La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gilîdax bêxwedî nîn e!


Auteur :
Éditeur : Deng Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 246
Traduction : ISBN : 975-7011-38-X
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Cam. Gil. 4878Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gilîdax bêxwedî nîn e!

Gilîdax bêxwedî nîn e!

Yilmaz Çamlibel

Deng


Însan çima bi hevra şerdikin? Gelo di zilm û zordarîyê da, sedemên bingehîn çi ne?

Gelo, çima ewqas însan, dewlet, gelên ku etnîsita wan ji hew cuda nin, bi hevra şer dikin? Çima, ji bo xîlaf û nakokîyên kesanî an jî cîvakî, dijî hev zorê bikartînin? Gelo, kok û binyata vê zor û zulmê da çi heye? Xasima, kesên bi ilmê va mijûl dibin, li ser vê problemê û pirsgirikê disekinin, li ser vê bûyerê, gelek teorî ava dikin.

Hinek ji wan dibêjin, "Dinya ji bo insanên heyî ra teng e, an xwarin û vexwarinên li dinyayê têra însanan nake." Hinek jî dibêjin; "Di gîyan, beden û xwîna hin însanan da, genên zor bikaranînê heye. Ewana şer derdixînin. ” Hin jî dibêjin, “Şer ji ber rik, hêrs û sadîzma rêberan dertê. ” Gor hinekan jî şer, di navbera siruşt û însanan da faktorek e, ku jîyanê berdewam dike. Ango yên jar û lawaz ji ortê radike, jîyanek baş li ber xurtan vedike, ev rûdaneke xwezayî ye.

Li dinyayê çi wextê qewimandinên cîvakî pêk bên, bê guman sedemên wan ên bingehîn yên objektîfî hene. Bingeha wan qewimandinan pir in û gelek tevlihev in. Bi gotinek din, bingehên bikaranîna zorê, şer û pevçûnê, li ser gelek sedeman bejn dide.


Gelo kîjan egerên sereke ne, ku wan pevçûnan tîne holê û şeran derdixîne? Divê em wan sebebên rasteqîn bizanibin û her wusa, baş şirovebikin.

Gor lêkolînên zanistî, di dewra berê da insan, wek heywanan dijîyan û her tiştî, bi hevra parvedikirin. Wana tu caran hemberî hev zorê bikar neanîne. Bo nimûne; li ser îskeletên wan da, rêçê şikestinê û derizînê nehatîye dîtinê.

Di jîyana civakî da, dema ne wekhevî rûdaye, çîn û tebeqe pêk hatine; ango yên serdest û yên bindest çêbûne, ji wê demê pêve, zor, zordarî; şer û pevçûn jî destpêkirîye.



PÊŞGOTINEK DIRÊJ


Xwendevanên delal, ez şeş sal piştî têkçûna Serhildana Agirîyê, li binetara vî çîyayê pîroz û dîrokî, li bajarê Bazîdê hatime dinê. Min di zaroktîya xwe da, di derheqa Serhildana Agirîyê da, gelek tişt bihîstibû. Di xortanîya xwe da min ji herkesî dipirsî, gelo li ser serhildanê çi dîtine, çi bihîstine û çi dizanin. Bûyerên ku ji min ra dihatin gotin, min di mêjîyê xwe da dinivîsî.

Paşê, li ser Serhildana Agirîyê, li ser dîroka Kurd û Kurdistanê, min gelek tişt bihîst û xwend. Ez ji dîroka miletê Kurd haydar bûm. Ez, çiqas hîn dibûm, ewqas meraqa min zêde dibû. Meraqa min çiqas zêde dibû, min hê zêde dipirsî, dixwend û vedikola.

Ez, li ser Serhildana Agirîyê, bi dûr û dirêjî fikirîm. Min dît, ku Serhildana Agirîyê, ji serhildanên din gelek cuda ye. Gelek xasîtîyên wê yên taybetî hene. Min xwe ji xwe ra digot, "Wele Yilmaz, divê tu li ser vê serhildana netewî kar û xebat bikî û di tûrikê te da çi heye, divê tu pêşkêşî xwendevanên Kurd û bîyanî bikî."

Min dît, kesên ku şer bi çavên xwe dîtibûn û bi guhên xwe bihîstibûn, êdî çûbûn ser dilovanîya xwe. Yên ku, ji yên dîtî bihîstîbûn, ew jî ber bi çûyînê ne. Ger ew jî çûn, êdî hinek bûyerên dîrokê yên ku bi şahidîyê tên zanîn, wê wunda bibin. Min ji xwe ra digot, "Yilmaz, tu jî yek ji wan î. Tiştên ku tu dizanî, divê binivîsînî, da ku ew rûdanên dîrokê wunda nebin."
Qedera çend sal berê, min biryar da, ku ez li ser qewimînên Agirîyê, romanek binivîsînim. Min dest bi xebatê kir.

Haydarîyên ku min ji devên yekemîn bihîstibûn, tiştên ku min li ser mêjîyê nivîsî bûn, hêdî hêdî li ser kaxizan dinivîsand. Min dest bi komkirina dokumentan kir. Pirtûkên ku li ser serhildanên Kurdistanê, taybetî li ser Agirîyê hatibûn nivîsandin, min xwend. Min stranên, ku li ser Agirîyê dihatin gotin, berhevkir. Kutasî, tiştên ku min dibihîstin, dixwendin û didîtin, not dikir.

Min di mêjîyê xwe da, hêdî hêdî çarçove û qehremanên romanê tesbit dikir. Minê romana xwe, li ser serhildanê avabikira. Lê ne tenê li ser serhildanê; her wusa di romana xwe da, jîyana Kurdên Agirîyê, rewşa eşîrên Celalîya, raxista ber çavan. Minê romana xwe, bi pêwendiyên jin û mêrên Kurd, bi berx û mîh, bi deşt û zozan û kulîlkên Kurdistanê va bixemilanda.

Tam di vê demê da, albûmeke fotografa kete destê min. Ev albûma şerê Agirîyê bû. Ev fotografana, bi destê pîlotekî Tirka hatibûn kişandin. Ev pîlotê mîralay, serokê fîloya firokên Tirkan bû, ku di nav van 4 salan da, Agirîyê bombebaran kiribû. Navê vî pîlotê Naim Burkut bû. Ew pîlot, bi rutba orgeneralîyê ji ordîya Tirka teqawut bûbû.

Piştî mirina general, ev albûm gihîştibû destê keça wî ya bi navê Özgül. Awûkat Mehmet Celal Baykara hevalê wê keçikê bû. Saya serê wê hevaltîyê, keçikê albûmê dabû M. Celal Baykara.

Ev albûm ji bo me Kurda xezîneke girîng bû. Çawa min li wan fotografan nihêrî, min got “Divê miletê me van fotografan yeqîn bibîne." Li ser rica min, M. Celal Baykara vê albûmê da min. Ez, ji ber vî karê pîroz, spasdarîya xwe pêşkêşî birêz Baykara dikim.

Piştî dest ketina albûmê, min fikra xwe guhart. Min got, yê herî baş ew e, ku li ser serhildana Agirîyê berhemeke dîrokê binivîsînim, van fotografan jî tê da bi cîh bikim, da ku gelê me, wana jî bi çavên xwe bibîne. Ez hêvîdar im ku ev pirtûk, li ser serhildana Agirîyê, dê bibe çavkanîyeke giring.

Xwendevanên birêz, ev çend sed sal in ku miletê Kurd, ji bo azadî û serfirazîya Kurd û Kurdistanê berxwe dide, şer dike. Lê pir mixabin, hîn negihîştîye armanca xwe. Gelo çima?

Welatê kal û bavên me Kurdistan, bê daxwaza me, bi destên dagirkeran hatîye parvekirin. Dijminên me him pir in, him jî gelek zalim in. Bi zikreşî, çavsorî û fêlbazî, gelek asteng û dafikan datînin pêşîya me. Ev gotin tev rast in.

Lê gelo di vê rewşa xirab da, qet qusûr û gunê me tune? Divê em Kurd, vê pirsê bê dudilî ji xwe pirskin û bi camêrî li bersîvê bigerin.

Gor dîtina min, di vê babetê da gelek çewtî, şaşitî û xeletîyên me hene. Xuya ye, em li ser van pirsgirêkan zêde nasekinin û nafikirin. Yên ku difikirin, ew jî lêkolînan nakin. Yên ku vedikolinin, ew jî nanivîsînin. Zanyarên ku li ser van pirsgirêkan disekinin, difikirin û dinivîsin, mixabin gelek hindik in.

Çima fikirandin, şirovekirin, lêkolîn, lêgerîn û nivîsandin? Ez dixwazim li ser van pirsan, piçek rawestim. Berî her tiştî, di jîyana civakî da rola ziman çi ye, divê em dûr û dirêj ii ser vê pirsê bifikirin.

Ziman, berî her tiştî, haceteke dan û standinê ye. Mirov bi alîkarîya ziman, bi hev ra têkilî datînin; fikr û ramanên xwe eşkere dikin; derd û kulên xwe ji hev ra dibêjin; daxwaz û projên xwe pêşnîyarê hev dikin.

Bi mîlyonan însan, bi alîkarîya ziman, çand, huner, dîrok û jîyanek muşterek ava dikin. Wek hev difikirin, dikenin û digrîn. Yanê bi mîlyonan însan, bi alîkarîya zimanê xwe yê zikmakî, ji serberedayîtîyê derdikevin, dibin gel, dibin milet.
Xên ji van, xasîtîyeke ziman ya din jî heye, ku ew jî gelek girîng e. Ziman, kanî û xezna çanda miletan e. Berhemên ku bi destê zanyarên miletekî hatine afirandin, bi saya ziman tên parastin. Çanda miletan bi giştî, bi alîkarîya ziman, ji kalan derbasî bavan dibe. Ji bavan derbasî nevîyan, ji nevîyan jî derbasî nevîçirkan dibe.

Zimanê devkî, embareke bêîtbar û bêemniyet e. Em bêjin gava stran an jî çîrokek, ji devekî derbasî devek dinê dibe, hinek tişt jê tên guhartin, hinek wunda dibin. Carina, hinek berhem, tên ji bîr kirin û ji holê radibin.

Lê zimanê nivîskî wusa nîn e. Di vê xiznê da tu tişt wunda nabe. Tev berhem, bi xweserî tên parastin. Di dîroka mirovatîyê da, cîyê xwe digrin û ta ebed winda nabin. Ger berhemên Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî nehatana nivîsandin, me wê çawa navên wan hunermendên berze bizanibûya û berhemên wan bixwenda?

Bi gelemperî mirov, di jîyana rojane da, qedera 300-400 bêje-yan bikartînin. Lê, di nivîsandinê da, bi hezaran bêje tên bikaranîn. Bo vê jî her ziman, bi saya nivîsandinê pêşda diçe, geş û dewlemend dibe.

Dewletên dîktator, nijadperest û dagirker, ji ber van sedeman, zimanê me qedexe dikin. Nahêlin Kurdî bibe zimanekî nivîskî. Nahêlin em bixwînin, lêgerîn û lêkolînan bikin û binivîsînin.

Berî her tiştî ziman, çand, huner û dîroka me qedexe dikin. Nahêlin em berheman biafirînin. Paşê dibêjin, "Kurdî ziman nîn e, devokeke Tirkîye. Bi zimanê Kurdî tu berhem ne hatîye afirandin. Kurd bê dîrok, bê çand û bê huner in."
Di vê babetê da kêmasîyeke me ya mezin jî ew e, ku em xwedan arşîv nîn in. Ne tenê rewşenbîrên me, her weha partî, komel û dezgehên me jî, zêde qîmetê nadin avakirina arşîvek netewî.

Yên ku hene jî, bi destên dewletên dagirker tên talankirin. Xasima li Tirkîyê, her sal sê çar car polêz û leşkerên dewletê, mal bi mal, komel bi komel, partî bi partî digerin, dest datînin ser arşîvên me. Ew dizanin çi dikin. Lê gelo em dizanin divê em çi bikin?

Ji bo wan sedeman min biryar girt, ku ez li ser Serhildana Agirîyê, pirtûkek binivîsînîm. Bila ev pirtûk jî bibe beşekî, ji dîroka me ya nivîskî.

Belê, em werin naveroka vê pirtûkê. Ev pirtûk, li ser pênc beşan hatîye avakirin. Beşa yekemîn, dîroka şerê Agirîyê ye. Gelek mirovên Kurd, pir an hindik, ji van bûyêran haydar in. Lê dîsa jî hûnê di vê pirtûkê da gelek tiştên balkêş û giranbuha bixwînin.

Serhildan, di sala 1926an da destpêkirîye. Di sala 1932an da, bi serketina ordîya Tirk, gihîştîye dawîyê. Di destpêkê da, hejmara ordîya Tirka 720 kes, hejmara şervanên Kurda jî 50 kes bûn. Di dawîya şer da hejmara ordîya Tirk gihîştîbû 30 hezar leşkeran, 10 batarya (temamî 32 top), 550 tomotîk û 52 firokan. Hejmara şêrvanên Kurda jî gihîştibû 600 çekdaran. Yanê serê her şervanekî Kurda, 70 leşkerê Tirka diket.

Ez, dê şeş şerên muhîm, li ser xerîtan bi we bidim nasîn. Hûnê ji van xerîtan, herêma Agirîyê ku şer lê qewimîye, binasin. Hûnê bi çavên xwe bibînin, ku şervanên Agirîyê pêşberî vê ordîya bi hêz, çawa bi mêrxasî û fidakarî şer kirine. Bo azadîya miletê Kurd, çawa bi camêrî şehîd bûne. Hûnê bi camêrî, gernasî û fidakarîya van şervanan ra serbilind û bi telefandina wan ra jî xemgîn bibin.

Piştî têkçûna serhildanê, ordîya Kurda, derbasî îranê dibe. Lê, vê carê jî dikevin nav dafika ordîya Ecema. Emirtumanê Ecema, Biroyê Hesikê Têlî û hinek şervanên Kurda, hildide nav çemberê. Şer, sê şev û roj berdewam dike. Fîşengên şervanên Kurda xilas dibin. Biro birîndar dibe. Tiving di dest da, pişta xwe dide kevirekî û benda mirina xwe disekine.
Qumandarên Ecema, nêzikî wi dibe û tivinga Biro ji destê wî dikşîne. Ew çax Biroyê Hesikê Têlî dike axîn û wusa dibêje: "Hey wax! Gilîdax bêxwedi ma." Min, bersîvek da wî şervanê Gilîdaxê. Min got: "Na, şervanê me yê mêrxas, Agirî bêxwedî nîn e!". Ev bersîv, bû navê pirtûka min.

Beşa duwemîn, navên rêvabirên herdu hêzan e. Min, ji ordîya Tirka navên 30 kesan, ji şervanên Kurdan jî navên 180 kesan tesbît kir. Ezê van kesana bi kurtî bi we bidim nasîn. Yekem car e ku hûnê navên ewqas şervanên Agirîyê bibhên û bi kurtî wana binasin.

Beşa sêyemîn hevpeyvînên taybetî ne, ku di navbera salên 1950 û 1960î da hatine çêkirin. Dibe ku hinek xwendevanên vê pirtûkê, van hevpeyvînan bê qîmet, sivik û piçûk bibînin. Ji wan kesan ra pêşnîyazek min heye. Ji kerema xwe, herin 50 sal berê. Gelo 50 sal berê, Kurdistan di nav rewşeke çawa da bû? Rewşa xwendevan, rewşenbîr û ciwanên Kurda, çawa bû? Gelo di nav tevayîya Kurdistanê da çend kes, li ser pirsa netewî difikirî û kar dikir? Di nav vana da çend kes, wek min panzdeh salî bû?

Piştî têkçûna serhildana Dêrsimê, Kurdistana Jorîn ketibû nava bêdengîyeke mezin. Miletê Kurd, hîn di bin tesîra qetlîaman, di bin tirs û xofeke xeter da bû. Tukes curet ne dikir li ser van bûyeran biaxive, lêkolînan bike û binivîse.
Di nav lêgerîn û lêkolînên van bûyeran da gelek mirovan ji min ra digotin, " Wele ez tiştekî nizanim. Min ne tiştekî dîtîye, ne jî bihîstîye. Lawo, tu çima van tiştan meraq dikî? Tu bela xwe digerî? "

Wan deman ez xortekî navbeyna 15-25 salî bûm. Ez xortekî welatparêz bûm; lê ne mirovekî gihîştî û pispor. Min ne dikarî bi hostatî wan mirovan bikşînim nav pirsgirêkê û bidim xeberdanê. Ez dîsa hêvî dikim xwendevanên ku vê pirtûkê dixwînin, wê di nav van hevpeyvînan da gelek tiştên girîng bibînin û gor mercên wê demê, wana binirxînin.

Beşa çaremîn, fotograf in. Ez dixwazim bala we bikişînim li ser çend tiştên girîng. Di wê demê da, fîloyên firokên Tirkîyê, li Enqere, Eskîşehîr û Îzmîrê hatibûn komkirin. Notên, ku di bin hin fotografan da hatine nivîsîn, dide xuyakirinê, ku tevayîya fîloya firokên dewletê êrîşî Agirîyê kirine.

37 firok li Erdîşê, 15 firok jî li Qerekosê hatibûn cîwarkirin. Li Erdîşê, bo firokan tamîrxaneyek jî hatibû avakirin.
Berê, firokên keşfê, li ser Agirîyê difirîyan. Fotografên hêzên çekdarên Kurda, konên eşîran, mêrg û zevîyan, pez û dewarên eşîran dikşandin. Gor van tesbîtan, paşê firokên şer, van deran didan ber bomban.

Dîsa, gor notên bin fotografan xuya dike, ku Mareşal Fevzi Çakmak û îbrahim Tali Öngören dihatin teftîşa hêzên ku êrîşî Agirîyê dikirin. Malûm e, Mareşal Çakmak Fermandarê Giştî yê Hêzên Leşkerî yên Tirka bû. Öngören jî Mufetişê Umûmî yê Kurdistanê bû. Bi gotinek din, Walîyê Giştî yê Kurdistanê bû. Ev jî nîşan dide, ku dewleta Tirka, bi destên mirov û dezgehên herî bilind, şerê Agirîyê teqîp û îdare kirîye.

Beşa pêncemîn a pirtûkê, stran in. Li ser serhildana Agirîyê gelek stran hatine gotin. Ev stranana, 73 sal in, ku di nav civata Kurda da, xasima li herêma Agirîyê tên gotin. Li bajar, gund û zozanên Kurdistanê da her şev bi hezaran Kurd, ji devên dengbêjan, dîroka Agirîyê guhdarî dikin. Bi mêrxasîyên wan ra şa, bi mirinên wan ra jî xemgîn dibin.

Li her hêlên dinyayê, bûyerên ku di nav miletek da qewimîne, ji bo edebîyat, çand û hunera wî miletî ra, bûne çavkanî. Gelek peykervan (heykeltraş), wênevan, hozan, dengbêj, edebîyatnas û çîrokbêj li ser van bûyerên dîrokî, berhemên cur be cur diafirînin. Binketin û serketin, şîn û şahîya miletan, di nav van berheman da tên neqşandin. Ev berhem, dibin beşek ji dîroka miletan û êdî nayên ji bîr kirin.

Çawa min li jor jî nivîsî, dijminên miletê Kurd nahêlin ku zimanê Kurdî bibe zimanê nivîskî. Ji ber vê sedemê, edebîyat, çand û hunera me ya nivîskî qels e, lê ya devkî gelek dewlemed e.

Di edebîyata Kurdî ya devkî da, beşê herî girîng û dewlemend, stran in. Hozanên me, li ser bûyerên dîrokî, daîm stran gotine. Ev stranan ji hezaran sala vir da hatine parastin. Saya serê van stranan miletê me, ji dîroka xwe haydar dibe. Ruhîyeta netewî wunda nabe, pêşda diçe û geş dibe.

Piranîya stranên, ku li ser Serhildana Agirîye hatine gotin, forma muzîqa gelêrî nin. Lê, hinek ji wan jî sîyasî ne. Hinek mesajên sîyasî didine guhdaran. Dengbêjên me, dîsa ji tirsa dewletên zordar, van stranan bi eşkere nekarîne bêjin. Ji ber vê sedemê, gelek stranên sîyasî hatine ji bîr kirin.

Ez bi xwe, di nav çîrok û stranan da mezin bûm. Her şev heta razanê min ji dê, met, xaltî û xwîşkên xwe çîrok û stranan guhdarî dikir. Min gelek stran û çîrok ezber kiribû. Car caran min jî, ji cimaetê ra çîrok digot an jî distira. Lê sed heyf, min wana ji bîr kirîye.

Ez li ser stranên Agirîyê gelek xebitîm. Lê pir mixabin ji wan stranan pir bi dest nexist. Lê dîsa jî, 30 stranên balkêş pêşkêşî we dikim.

Xwendevanên birêz, qebîlên Tirka qedera 900 sal berê, bi koçerî hatine Kurdistanê. Evqas sal in em bi hev ra dijîn. Di vê zemanê dirêj da, mabeyna herdu gelan da, dîrokek hevbeş derketîye holê. Ew şerên ku hatine kirin, ew peykerên ku hatine çêkirin, ew fotografên ku hatine kişandin, ew stranên ku hatine gotin, beşên ji vê dîroka me ya muşterek in. Ev pirtûka min jî, wê bibe parçeke dîroka Kurd û Tirkan.

Di van demên dirêj ên jîyana hevbeşî da, li me gelek neheqî hatine kirin. Wextê tengasîyan da ji me ra gotine, "Em birayên hev in." Me ji wan ra xizmet kirîye. Di rojên rehet da, bi me ra tiştekî parve ne kirine. Heq û huqûqên me hildane bin pîyên xwe, perçiqandine.

Xasima piştî damezrandina Komara Tirkîyê, di nav Tirk û Kurdan da, gelek xîlaf û nakokî qewimîne. Ev 80 sal in, hebûna me înkar dikin. Welatê me dişêlînin, talan dikin. Gund û bajarên me dişewitînin, wêran dikin. Miletê me qir dikin, serokên me darda dikin.

Tirk, ji me ra dibêjin: "Hûn Tirk in". Em dibêjin; na, em Kurd in. Ew dibêjin: "Kurdî ne ziman e.” Em dibêjin Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e. Ew dibêjin: "Li hemberê me serêxwe daynin" Me gotîye na û serî hildaye.
Ew ji me ra dibêjin: "Dizek, şaqî, terorîst, Kurdê bi boçik." Me tu car, heqaretên wusa li wan ne kirîye. Pirî caran me gotîye, "Roma Reş", "Roma Bêbext".

Ewana, di nav şer da, li hêsîrên me heqaret û îşkence kirine. Bê pirs û sewal em dardakirine. Mirîyên me bi panzeran perçe perçe kirine. Poz û guhên hêsîr û mirîyên me jêkirine. Lê, me ji hêsîrên wan ra daîm hurmet nişan daye. Nan û ava xwe bi wan ra parve kirîye. Ewana destdirêjîya keç û jinên me kirine. Me, daîm ji namûsa wan ra, hurmet nîşan daye.

Em dibêjin werin em herdu milet di nav jîyanek muşterek da wekhev bijîn. Ew dibêjin, "Xudanê vî milkîgelê Tirk e. Em efendî ne, hûn jî kolên me nin."

Bi kurtî, karbidestên dewleta Tirka, hebûna me qebûl nakin. Ziman, çand û hunerên me qedexe dikin. Gava em daxwazên mafên mirovî û netewî dikin, me davêjin zîndanan, teda û îşkence li me dikin. Ev 80 sal in, ew zulma xwe didomînin, em jî, serhildana xwe. Ji ber sebeba vê rejîma kevneperest a xwînxwar û kedxwar, me bi hev ra şer kirîye û ji hev mêr kuştîye.

Ev dijîtîya xeter, hê jî berdewam e. Kê dizane, belku piştê xwendina wê pirtûkê, hinek rêvebirên Tirka, li ser pirsa Kurda kûr bifikirin û dev ji vê sîyaseta qirêj berdin.

Yilmaz Çamlibel
01.09.2004, Wuppertal




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues