La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zaroka şevê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : MultimediaPages : 82
Traduction : MultimediaISBN : 91-88592-16-2
Langue : KurdeFormat : 123x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3489Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zaroka şevê

Zaroka şevê

Jack London di sala 1876'an de li San Fransiscoyê hatiye dinyayê. Zaroktiya wî di nava feqîrtiyê de, lê bi xebat û berxwedanê ve tijî derbas bûye. Ew cara pêşî di 17 salîya xwe de çirokeke xwe belav dike û ew çirok jî wî dikişîne cîhana nivîskariyê. Jê pê ve London bê westan dinivîsîne. Ew di temenekî çil salane de nêzikî 50 pirtûkî dinivîsîne. Hinek ji pirtûkên wî yên naskirî ev in: "Pahniya Hcsinî"1907, "Martin Eden" 1909, "Qêrîna Wahşetê" 1903, "Berî Adem" 1906, Şampiyon, Geliyê Heyvê, Berxwedan, Kûçikê Sîrkê û hwd.

Weşanxaneya me vê pirrûka ku berê du çîrokên wê "Xwêdana Eniyê" û "Yê Meksîkî" di kovara NÛDEMê de hatibûn weşandin, bi serbilindî pêşkêşî xwendevanên kurd dike.


Jack London (1876 - 1916)

Di dawiya sedsala 19-an û di destpêka sedsala 20-an de, hem li dinyayê û hem jî li Amerîkayê gellek guhertin çêbûn. Mirovatî ji qonaxekê derbasî yeka din dibû. Di pêvajoya vê derbasbûnê de, pêşveçûnên ku di warê teknolojiyê de hatin holê û guhertinan tesîr li têkiliyên mirovan kirin û ji nû ve şikil dan wan, bi gellek awayan hatin zimên. Edebiyat jî li hember van guhertinan nikarîbû laqayt bima. Xwendevan di nava rûpelên berhemên nivîskarên wê demê de, xusûsiyetên wê demê û manzarayên însanên wê demê ji nû ve dijîn.

Jack London jî yek ji wan nivîskarên ku damga xwe li dawiya sedsala 19-an û destpêka sedsala 20-an xistine, ye. Belkî nivîskarê herî produktîv û yê ku behsa wî herî bêtir tê kirin, be jî. Di wê demê de, kêm nivîskaran bi qasî wî tesîr li civakê kirine. Li gel ta'ma xwendina nivîsên wî, enteresant bona jiyana wî jî bala mirov dikşîne. London ne bi tenê di nava xwendevanên edebiyatê de tê nas kirin. Ew mirovekî pirralî bû. Di nava hemû alîyên vê pirralîbûna wî de, ji aliyê şiyana nivîsandinê ve ahengeke pirr baş hebû. Lê ji bo naskirina London, lêhûrbûna jiyana wî ya zaroktiyê şert e. Bêî vê yekê, fahmkirina wî û nivîsên wî, dê pirr zehmet be. Ger mirov bibêje; hema hema hemû pirtûkên wî yên edebî, li ser bingehê wan hedîseyên ku ew bûye şahidê wan, an jî yên ku ew bi xwe jiyane, hatine avakirin, dê ne mubalaxe be. Bo numûne di "Xwêdana Eniyê" de xusûsiyetên zaroktiya London bi awakî pirr vekirî xuya dibin. Ji bo ku bibe yê herî xurt, yê herî pêş û yê herî bilind bi awakî nedîtî xebitî. Ji bo xwe di her warî de bi mirovan bide qebûlkirin û mirov li hember van xusûsiyetan serê xwe bitewîne, çi ji destî wî dihat texsîr nedikir. Ev daxwaza û hewildanên ji bo pêkanîna van daxwazan, di jiyana wî de, di danûstendin û helwestên wî yên li hember mirovan de tesîreke gellek mezin kir. Di kîjan grûpê de ba, bila biba, wî hertim dixwest ku ew bibe yê sereke. Ev di pirtûkên wî de, di xusûsiyetên qehremanên wî de, tê dîtin. Ger hûn Londonê ku hertim digot; "Zaroktiya min qet çênebû", Johnnyê "Xwêdana Eniyê" yê ku di kar de nedixwest tu kes bighêjê û qet tu zaroktî nejiya, tîne bîra mirov.

Di pirtûkên wî de heyecaneke mezin heye. Heyecan û hêviyên qehremanên pirtûkan, bi zimanê London ê ku diherike û bûyeran bêtir enteresan dike ve xwendevanan bi temamî dixin seha xwe ya magnetîk. Ev xusûsiyet meraqa xwendevanan û heyecana ku di berhemê de heye, tev li hevdû dike. Xwendevanên ku piştî dest bi xwendina pirtûkeke wî dikin, êdî ne bi destên xwe ne. Heta ku pirtûk biqede, nema dikarin dev jê berdin.
Rastiya civakê û protestoya li hember şertên jiyanê, bingeha nivîsên wî bû. Lê wî hemû hêlên vê rastîyê, di bin ronahiya zanyariya edebiyatê de, dianî ba hevdû; heyecan û hîsên xwe tevê dikirê: ew bi hemû şiyana xwe ya hunerî distira; bi îdealên xwe yên pêşerojê ve dihûna û piştî gîhaştina qonaxa yêkîtiya diyalektîk ya di navbera estetîk û rastiyê de, ji nû ve pêşkêşî civakê dikir. ji ber vê yekê, London wî cîhê xwe yê ku di dilê xwendevanên edebiyatê de hatibû peydekirin hîn jî diparêze.

Min li jor diyar kir ku London nivîskarekî pirralî bû û di nava vê pirralîbûna wî de ji aliyê şiyana nivîsandinê ve ahengek hebû, lê divê lê bête zêdekirin ku ev aheng di warê fikrî de cîhê xwe ji dijayetiyan re dihêle. Ji ber vê yekê ew nivîskarekî bi şiyan, lê bi paradoksan ve hilmiştî tê dîtin. Li gor gellek lêkolîneran fikrên wî ji tevliheviyeke Marks û Nietzche pêk dihat. Sosyalîzm, neteweperestî, elîtîzm, nîjadperestî... Wî hertim weha digot; " Ez berê sipî mim û dû re sosyalîst im". Vê helwesta wî carinan serê wî dixist belayê jî. Bo numûne; ji nîjada zer nefreteke mezin dikir. Gava li Japonyayê bû, ji ber vê nefreta xwe di munaqeşeyekê de li yekî Japonî dixe û tê girtin. Ger serokê Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî Roosevelt mudaxele nekira, ew ê bi şertê ku divê Japonyayê terk bike jî nehata berdan. Paradoksa di warê fikrî de hebû, bi Şerrê Cîhanê yê yekem re, giraniya xwe da aliyekî. Di Şerrê Cîhanê yê yekem de, hêla wî ya neteweperestî pirr eşkere bû. Wî di vî şerrî de bi awakî neteweperest piştgiriya Amerîkayê kir û dû re jî têkiliyên xwe ji Partiya Sosyalîst birrî. Lê bi paradoksan ve hilmiştîbûna wî, di îstîfanameya wî de jî xuya dibû; wî di îstîfanameya xwe de dîsa prensîpên sosyalîzmê paraztibû.

London di 12.01.1876-an de, li San Fransisco hatiye dinyayê. Ew, berhemê wê têkiliya bi dizî ya dîya xwe (Flora Wellman) û bavê xwe (astrologê Îrlandî William Chaney) bû. Gava hîn ew di zikê dîya xwe de bû, astrologê Îrlandî ji San Fransisco diçe û nema vedigere. Piştî ku Jack dibe nehmehî, dîya wî bi John London re dizewice. Jack li ba vê malbatê mezin dibe. Ji xwe paşnavê xwe, yanî London jî ji vê malbata zirbavê xwe stendiye.
London xwedî jiyaneke zaroktî ya pirr enteresant bûye. Zaroktiya wî di feqîriyê de derbas bûye. Ji ber vê yekê jî London di temenekî pirr piçûk de, dest bi jiyana kar kiriye. Wî ji rojname firotinê, ji kovboytîyê, ji lizêrgerînê, ji di fabrîkeyan de karkirinê, ji serserîtiyê û hwd heta di 1904-1905-an de, korrespondentiya herba Rûsya û Japonyayê, tu kar nema ku nekiriye. London gelek celeb mirov nas kir û li gelek jîngehên cûda jiya. Jiyaneke bûyerzengîn û enteressant... Nivîsên wî, li ser vê jiyana bûyerzengîn û enteressant hatin ava kirin û bûn zimanê protestoya li hember neheqiyê... Ji ber vê jî tev paradoksên wî yên di warê fikrî de hebûn jî ew dîsa wek nivîskarê xebatkaran tê nas kirin.

Nivîskariya wî bi saya musabaqeyeke kovara bi navê "San Fransisco Morning Call"ê dest pê dike. London wê gavê 17 salî bû. Bi çîrokeke xwe ya ku li ser bingehê bîranînên deryayê hatibû avakirin, beşdarî wê musabeqeyê dibe û 25 dollarê xelata yekem werdigre. Çîroka wî di 12-ê Mijdara I893-an de di Callê de tê weşandin. Piştî vê bûyerê, biryara nivîskariyê dide. Çend çîrokên din jî dinivîsîne, lê wê gavê bi sernakeve û hêviyên wî yên di vî warî de hebûn jî qels dibin.

Londonê ku xwe biserneketî dihesiband di nava bêhuzûriyeke mezin de bû, tam di wê navê de Rêxistina bêkaran "Coxey" bi ordiyeke bêkaran ku gellek ji wan sendîkavan bûn, ji bo hin daxwazan, berê xwe dabû Qesra Sipî. London jî bi hevalekî xwe re da dû şopa vê rêxistinê. Di vê rêwîtiyê de bû şahidê munaqeşeyên pirsên civakî û siyasî. di bin tesîra wan kesên ku di derheqa Marks, Engels, Darwîn, Nietzche û hwd gellek tişt dizanîbûn de ma. Ji ber vê tesîrê gava vegeriya malê, tev li ku 19 sali jî bû, li Lîseya Oaklandê dest bi xwendinê dike. Beşdariya civînên Partiya Karkir a Sosyalîst jî wê demê dest pê dike. Jack Londonê ku ku bi agirê xwendinê dikeliya di 1896-an de dest bi Unîversîteya Berkeley dike, lê li wira ancax salekê diqedîne, dû re dev ji xwendina universîteyê ber dide û nema lê vedigere.

Ji bo peydekirina zêran, wî jî wek gellek kesên wê demê berê xwe da Klondikeyê. Wê demê Alaska bi temamî di bin êrîşa zêrgerokan de mabû. Di vê gerrê de hem hêviyên dewlemendbûnê û hem jî heyecaneke pirr mezin hebû. Londonê ku ji macerayê pirr hez dikir jî beşdarî vî karwanî bû û berê xwe da Klondîkeyê. London di vê gerrê de dîrhemeke zêr jî nedîtibû, lê serpêhatiyên ku di pêvajoya êrîşa zêran de hatibûn jiyîn, tiştên ku ew di pêvajoyê de bûbûn şahid, bi serpêhatiyên wî yên zaroktî re ew bi bingeheke xurt ve li nivîsandinê sor kir. Ew munaqeşeyên li Klondîkeyê di pêvajoya ku ew li zêran digeriyan de, tesîreke mezin li fikrên wî yên ku di warê sosyalîzmê de hebûn, kir. Londonê ku dîrhemeke zêr jî peyde nekiribû, dû re bi saya sefera Klondîkeyê bi awayekî din dewlemend bû. Lê tev vê dewlemendbûnê jî ji ber fêrbûna xwe ya pirr pere xerckirinê, gava mir jî deyndar bû.

London piştî vegera ji Klondîkeyê, bi awakî pirr cidî dest bi xebata nivîskariyê kir. Hinek îddîa dikin ku ger London neçûba Klondîkeyê, ew ê nebûya nivîskarekî navdar. Bi rastî jî tev li ku bi wê musabeqeya kovarê dest bi nivîskariyê kiribû jî çi bû piştî 1898-an bû, yanî piştî ku ew ji Klondîkeyê vegeriya. Wê demê li Califoniyayê gellek kovaran ji bo wergirtina çîrokên wî di ber hevdû de dan. Ji wê rojê û pê ve, rojê hezar gotin nivîsand û ev prensîp heta mirinê qet xera nekir. Pirtûka wî ya yekem bi navê "Lawê Gur" di 1900-î de ket destên xwendevanan. Ev prensîp hişt ku ew bibe yek ji wan nivîskarên herî produktîv. Di navbera 16 salan de li ser hevdû 49 pirtûk nivîsand. Ji vê tê fahmkirin ku wî salê bi kêmanî 3 pirtûk weşandin.

Jack London di şeva 21.11.1916-an de, ji ber nexweşiya xwe di nava nivînê xwe de bû. Bi şev, ji dermanên ku doktor dabûnê dozajeke zêde xwar û roja din çavên xwe bi yekcarî girt. Li gor hinekan sebeba mirina wî, bêdîqetî bû. Lê li gor hinekî din jî wî bi zanebûn weha kiribû û bi vî awayî qedera Martin Eden taqîp kiribû. Gava ku London çavên xwe girt çil sali bû. Wî çil salên xwe qedand, lê ew tev paradoksên xwe yên fikrî jî bi 49 pirtûk (wek Pahniya hesinî-1907, Martin Eden-1909, Qêrîna Wahşetê-1903, Berî Adem-1906, Şampiyon, Geliyê heyvê, Berxwedan, Agir dadan, Kûçikê Sîrkê û hwd) û gotarên xwe yên bêhejmar ên ku wî li dû xwe hiştin, di dinyaya edebiyatê de, jiyana xwe didomîne.

Jack London ji nava dilê gel û ji kûrahiya civakê dest pê kir, bilind bû, gîhaşt serê keleha cîhana edebiyatê û di çapa dinyayê de, bû nivîskarekî navdar... Ew berhemê Amerîkaya wê çaxê bû. Berhemên wî, hem eyna civaka wê demê û guhertinên ku bûn bingehên pêşveçûnê ne û hem jî şahidê pêvajoya ji sedsala 19-an derbasî sedsala 2o-an bûyinê ne.

Mustafa Aydogan




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues