La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Keça kurd Zengê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 130
Traduction : | ISBN : 91-888592-31-6
Langue : KurdeFormat : 122x194 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1142Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Keça kurd Zengê

Versions

Keça kurd Zengê

Cemşîd Bender mîna zarokekî surgunê di sala 1927’an de li Konyayê hatiye dinyayê. Wî di sala 1950'î de li Stenbolê fakulteya huqûqê xelas kiriye û di navbera salên I953-58'an de li Fransayê doktoraya huqûqê kiriye. Herweha ew bi salên dirêj li Norvecê jî maye û li unîversîteya Osloyê îhtisasa kooperatifê kiriye.

Digel ku Cemşîd Bender bi kurdî nizane jî. wi heta niha li ser dîroka kurdan gelek pirtûk nivîsandine. Hinek ji pirtûkên wî yên navdar ev in; "Dîrok û medeniyeta Kurdan", "Di medeniyeta Kurdan de Elewîtî", "Kultura Kurdan ya Mitfaxê û Xwarinên Kurdî" û hwd...

Herçî di warê edebiyata bedewe de ye, ji salên 50'î û vir ve Cemşîd Bender gelek berhem nivîsandine.

Keça Kurd Zengê ku berê jî hin çîrok jê di kovara Nûdemê de hatibûn weşandin, bi zimanekî herikbar nêzikî pirsgirêkên mirovatiyê dibe û dixwaze dengê qêrînên bêdeng bilind bike.

Weşanên Nûdem

 


Çîroka jiyana min

Cemşîd Bender

Bavê min ji Şarikê (bi qeza Kixê ya Bîngolê ve girêdayî ye) diya min jî bi malbata xwe ji qeza Wanê, Başkaleyê bi peyatî bi rê dikevin. Ew ji van deverên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de îşgal bûbûn diqetiyan. Malbatên kurd yên ku li Edenê bi cih dibin, di jiyana koçberiyê de, gelek zehmetiyan dikşînin û têkoşîna man û nemanê didin. Gava Firansiz Edenê îşgal dikin, yên ku ji tayê û ji êşa zirav li ser lingan dimînin, pêşî dikevin riya Bozantiyê. Ew serpêhatiya diya min, ya ku çawa ew peya ji Wanê didin rê û di nava kevir û deviyan de di Helebê re xwe digihînin Edenê, piştî ku ez mezin bûm min ji wê bihîst. Tiştên ku diya min ji min re behs kirin, ew zehmetiyên gelê kurd yên pêşî bûn ku min dibihîstin. Ew qedera gelê kurd hê jî nehatiye guhertin. Gelê kurd niha di bin êş û zilmeke dijwartir de ye. Erê, ez di sala 1927'an de hatim dinyayê. Ew sal salên nûavakirina Cumhuriyetê bûn. Bi têkoşîna dê û bavê min ya li hember zehmetiyên bicihbûna bajarekî nû, me dest bi dibistanê kir. Min dibistana destpêk, navîn û lîse li vî bajarî qedand. Min di sala 1946'an de li Stembolê dest bi xwendina unîversîteyê kir. Ev demek ne xweş, dema şerê cîhanê yê duwemîn bû. Di wê dema ne xweş de jî, dîsan min perwerdiyek baş ji mamosteyên xwe yên cihû; Neumark, Swarts, Crozat, ku ji ber zilma nazîstan bazdabûn û li fakulteya huqûqê ya Stembolê profesorî dikirin, stend. Ez di sala 1950'î de mezûn bûm. Min heya 1953'an karê xwe yê eskeriyê û staja xwe ya avûkatiyê qedand. Hema piştî wê, ji bo doktora huqûqê ez çûm Parîsê. Min doktora xwe ya huqûqê di sala 1958'an de bi perên bavê xwe li Fransayê stend. Mijara teza min (dîroka malî ya Osmaniyan) bû. Di dema xwendina doktorayê de ez li pirtûkxaneyên Parîsê pêrgî pirtûkên li ser kurdan hatim. Ez hingî têgihîştim ku paşerojek vî gelî ya dewlemend heye. Nemaze gava min dîtibû ku gelek medeniyet ji dema antîk ji aliyê kurdan ve berpêşî mirovatiyê bûye, ez gelekî kêfxweş bûbûm. Tu bêjî nebêjî heta sedsala bîstan gelek medeniyetên din bingeha xwe ji medeniyeta gelê kurd stendine. Di dema me de gava Sumer, Hîtît, Asûr, Frigya, Lîdya asîmîle bûne û winda bûne, di sedsala bîstan de gelê kurd bi hejmareke mezin derdikeve pêşiya me. Ev şanseke mezin e. Digel hemû neyîniyên hemdemî, hebûn bûyereke girîng e. Diviyabû ronakbîrên kurd cihokên xetimî vekirana. Ji ber ku gelê kurd, di maneya cografîk de, di warê kultur û bajarvaniyê de nema bû. Di wê dîrokê de li Tirkiye gotina »kurd« qedexe bû. Behskirin û vekirina dîroka Kurdistanê jî bê îmkan bû. Min hingî biryara xwe da ku ez ê lêkolînên xwe bidomînim û di demeke hêsan de wan biweşînim. Di dema xwe ya xwendevaniyê de, ez li Parîsê tevlî tevgerên şoreşgerî bûm. Ji bo liberxwedana gelê Cezayirê, min kar girtin ser milê xwe û bi vî awayî ez bi antî împeryalîzmbûna xwe bûme înternasyonalîstekî gerdûnî. Di sala 1959'an de ez çûm Norvecê û min demekê li wir xwendina kooperatîfî xwend. Min di derheqa kirinên dewletê, yên ku bi navê Sosyalîzma Skandinavya dihatin bi nav kirin, malûmat girtin. Ez di sala 1960'î de vegeriyam Tirkiyê. Di 27'ê gulanê de, piştî darba hukûmetê bi sê rojan, ez ji aliyê wezîrê hundurkarî, ku teymenek bû, ji bo kurdîtiyê hatim girtin. Ev bûyera ha di jiyana min de ji bo min dibû tecruba dudan. Ez bi efûya ku piştî pênc mehan hat, hatim berdan. Gorî ku min di şeş saliya xwe de dest bi dibistana destpêkê kiriye, 27 salên min bi xwendinê derbas bûne. Lê digel vê keda me dîsan em di çavên dewleta Tirkiyê de hevwelatiyên dereca duyemîn in, muamela reşikan bi me tê kirin. Êdî em mîmlî bûn. Sûcê me jî kurdbûyina me bû. Ger em qet tiştekî nekin û tenê li nasnava xwe ya kurdî xwedî derkevin, ew di çavên Cumhûriyeta Tirkiyê de sûcê herî mezin e. Di wê demê de, di nav çepên tirkan de behsa vê nasnavê kirin, weke şovenîstî û nijadperestî dihate dîtin. Yanî ji ber ku em kurd bûn, em li vê zirecêba dinyayê bi tenê bûn. Gava ez ji Ewrûpayê vegeriyam bajarê zaroktiya xwe, Konyayê, min di bin şerdên zehmet de jiyana xwe bi avûkatiyê berdewam kir. Di eynî salê de ez bi jina xwe ya Norvecî û zarokên xwe ve li Norvecê bi cih bûm. Ez heya sala 1983'an li vî welatî, li bajarê Golê mam. Min xebatên xwe yên di derheqa medeniyet, dîrok û kultura kurdan de li vî bajarî hê xurttir kir. Piştî vê dîrokê ez vegeriyam Tirkiyê. Ez niha li Îzmirê dijîm.

Nivîskariya min digihê salên dibistana navîn. Kurteçîroka min ya pêşî di kovara Arkadaş, ya ku li Stembolê diweşiya, derket. Di dema lîseyê de min û hevalekî xwe me bi rojnameya Babalık re pareka edebiyatê weşand. Ji ber ku me hê lîse neqedandibû, mafên me û derxistina rojnameyan tunebû. Me ji mecbûrî riya derxistina kovareke mehane hilbijart. Gava me bihîstibû tenê li Îzmîrê 300 lib têne firotin, em şaş û ecêbmayî mabûn. Di wê demê de tîrajeke wilo pirr bû. Em gelekî kêfxweş bûbûn. Lê ev mijûliya me ji ber xebatên dibistanê zêde neajot.

Di sala 1951'ê de min li Konyayê rojnameyeke hefteyî bi navê »Bizim Şehir« derxist. Ev weşana me baleke baş kişandibû, lê gava ez çûm eskeriyê, dawiya weşana vê rojnameyê jî hat. Salên dûvre jî min nivîsandina kurteçîrokan domand. Çîrokên min di rojnameya Cumhuriyet, Istanbûl, Çagri, Varlik û kovarên Türk Dili de belav bûn. Di salên 1959-1960'î de bi alîkariya wergerên jina min a norvecî, çîrokên min di kovarên norvecî û danîmarkî de weşiyan. Piştî salên 1986’an jî li bajarê Yugoslavya, li Üsküpê, çîrokên min di kovara bi navê Sesler ku bi tirkî çap dibû, weşiyan. Ji sala 1974'an û vir de ji ber ku min dev ji avûkatiyê berdaye, ez dema xwe bi nivîskariyê derbas dikim. Ez debara xwe bi kiriya xênî û bi perên avûkatiyê yê teqawîtê dikim. Berhemên ku min nivîsandine jî ev in: Gülen Înek (Çêleka ku dikene) 1959, Karides Duragi (Rawestgeha Karîdesê) 1967. Ew çîrokên min yên ku ji aliyê wergêrên Nûdemê yên hêja têne wegerandin, ezê di pêş de wan mîna pirtûkekê bi kurdî çap bikim. Ez nivîskarekî kurd im ku ji zimanê dayika xwe hatime birrîn û nikarim pê binivîsînim. Ji ber ku ez bi tirkî dinivîsim nayê wê manê ku ez ne (nivîskarekî kurd im). Di pêvajoya dîrokê de edebiyata kurdî bi zimanê serdestan bi pêş ket. Ebû Muslum Horasanî, Ebû'l Vefa, Şihabedîn Suhreverdî, Abdull Kadîr El-Geylanî, Şêx Addî, B. Mîdsafir bi erebî nivîsandine. Di dema Selçûkiyan de Husamettîn Çelebî yê kurd bi zimanê resmî, farisî nivîsandiye. Seyit Nesîmî, ji şairên me yên dîwanê Nabiyê kurd û Fuzûlî bi erebî û osmanî nivîsandine. Di dema me de jî gelek şair û nivîskarên kurd bi zimanê resmî, bi tirkî nivîsandine. Ji xwe ev heftê sal in, ku nivîsandina bi kurdî li Tirkiyê qedexe ye. Lê ez nivîskarekî kurd im û ez bi vê jî serbilind im.

Berhemên din ku min nivîsandine jî ev in:
İskandinavya'da Turizm (Li Skandinavyayê Turîzm) 1985.
Konya Sazı ve Türküleri (Tembûra Konyayê û Stiranên wê)1986.
Antolojiya ku li Yugoslavyayê bi navê-çîroka Tirkiyê ya do û îro,1987.
Kürt Tarihi ve Uygarlığı (Dîrok û Medeniyeta Kurdan) 1991.
Kürt Uygarlığında Alevilik (Di Medeniyeta Kurdan de Elewîtî) 1991.
Kürt Mutfak Kültürü ve Kürt Yemekleri (Kultura Kurdan ya Mitfaxê û Xwarinên Kurdî) 1992.

Li ser daxwaza me Cemşîd Bender ev kurtejiyana xwe di sala 1992’an de ji bo hejmara Nûdemê ya 4'an nivîsandibû. Tiştê em dizanin ji wê dîrokê û bi vir de sê pirtûkên wî yên din jî derketine. Ew jî ev in; 12 Imam ve Alevilik, Çatıdaki Isa û Kürt Mitolojisi.

Werger: Firat Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues