Pêşgotin
Nivîskarê vê kitebê di dawiya sedsala pêşî de, bi peyxama ku ji Xwedê standibû, ev berhem nivîsiye. Nivîskar bi xwe navê xwe nade. Herwekî ku tê zanîn, nivîskar yek ji her diwanzdeh şagirtên Îsa , Yûhenna bû. Yûhenna xwe wek şagirtê ku Îsa jê hez dikir dide naskirin (1:14; 19:35; 21:24). Armanca sereke ya nivîsîna vê kitêbê diyarkirina Peyva Xwedê ye (1:1-18). Nivîskar çend karên nedîtî û hêzdar (keramet, mûcêze) yên Îsa yên balkêş û rabûna wî ya ji nav miriyan tîne zimên û diyar dike ku wî ev nîşanên bijare ji bo ku mirov* bawerî bi Mesîh* bînin û bigihîjin jiyana herheyî nivîsîne (20:30, 31). Îsa bi hînkirin, jiyan, mirin û vejîna xwe (rabûna xwe ya ji nav miriyan) riya perizîna (îbadeta) rastîn û aştiyê* nîşanî mirovan dide û ji bo jiyana herheyî dibe ronahî. Ew weha dibêje: Rê, rastî û jiyan ez im" (14:6). Îsa bi meselên ku bi jiyana rojane re têkildar in, wek: Av, nan, şivan, mî û hwd. bêhejmar rastiyên ruhanî ji nêzîk ve ronahî dike. Taybetiyeke nivîsîna Yûhenna heye ku wê ji nivîsîna Metta, Merqos û Lûqa cihê dike. Di bijartina mijarê de, di gel ku ew bêtir li ser xizmetên Îsa yên li Celîlê radiwestin, Yûhenna li ser xizmeta li Orşelîmê radiweste. Ew hînkirina Îsa bi meseleyan dibêjin, Yûhenna vê hînkirinê bi peyivînên* rûbirû tîne zimên. Bêguman ji bilî van hê gelek cihêtiyên din jî di navbera wan de hene. Çimkî her nivîskarî komên xwendevanên cîhê ji bo xwe armanc dîtiye. Ev nivîsîn dikare bi vî awayî bê dabeşkirin: I. Destpêk û peyva pêşî: 1:1-18 II. Diyarkirina Îsa ya ji dinyayê re û xizmeta gelemperî: 1:19-12:50 III. Diyarkirina Isa ya ji şagirtan re: 13:1-17:26 IV. Xaçkirina Îsa û vejîna wî (rabûna wî ya ji nav miriyan): 18:1-20:31 Peyva paşî: 21:1-25 Mizgîniya Xwedê (Peymana Nû) cara pêşî di sala 1872an de bi Kurdî (Kurmancî) hat çapkirin. Ew weger bi tîpên Ermenî bû. Ev wergera ku niha di destê we de ye, beşek ji Peymana Nû ye. Beşên din jî niha bi zimanê Kurdî, bi Kurdiya hemdem tên wergerandin. Heta niha Mizgîniya ` Xwedê bi nêzîkî 1000 zimanî hatiye wergerandin. Gelek ji van gelên ku bi van zimanan dipeyivin, hejmara wan ji ya gelê Kurd pir kêmtir e. |