Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurdan, n°6


Nivîskar : | | | | | | | | | | | | | |
Weşan : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê Tarîx & Cîh : 2016, Diyarbekir
Pêşgotin : Rûpel : 104
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 210x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kr.Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Folklora Kurdan, n°6

Versions

Folklora Kurdan, n°6

Gultan Kışanak

Șaredariya bajarê mezin a Amedê


Mît û efsane xwedî bandoreke mezin û girîng in li ser gelên cîhanê û gelê Kurd. Di nav folklor, çand, bawerî, ol û civaka Kurdan de nîşan û şopên mît û efsaneyan, mirov dikare bi hêsanî bibîne. Bawerîyeke Kurdan heye ku çi Misilman be, çi bawermendê oleke din be, li her dera kurdistanêmirov rastî şopên vê bawerîyê tê. Di civaka Kurdan de heke mirovek avê bi ser êgir debirijîne her dibêje; "bîsmîla, bîsmîla, bîsmîla.. " gotina "bîsmîla" bi Erebî ye û gotineke pîroz a ola Îslamê ye. Herwiha di bawerîyaÎslamê de agir ne pîroz e û tu rêzikeke wisa tune ye ku Misilman wisa tev bigerin. Çavkanîû koka vê mînaka berçav û belavbûyî ...



JI EDÎTORIYÊ

Dostno

Bi xêr û xweşî be, emrê me bihareke din jî dît. Me navê, em bi gotinên dûr.û dirêj serê we ezîzan biêşînin. Jixwe pêşiyan ji me paşiyan re tiştek nehiştiye.
Karê me ew bû em li ser soza xwe bimînin û kovarawe derînin çiku em li ser şopa wan pêşiyan in. Wan gotiye; heywan bi bend, meriv bi qisê tên girêdan. Em jî li ser qisa/soza xwe man.
Bila îcar hindik û rindik be.
Ji ber qehr û qotikên dinyayê, di dilê me de cî ji gotinê re nemaye. Em ê guhê xwe bidin gel û xatir ji we bixwazin bi vê sêxiştiya Xoresanê.

Dilê minê têr û tiji
Natê ewran degurmiji
Hêstir tune ew biriji



Mît û efsane

Ridvan Dîzman


Peyva mît ji zimanê Grekî ye, awayê wê yê resen "mîtos" e, û tê wateya "gotin-galegal"ê. Ji hêla Heredot ve ev peyv wekî têgeh hatîye bikaranîn û wisa hatîye pênasekirin: "Gotinên ji hêla dîr.okê ve, bênirx û biguman". Platon jî gotîye: "Mît; çîrokên derew, nerast, vala û qerfî ne"

Destpêk
Mît û efsane xwedî bandoreke mezin û girîng in li ser gelên cîhanê û gelê Kurd. Di nav folklor, çand, bawerî, ol û civaka Kurdan de nîşan û şopên mît û efsaneyan, mirov dikare bi hêsanî bibîne. Bawerîyeke Kurdan heye ku çi Misilman be, çi bawermendê oleke din be, li her dera kurdistanêmirov rastî şopên vê bawerîyê tê. Di civaka Kurdan de heke mirovek avê bi ser êgir debirijîne her dibêje; "bîsmîla, bîsmîla, bîsmîla.. " gotina "bîsmîla" bi Erebî ye û gotineke pîroz a ola Îslamê ye. Herwiha di bawerîyaÎslamê de agir ne pîroz e û tu rêzikeke wisa tune ye ku Misilman wisa tev bigerin. Çavkanîû koka vê mînaka berçav û belavbûyî digihîje mîtên Arî. Ji van mîtên qedîm.. ên Kurdan berîya van an piştî van ol, efsane, tore, ravêj û rêgezên civaka gelê Arî û herwiha di bin banê gelê Arî de yên gelê Kurd çêbûne.

Mît di netewebûna gelan de xwedî rol û peywirên girîng in, efsane jî ji vê yekê feyzê digire û ligor van taybetîyan, kesayet û karaktera gelan dîyar dibe.

Em ê di vê gotarê de qala mît û efsaneyan bikin. Xebatên derbarê vê cure û zanistê de parve bikin. Têkilîyawan û folklorê bikolin û fikrên zanyaran bidin ber hev û nîqaş bikin. Mînakên mît û efsaneyên Kurdan di nav dabeşkirina mîtan de bi cî bikin û pênaseyên wan li gor agahî û nîqaşan çêkin. Ji ber tevîhevîyan em ê mît û efsaneyê bidin ber hev û li têkilîya wan bikolin.

Em dema vê gotarê amade bikin, wekî çavkanîberê xwe bidin çavkanîyênderheqê civaka Êzîdî, Yaresan, Zerduştî û hwd de hatine nivîsîn.Ji xebat û pirtûkên derheqê van civakan de hatine ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar