La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotinên navdaran


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 105
Traduction : ISBN : 91-88592-09-X
Langue : KurdeFormat : 123x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4557Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gotinên navdaran

Gotinên navdaran

Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin... Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû desrpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.

Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye.

Celadet Alî Bedir-Xan


Çend gotin

Di destpêka sala 1980’de min ê li ser huner û edebiyatê ji bo kovara Berbangê nivîsek binivîsanda. Ez hingî ji bo nivîsa xwe li aforîsmayekê geriyabûm, min gelek pirtûk û kovar tev dabûn, lê min aforîsmayeke li gorî dilê xwe û li gorî nivîsa xwe nedîtibû. Piştî bi demekê, li pirtûkxanê pirtûkeke biçûk ya aforîsma li ber çavên min ketibû. Ez li quncikeke pirtûkxanê ya xalî û bêdeng li ser qoltixekê rûniştibûm û min çavek lê gerandibû. Digel ku çend salên min li Swêd çêbûbûn jî, têgihîştina wan aforîsmayan ji min re ne ewçend hêsan bûn. Lê bi alîkariya ferhengan min ji wê pirtûkê bi qasî deh-panzdeh aforîsma wergerandin kurdî. Piştî bi demekê min hinin din jî lê zêde kirin û min di bin navê "Peyvên nivîskarên naskirî" de di kovara Berbangê de dane weşandin. Piştî weşandinê bi kurtedemekê rojekê ji min re ji Swîsreyê nameyek hat. Name ji Nûredîn Zaza bû. Wî ew aforîsma xwendibûn û gelekî kêfa xwe jê re anîbû. Herweha di bîra min de anîbû ku wî jî di dema xwe de di kovara Hawarê de ji R. Kipling û hwd. werger kiribûn.

Mîna ku ew gotinên Nûredîn Zaza ji min re bûbûn çavkaniya îlhamê û hêvî dabû min. Piştî wê nameyê min li ku aforîsmek dît, min wergerand. Rojekê min hemû bi deqtîlo nivîsandin, min dît ku bi têra pirtûkekê çêbûne. Çîroka vê pirtûka di destên we de û serpêhatiya berhevkirin û wergerandina van "gotinan" bi kurtî ev e. Lê belê, digel gotinên gelekî bi mane pir gotinên bêmane jî hene. Ji xwe nayê wê maneyê ku hemû "aforîsma" rast in û divê mirov li dû wan biçe. Lê, mirov dikane ji wan fêrî gelek tiştan bibe û bi alîkariya wan asoya xwe ya fikrê firehtir bike.

Firat Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues