ŞAHİDÊN DÜSSELDORFÊ
Lirawestgehê lirêwiyan guhdarî dikir. Bi rêya laserkê adresek girt û çû li deriyekî xist. Jineke navsere bi teşqele hat li erebeyê siwar bû. Got, "Em herin cihê Pirtûkxaneya Orenjeriyê, liKolana Südê ye."
Wî xwebixwe got, 'heger ku ew dihere cihê pirtûkan û pêşengehan, gere ew ji xwendinê hez bike. Wê got dema min tuneye, lê dîsa jî carekê bipirsim. "Xatûna delal ez car carina dixwazim serpêhatiyan binivîsim. Yek caran jî ji rêwiyan nivîsan kom dikim. Belkî ez rojekê wan bikim çîrok an jî pirtûk. Gelo hûn dixwazin tiştîna li deftera min binivîsin."
"Careke din. Aniha têr wextê min tuneye." "Xatûna delal, careke dinê kî zane em ê hevdu bibînin an nebînin. Xêra xwe du xêzikan ji min re binivîsin." "Serê min tevlihev bûye. Careke dinê bi soz ez ê binivîsim."
Jinik ji alîkî jî, li cilên xwe dinêrî. Di neynikê re dinêrî. Qelema lêvan derxist, hebekî lêvên xwe sor kirin. "Sê çar deqîqe wextê me heye. Nivîseke kurt."
Jinikê deyax nekir, hema tiştin nivîsand û li wî vegerand. Got, "Ez jî nivîskar im. Aniha terime civînê. Me heftê û yek hevalan li ser bajarê Düsseldorfê çîrok nivîsandin. Her yek ji me quncikek bajêr nivîsand. Aniha em dikin sê heval parçena ji pirtûkê bixwînin û pirtûkê bidin nasandin. Dema te hebe, tu jî were civîna me."
"Heger tu zû bixwînî, ez ê jî liwe guhdarî bikim." "Her hal, ya yekemîn ya jî duyemîn ez ê bixwînim."
"Ez jî werim xwendina we? Li min biborin. Gere saetekê şûn de ez texsiyê bi hevalê şevê dim. Boy wê gere ez şûn de rabim, herim. Tu li min bibore."
"Tiştek nabe. Zêdetir hevalên me jî ê kêfxweş bibin. |