La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mijabad


Auteur :
Éditeur : Belkî Date & Lieu : , Diyarbakır
Préface : Pages : 234
Traduction : ISBN : 975-92180-3-8
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1830Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mijabad

Mijabad

"Mirin zengileke bêdeng e, tenê yê ku mirina wî nêzîk dibe, vê zingîniyê dibihîse.
Ji roja ku ez bûme mêvanê Mehabadê, zingînî ji guhê min neketiye.
Ez jî da ku li hember mirina xwe rawestim, dinivîsim. Ji ber ku tenê
nivîsandin, zora mirinê dibe."

Badînê Amêdî

 


Ez, di odeyeke rût de ji dayik bûm, bi tenê du tiştê bi ser serê min ve daleqandî hebûn; tivingek û Quranek. Nîvê şevê derbas bûbû, stêrkan şerekî bêdeng di tariyê de dikirin, roniyeke xemgîn ji stêrkan diniqutî. Pîrika min sond dixwar: "Bi serê Şêx Behadîn, te digot wê qiyamet rabe, dengê tivingan heta sibehê ji guhê me neket, kesî nizanîbû ew deng ji ku tê, diya te Hamêst bi çavine lal li dîwarên rût dinihêrî, her kêlîkekê min kevçiyê şimarûnê digihande lêvên wê yên zuha, ji rehtiyan nedişî lêvên xwe ji hev veke, peligên herdu çavên wê şîn bûbûn, bedena wê şebikîbû, ji jana zayinê rûyê etles ê palgeha bin serê xwe dicût û bi dengekî weke dengê yekî di binê bîreke zuha de, her digot: 'Yês gimêrnîmê. Yês gimêrnîmê (Ez dimirim, ez dimirim.) Eniya wê ya zaferanî bi çipikên xwêdanê xemilîbû. Wê katê, bavê te li Derbendî Baziyanê şer dikir. Dayeya ji bêxewiyê gêj bûbû, ji nişkê ve kire qêrîn: 'Mizgîna min li te neviyekî te çêbû!' Bi qêrîna mizgînê re stêrka sibê lerizî û di nav şewqa rojê de windabû, diya te bi çavekî mişt hêsir li te nihêrî û bi dengekî şikestî got: 'Dixas'(Kurê min.)

Û xwîn herikî ......................

Dayeyê ji dest hilanîn ket, doşek û palgeh di xwînê de man, rûyê diya te bûbû weke quşûfê, te kulmek zaferan tê bida wisa zer nedibû, çavên wê li te bû dema ruh jê kişiya. Ew çi şev bû kurê


Ji dîroka nêzik a Kurdistanê romaneke dîrokî serboriya Mehabadê. Di pêvajoya afirandin û têkçûna komarekê de, çûn û hatina helbestkarekî di wê pêvajoyê de weke marekî ço li serîketî. Li gel sedema rûxandina Komara Kurd a Mahabadê; helwesta Parîsê, Londonê û Moskowê; daqurtandina Berlînê ya cîhanê; tevgera siyasî a Kurdan, îxanet, şer, hevaltî, têkçûn, wêje û axir evîn...

Ji zimanê lîrîk ê Jan Dost romaneke hêja.

Jan Dost, atmosfera wê demê bi hevokên xwe yên delal ji nav mijê, ji nav mija Mehabadê, ji nav mija konjonktura wê dema kaotîk a cîhanê zelal dike. Jan Dost, ji me re çîroka werîsên daliqandinê vedibêje
Li Meydana Çarçirê bi Qazî re me jî ber bi sêdar û sêpekan ve dahf dide; ji bo wê êşê bi me bide hîskirin.

Bi stîla rojnivîsînê roj bi roj wê demê bi me dide jiyîn.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues