La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hînkerê zimanê kurdî - 2


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : ,
Préface : Pages : 42
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 210 x 295 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Dem. Hin.Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hînkerê zimanê kurdî - 2

Hînkerê zimanê kurdî 2

Umîd Demîrhan

Compte d'auteur


Hebûye û tunebûye. Rojek ji rojan roviyekî kone diçe ber hêlîna leglegê û silavê didê. Legleg silava roviyê kone werdigire û sedema vê serdanê dipirse. Rovî dibêje:

“-Xwîșka legleg, ez dizanim ku te hêlîna xwe li ber perê esmanan çêkiriye û tu tenezilî me nakî; lê dilê min heye ku te vexwînim  șîvekê.”

Legleg dibêje:
“-Birayê rovî! Ev ne eyd e ne jî erefat e. Te xêr e, çi qewimiye ku tu mêvanan xwedî dikî?” Rovî bi konetî dibêje:
“-Dawiya qezenca dinyayê mirin e. Min di emrê xwe ...



MÊVANÎ Û MAZÛVANÎ


Hebûye û tunebûye. Rojek ji rojan roviyekî kone diçe ber hêlîna leglegê û silavê didê. Legleg silava roviyê kone werdigire û sedema vê serdanê dipirse. Rovî dibêje:

“-Xwîșka legleg, ez dizanim ku te hêlîna xwe li ber perê esmanan çêkiriye û tu tenezilî me nakî; lê dilê min heye ku te vexwînim  șîvekê.”

Legleg dibêje:

“-Birayê rovî! Ev ne eyd e ne jî erefat e. Te xêr e, çi qewimiye ku tu mêvanan xwedî dikî?” Rovî bi konetî dibêje:

“-Dawiya qezenca dinyayê mirin e. Min di emrê xwe de pakiyek nekiriye. Çavê min lê ye ku beriya mirina xwe qenciyekê bikim û wisa derkevim hafa Xwedê.” Legleg pêșniyara roviyê kone û dibe mêvanê wî; lê rovî dest ji rovîtiya xwe bernade. Rovî radibe,  șorbeyekê çêdike, valayî leganên tehtevêlkî dike û dide ber mêvana xwe. Legleg çend nikilan lê bixe jî tiștek bi ser nikilê wê ve nayê. Rovî dike  șelpe șelp, legana li ber xwe dadilêse û diqedîne. Legleg jî emadê xwe xera nake, roviyê kone vedixwîne șîvekê, xatirê xwe jê dixwaze û diçe ser hêlîna xwe.

Dîtira rojê legleg jî  șorbeyekê çêdike, valayî  șûșeyên devteng dike û dide ber mêvanê xwe. Rovî carekê diduyan zimanê xwe li devê  șûșeyê dixe; lê tiștek bi sere zimanê wî ve nayê. Legleg jî binoșîcan  șorbeya xwe fir dike û vedixwe.

Rovî lê dinêre ku leglegê ji ber hîlebaziya wî ceza dayê, lewre  șorbe di vê  șûșeya devteng de daye ber wî. Ji ber vê yekê jî pir diqehire, xatirê xwe ji leglegê dixwaze û diçe.

....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues