La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xatê Xanim


Auteur :
Éditeur : Belkî Date & Lieu : 2004, Stenbol
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 975-921804-6
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1620Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xatê Xanim

Xatê Xanim

Ji ber ku em di pêşketina demê de awiqî mabûn, em mecbûr man ku, berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikin; weke Xatê Xanimê a em niha wê weke klasîk bi nav dikin.

Binavkirin, a rast em di koplîkasyoneke binavkirinê de emirqutî bûn, mîrkutê demê ruhê me dikuta û hey dikuta, lê, ji bo kêlîkê be jî, ji navê me tu form nedifesilî. Sedema vê bênavbûnê; janên me ji bo me ne hêjayî pênc qurişan bû; di demê de me bi qasî pênc qurişan xatir nedabû janên xwe û em bê nav li bin guhê dîwaran ketibûn. Me navên hev xera dikirin, weke semiyolojîk (nîşanzanî) tu nîşanan jî, di mejiyê me de birûskên navan venedidan. Ev bênavbûn bi xwe re bêwatebûnek jî diajot ber lûla tifingê. Her navê diteqiya kaosa wateya jiyanê tev li hevtir dikir. Me weke derman kêr dieciband û her me weke derman kêr dieciband, navê tiştekî zelal dibû, navê tiştekî bi mahne dibû, ew xwîn bû.

Ji ber ku me navê xwe û navê hev xera dikir, tukesî û tu civakan navê me hilnedida. Me yê av li serjêkirina hebûna xwe venexwara ji ew kesên ku, navê me hilbidaya -ku dijmin bûya jî wê tutişt ferq nekira- û me yê bi serbilindî deqa xwîna xwe li eniya dijminê xwe jî bixista. Belkî jî navê me giran bû û tu zimanan nikarîbû ew hilgirta. Me tucarî weke netewe wext di kefa destê xwe de nefirkandibû, weke gelek tiştî em di hunerê de jî virnî mabûn û ev diyarde weke kêrekê hişê me diêşand, diçirand. Ev diyarde, weke zarokekî/e hê kamil nebûbû û rolên mezinan lê hatibe barkirin bû, ji lewre carinan mîsyon ji bin ve velişî dima...


PÊŞGOTIN

Ji ber ku em di pêşketina demê de awiqî mabûn, em mecbûr man ku, berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikin; weke Xatê Xanimê a em niha wê weke klasîk bi nav dikin.

Binavkirin, a rast em di koplîkasyoneke binavkirinê de emirqutî bûn, mîrkutê demê ruhê me dikuta û hey dikuta, lê, ji bo kêlîkê be jî, ji navê me tu form nedifesilî. Sedema vê bênavbûnê; janên me ji bo me ne hêjayî pênc qurişan bû; di demê de me bi qasî pênc qurişan xatir nedabû janên xwe û em bê nav li bin guhê dîwaran ketibûn. Me navên hev xera dikirin, weke semiyolojîk (nîşanzanî) tu nîşanan jî, di mejiyê me de birûskên navan venedidan. Ev bênavbûn bi xwe re bêwatebûnek jî diajot ber lûla tifingê. Her navê diteqiya kaosa wateya jiyanê tev li hevtir dikir. Me weke derman kêr dieciband û her me weke derman kêr dieciband, navê tiştekî zelal dibû, navê tiştekî bi mahne dibû, ew xwîn bû.

Ji ber ku me navê xwe û navê hev xera dikir, tukesî û tu civakan navê me hilnedida. Me yê av li serjêkirina hebûna xwe venexwara ji ew kesên ku, navê me hilbidaya -ku dijmin bûya jî wê tutişt ferq nekira- û me yê bi serbilindî deqa xwîna xwe li eniya dijminê xwe jî bixista. Belkî jî navê me giran bû û tu zimanan nikarîbû ew hilgirta. Me tucarî weke netewe wext di kefa destê xwe de nefirkandibû, weke gelek tiştî em di hunerê de jî virnî mabûn û ev diyarde weke kêrekê hişê me diêşand, diçirand. Ev diyarde, weke zarokekî/e hê kamil nebûbû û rolên mezinan lê hatibe barkirin bû, ji lewre carinan mîsyon ji bin ve velişî dima.

Edebiyatvanên nûjen bavê xwe yê edebî nedieciband. Me ne bavê xwe dieciband û me ne li bavê xwe zêde dikir. Me bi nav dikir, yek bi yek, herf bi herf navên ji bêwatebûnê kufnikgirtî.

Tu çare tune bû edî me yê berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikirna. Û me baş dizanîbû ku, xelkê jî berhemên 400¬500 salî yên weke Don Kîşot weke klasîk bi nav dikir. Xuya bû ku ji her halî hibra me virnî mabû.
Edebiyata (wêjeya) modern a her welatî li gorî, ronîkirina klasîkên xwe cihoka ziman, tevn, teknîk û hêmaya xwe dike lehî an jî dimiçiqîne.

Ji bo wêjeya modern, tekstên ewil pirr bixatir in. Ji ber rewşa wan a dokumanterî, danberhevdeyî, destnîşankirina guherîna zimanî, fahmkirin û ji hev veçirandina qonaxên edebî, tahlîlkirina jiyana mirovî û civakî... Xatê Xanim, yek ji wan tekstên ewil a bi forma romanê hatiye nivîsandin e. Weke klasîk tê binavkirin.

Romana Eliyê Evdilrahmên a ewil Xatê Xanim, li gor hinek hîpotezên edebî; di Kurmancî de jî romana ewil tê binavkirin; ji ber ku Şivanê Kurd a Ereb Şêmo, ewil bi Kurmancî tê nivîsandin lê bi Kurmancî nayê weşandin; werdigere Rûsî û di 1935an de li Tiflîsê tê çapkirin. Dû re ji alî Bazil Nikitin ve werdigere Frensewî û ji Frensewî jî nivîskar Nûredîn Zaza wê werdigerîne Kurmancî; ango Şivanê Kurd a Ereb Şêmo ya em wê dixwînin wergera wergerê ye û li gorî heman hîpotezê teksta romana Şivanê Kurd a orjînal, ne li holê an jî wenda ye. Ku ev hîpotez ne rast be jî, di her hal û karî de Xatê Xanima Eliyê Evdilrehmên di romana Kurmancî de, romana duyem e.

Îro gava em roman û çîrokên modern ên bi Kurdî dixwînin, em dibînin ku gelek ji wan ne bi herikbariya xwe, ne bi vegotin û ne jî bi lîrîzma xwe, xwe nikarin bigihînin nûjeniya Xatê Xanimê ya Eliyê Ebdilrehmên.
Mêrikek rabûye 45 sal berê bê derfet, bê cih û war, serî nizane li ser kîjan kevirî romanekê ava dike û bi ser dikeve.

Berhemên klasîk li gel doneyên sosyopsîkolojîk, sincî û dîrokî, doneyên hermenotîk (nivîsşîrove) jî pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Di Xatê Xanimê de, em dikarin pêrgî van doneyan (danan) gişan werin.
Di Xatê Xanimê ya Eliyê Ebdilrehmên de, rehwanî, herikbarî û hostetiyeke vegotina hunerî berbiçav e; herweha divê em epîzma vê berhemê jî ji bîr nekin.

Di karektera pîrekeke Kurd a serekeşîr de -ku guhertin û balkêşiyeke hêjayî pesinandinê ye ji ber ku lehenga xwe femînen hilbijartiye- têkiliyên eşîrên Kurdan û otorîteya desthilatdar a Tirkan, di dîroka nêzîk de bi livandin, fikirandin û xeyalkirinên wê demê, bi zimanekî fesîh û bûyereke herikbar pêşkêşî hişê me dike.

Her çend xusûsiyetên klasîk lê nefesilin û em mecbûr dimînin vê berhemê weke klasîk bi nav bikin jî, divê em ji bîr nekin ku, ew jî ji bo me, me bi nav dike.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues