La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2010, İstanbul
Préface : Pages : 432
Traduction : ISBN : 978-605-5683-30-6
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Hil. Yad. Kl. 84Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd


Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd

Refîq Hilmî

Weșanxaneya Lîs


Di sala 1934an de, ez li Mûsilê mamosteyê matematîkê yê 'Edadiyê bûm. Dr. Mecîd Hidurî, hevalê min ê gelek hêja û bi qîmet, ku pişt re dev ji Iraqê berda û çû Eme-rîkayê, wc çaxê di dibistana me de mamosteyê sosyolojiyê bu. Em herdu jî endamê Komeleya Zanistî ya Mûsilê bûn. Wî kitêbek bi navê El-Meseletu’l-Sûriye (Meselcyên Sùriyc) nivîsandibû û wekî diyarî nusxayek wê ya çapkirî jî ji min re ÿandibû. Dema ku min li ki-têbê nêrî, min dît ku mesela Sûrivê û ya Feyselê Yekem, gelek li me-sela Şêx Mebmûd ù ya Kurdistanê diçin. Ez jî, ji bo ku kesekî gelek nêzîkê Şêx Mebmûd û karbidestên Ingilîzan ên derûdora Şêx Mebmûd bûm, min bê wê çaxê ji bo bîranînên xwe gelek tişt ba xwe notgirtibûn û nivîsandibûn. Ji bervê, min fikra nivîsandina ...


Refîq Hilmî, di sala 1898an de li Kerkûkê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya li Silêmanî û Bexdayê, ji bo xwendina xwe ya di Akademiya Eskerî û Zanîn-geha Bilind a Teknîkî de diçe Stenbolê. Di esnayê Şerê Cîhanê yê Yekem de xwendina xwe temam dike û beriya Tevgera Şêx Mehmûd dest pê bike, vedigere Silêmaniyê û li wir rawêjkariya Şêx Mehmûd dike. Ew yek ji wan şahidê herî nêzîk ê Tevgera Şêx Mehmûd e.

Refîq Hilmî, dîrokzan, nivîsar û siyasetmedarekî bi nav û deng ê Başûrê Kurdis-tanê ye. Ew di sala 1938an de Partiya Hêwa dadimezrîne û dibe sekokê wê. Wî gelek kitêb di derbarê dîrok û zimanê Kurdî de nivîsandine.

Refîq Hilmî, di serdema hukumdariya Şêx Mehmûd de, di rojnameya Rojî Kurdistan û rojnameya berdevkê hukumeta Şêx Mehmûd, Bangî Kurdistanê de kar kiriye û di van herdu rojnameyan de nivîsandiye.

Refîq Hilmî, rexnegirekî edebiyatê yê herî naskirî yê Başûrê Kurdistanê ye. Wekî li jorê hat gotin, damezrênerê Partîya Hêwa (1938) ya veşartî ye (illégal). Ev partî pêşî li Kerkûkê tê organîze kirin û pişt re belavî ciyên din ên Başûrê Kurdistanê dibe. Kesên rewşenbîr û karmendên Kurdistanê yên wî wextî di vê partiyê de cih girtine. Ev partî xwediyê programeke neteweyî ya daxwaza serxwebûniya Kurdistana Iraqê bûye. Piraniya endamên wê xwediyê bîr û baweriya çep bûne.

Partiya Hêwa, bi Komeleya Jêkafê (Komeleya Jiyanneweyî Kurdistan) ya di bin serokatiya Ebdurrehman Zebîhî de hatiye damezrandin, pêwendî danîye. Wê ji bo alîkarî û amadebûna di demazirandina Jêkafê (1942) de, wezîfe daye du endamên xwe yên herî hêja yên zabitên ji artêşa Iraqê, Mistefa Xoşnaw û Mîr Hac Ehmed.

Refîq Hilmî, di gelek karên resmî yên dewleta Iraqê de jî xebitiye. Bi kar û barên perwerdeyê yê li Silêmaniyê re mijûl bûye. Di sala 1954011 de, bûye alîkarvanê waliyê Bexdayê. Di sala igsgan de jî bûye ataşeyê kulturî yê Iraqê li Enqereyê. Refîq Hilmî di sala 1960 de çû ye ser dilovaniya xwe.

Çend berhemên ji aliyê mamoste Refîq Hilmî ve hatine nivîsandin ev in:
1- Kurd Le Seretayî Mêjûwewe Ta Ku 1920.
2- Şiîra Kurdî û Edebiyat, Cild: I,1941
3- Şiîra Kurdî û Edebiyat, Cild: II, 1956.
4- Dîroka Kurdistanê.
5- Yaddaşt û Şoreşa Şêx Mehmûd, 6 cild, Weşanên Lîs, 2010

 


Diyarîye ji ruhê Kurdekî ku heta mirinê ji bo Kurdan jiya;
Ji ruhê mirê ku negihişt armanca xwe, Celadet Ali Bedirxan re!


PÊŞGOTINA KURMANCÎYA WÊ


Ev kitcba di destê we de, bîranînên mamoste Refîq Hilmî yên dema yekê û duduyan a hukûmdartiya Şêx Mehmûdê nemir e. Mamoste Refiq Hilinî di van herdu demên hukûmdartiya Şêx Mehmûd de kesekî herî nêzîk ê li derûdora Şêx Mehmûd bûye. Ji ber vê vekê, em dikarin bêjin ku şahîdê hemî bûyer û pêwendiyên di navbera Şêx Mehmûd û Ingilîzan, Şêx Mehmûd û Tirkan, terefdarên Tirkan ên li başûrê Kurdistanê, Şêx Mehmûd û Simko de ye.

Di van bîranînan de gelek bûyerên balkêj û girîng hene. Piştî heştê salan, yanî nêzîkî sedsalek, dema ku mirov îro jî li bûyerên başûrê Kurdistanê diqewimin, ew merheleya ku ew tê re derbas dibin û têkiliyan dinêre, mirov dikare bêje, tarîx dixwaze cardin tekerrûr bike. Lêbelê, di ciyê eşîrct û malbatên wê çaxê de, yên ku serweriya tevgerê dikirin, niha parti û grubên siyasî hene, qasî ku dixuye civata Kurd pêş ve çûye û wasiteyên têkojînê jî guherîne, lê, cardin ew dekûdolab û fendên wê çaxê li hemberî gelê Kurd hatine gerandin, îro jî dixwazin bên dubare kirin. Em hêvîdar in ku dê tarîx tekerrûr neke û ji xalên esasî yên bûne sebebê neserkeftina tevgera Şêx Mehmûd wek ders bên wergirtin û bibin guhar bikevin guhê me.

Qasî mirov ji nota di dawiya cilda sisiyan ya ji aliyê keça mamoste Refit] Hilmî, Dr. Pakîze Refiq Hilmî ve hâtiye nivîsandin derdixe, bîranînên Refiq Hilmî li vir naqedin. Ew dibêje ku : Wek tê ditin piști vê (dest bi deftereke din kiriye û Yadașt bi vî awayî bi nîvî nehiștiye. Çunki di sala 1952ê zayînî de dest bi vê defterê kiriye, yanî pêne sal beri wefata xwe. Ji ber vê nakeve aqilê mirov ku pênc salan vê rêza han a netemarnkirî bi vî awayi nivçe hiştibe. Ji rêzên piștî vê yen ji aliyê Pakîze Refiq Hilmî ve hatine nivîsandin, mirov derdixe ku defterek an çend defterên din li ba keçeke din a Refiq Hilmî mane û heta niha nehatine weşandin. Ez hêvîdar im ku qismên mayî yen vê berhema hêja, ji alîyê kes û nasên mamoste Refiq Hilmî ve bên weşandin û em xwendewan û nemaze dîroknasên Kurdistanê bikarin jê îstîfade werbigrin.

Di vê cilda sisiyan a ji aliyê keça mamoste Refiq Hilmî ve hati weşandin de, çend mijar hene ku tekrar in. Ji ber vê min nexwest ez wan careke din dubare bikim. Wekî nimûne, hatina Şêx Mehmûd ya Bexdayê û ya Simko li Silêmaniyê.
Amadekirina kurmanciya van bîranînan perçeyek ji projet a xebata ku min dixwest ez bimeşînim û ger mecal hebe ez niha jî dixwazim berdewam bikini, bû. Yanî weşandina kurmanciya bîranînên wan kesên ku di dema Şêx Mehmûdê nemir de xwedî rol û şahidên bûyerên wê serdemê bûn. Ez hêvîdar im ku wext û mecal hebe ez yên din jî bigihînim destê xwendevanên kurmancîaxêv.

Ez dixwazim li vir bi kurtî jî be, çend gotin li ser çapa wê ya Tirkî ya duduyan a di sala 1995an û meha tîrmehê de, ji aliyê “Nûjen Yayincilik” ve hatiye weșandin bêjim. Navê wergêr tune, lê pêşgotina wê ji aliyê M. Kalman ve hatiye nivîsandin. Ez nizanim ka gelo wergêr jî ewe yan na.

Di wergerê de gelek şaşî hene. Gelek nav şaş hatine nivîsandin. Ji bilî van, xala herî girîng ji serî heta binî bi dehan ciyan bi ser hevokan re gav daye. Ew wernegerandine. Li gor baweriya min ev tiştekî gelek şaş e. Dema mirov bixwaze berhema camêrekî, ew jî karekî wekî bîranînan wergerîne, tu mafê mirov tune ku mirov bi ser hevokan re gav bide û ew wernegerîne. Em bêjin mirov hinek hevok newergerandin, ku nekirina wê şaş e, qet nabe mirov îşareta dewama wê heye datîne dawiya hevokê, ku kesên xwendavan bizanin, belê li vir hevokek hebûye lê ew nehatiye wergerandin. Di wergera Tirkî de tiștek wiha nayê dîtin.

Şaşiya duduyan, mamoste Refîq Hilmî van bîranînên xwe ji ruhê Mîr Celadet Alî Bedirxan re diyari kiriye, ew gotinên ku ew atfê ruhê wî dike, di destpêka kitebê de ne. Wî, wekî ku di destpêka kitêbê de jî tê dîtin wiha gotiye:
"Diyarî ye ji ruhê Kurdeki ku heta mirinê ji ho Kurdan jiya;
Ji ruhê mirê ku negihîșt armanca xwe, Celadet Ali Bedirxan re!"

Mixabin wergerê kitêbê, van rêzan dabelandiye û kes nizane ka çi lê kirive. Belê, ji hemî șehîdên Kurdistanê re rêz û siyaneta me heye, lê nabe ku ew kesê xwediyê kitêbê bi xwe kitêba xwe ji ruhê wî re diyari kiribe, ji bini ve bê rakirin û navê kesekî/keseke din bê nivîsandin. Heri zêde mirov dikare wergera xwe ji ruhê kesê mirov bixwaze re diyari' bike.
Ji ber vê, ez Kurmanciya vê bîraninê, ji bo pêncîsalîya koça dawî ya mamoste Refîq Hilmî, diyariyê ruhê wî dikim. Ez li ser navê xwe gelek spasdar im ku bi saya wi camêrî û têkoşerê dilsoz, ez gelek tişt ji van bîranînan hîn bûm. Bila ciyê te buhușt be, Mamoste Refîq Hilmî! Ez dixwazim li vir spasê hemî awa alîkariyên kevnehevalê xwe Zinarê Xamo bikim, bila mala wî sed cari ava be.

Bi hêviya ku ev berhema hêja yê mamoste Refîq Hilmî kêrî xwendevanên kurmancîaxêv bê û em dersên mezin ji van çand rûpelên dîroka xwe wergirin.

Ziya Avci



Destpêk

Di sala 1934an de, ez li Mûsilê mamosteyê matematîkê yê 'Edadiyê bûm. Dr. Mecîd Hidurî, hevalê min ê gelek hêja û bi qîmet, ku pişt re dev ji Iraqê berda û çû Eme-rîkayê, wc çaxê di dibistana me de mamosteyê sosyolojiyê bu. Em herdu jî endamê Komeleya Zanistî ya Mûsilê bûn. Wî kitêbek bi navê El-Meseletu’l-Sûriye (Meselcyên Sùriyc) nivîsandibû û wekî diyarî nusxayek wê ya çapkirî jî ji min re ÿandibû. Dema ku min li ki-têbê nêrî, min dît ku mesela Sûrivê û ya Feyselê Yekem, gelek li me-sela Şêx Mebmûd ù ya Kurdistanê diçin. Ez jî, ji bo ku kesekî gelek nêzîkê Şêx Mebmûd û karbidestên Ingilîzan ên derûdora Şêx Mebmûd bûm, min bê wê çaxê ji bo bîranînên xwe gelek tişt ba xwe notgirtibûn û nivîsandibûn. Ji bervê, min fikra nivîsandina mesela Şêx Mebmûd û Kurdistana Iraqê kir serê xwe. Lê bat xuyakirin ku pêwîstiya min bi gelek tiÿtan heye. Yanî wekî çend kitêbên tavbetî ên li ser mesela Kurdî û lêkolînên kûr ên di derbarê mesele û serpêha-tiyên Kurdan de yên bi zimanên biyanî batine nivîsandin. Dostên min û birayên min ên Kurd di vî warî de destê xwe dirêjê min kirin, qet tu texsîratî nekirin, kêm û zêde gelek alîkariya min kirin. Hinek ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues