û kirasê edebiyatê?... Çawa meriv dikare jan û eziyeta ku kurd ji mêj ve ye dikişîne, bi awayên edebî û bi stîl û estetîkên bedew, stîlîze bike û rengekî nû bidiyê?" (M. Uzun).

Nivîskarê Alman yê bi nav û deng Hermann Hesse kesên nivîskar dişibîne saetê. Di nameyek xwe de, ya ku wî di sala 1931’ê de ji hevalekî xwe yê komunîst re nivîsandibû, weha dibêje: "Bivir her bivir e, mirov dikare bi wî yan daran biqelêşe, yan jî seriyan... Lê saetek yan jî barometrek bi kêrî tiştin din tên. Ku mirov bixwaze bi wan dar û seriyan biqelêşe, bêî ku kesek ji wan tu fêdê bibîne ew ê xera bibin".

Ez bawer im ku peyvên H. Hesse ji her kesî bêtir ji bo kurdan xwedî maneyên pir girîng in. Kurdan gelek caran ji ber tunebûna saetan karên xwe bêwext kirine. Ku ew bivir û saetên xwe tevlî hev nekin, ew ê her du jî bêtir bi kêrî wan bên.

Husên Düzen
Almanya, 1993




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues