Éditeur : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê | Date & Lieu : 2016, Diyarbekir |
Préface : | Pages : 104 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde | Format : 210x275 mm |
Code FIKP : Liv. Kr. | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions
Folklora Kurdan, n°6 |
Mît û efsane Ridvan Dîzman Peyva mît ji zimanê Grekî ye, awayê wê yê resen "mîtos" e, û tê wateya "gotin-galegal"ê. Ji hêla Heredot ve ev peyv wekî têgeh hatîye bikaranîn û wisa hatîye pênasekirin: "Gotinên ji hêla dîr.okê ve, bênirx û biguman". Platon jî gotîye: "Mît; çîrokên derew, nerast, vala û qerfî ne" Destpêk Mît û efsane xwedî bandoreke mezin û girîng in li ser gelên cîhanê û gelê Kurd. Di nav folklor, çand, bawerî, ol û civaka Kurdan de nîşan û şopên mît û efsaneyan, mirov dikare bi hêsanî bibîne. Bawerîyeke Kurdan heye ku çi Misilman be, çi bawermendê oleke din be, li her dera kurdistanêmirov rastî şopên vê bawerîyê tê. Di civaka Kurdan de heke mirovek avê bi ser êgir debirijîne her dibêje; "bîsmîla, bîsmîla, bîsmîla.. " gotina "bîsmîla" bi Erebî ye û gotineke pîroz a ola Îslamê ye. Herwiha di bawerîyaÎslamê de agir ne pîroz e û tu rêzikeke wisa tune ye ku Misilman wisa tev bigerin. Çavkanîû koka vê mînaka berçav û belavbûyî digihîje mîtên Arî. Ji van mîtên qedîm.. ên Kurdan berîya van an piştî van ol, efsane, tore, ravêj û rêgezên civaka gelê Arî û herwiha di bin banê gelê Arî de yên gelê Kurd çêbûne. Mît di netewebûna gelan de xwedî rol û peywirên girîng in, efsane jî ji vê yekê feyzê digire û ligor van taybetîyan, kesayet û karaktera gelan dîyar dibe. Em ê di vê gotarê de qala mît û efsaneyan bikin. Xebatên derbarê vê cure û zanistê de parve bikin. Têkilîyawan û folklorê bikolin û fikrên zanyaran bidin ber hev û nîqaş bikin. Mînakên mît û efsaneyên Kurdan di nav dabeşkirina mîtan de bi cî bikin û pênaseyên wan li gor agahî û nîqaşan çêkin. Ji ber tevîhevîyan em ê mît û efsaneyê bidin ber hev û li têkilîya wan bikolin. Em dema vê gotarê amade bikin, wekî çavkanîberê xwe bidin çavkanîyênderheqê civaka Êzîdî, Yaresan, Zerduştî û hwd de hatine nivîsîn.Ji xebat û pirtûkên derheqê van civakan de hatine ... |