La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nimûne


Auteur :
Éditeur : Çanda qedexekirî Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 377
Traduction : ISBN : 91-830-0622-7
Langue : KurdeFormat : 135x205 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3107Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nimûne

Nimûn
ji gencîneya çanda qedexekirî

Eşkereye ku çar hukûmetên koledar yên ku Kurdistanê di navbera xwe de pişk kirine û her cûre hovîtî bi serê kurdan ve anîne û tînin; kuştin, zîndan, lêdan, sêpî, neyistan û gelek wehşetên mexof yên din kirine perçeyek ji jiyana Kurdan a rojane. Herweha wan dijminên rûreş zimanê Kurdî yê bi hezaran sal bi vir ve ku Kurd pê dipeyivîn, xasma hukûmeta Tirk, qedexe kirine û heyînên Kurdan ên nivîsî tev şewitandine û ji holê rakirine. Di şûna wê de ziman û çand û tore û folklora xwe bi Kurdan dane hînkirin. Hemû tiştên Kurdan yên pîroz û giranbiha ji folklorê, toreyên kevnare yên mîrata bav û kalan medeniyet, hikumdarî û sazûmanên Kurdan bigre heta xwoya nijadî, govend û dîlan û leyztikên zarûkên Kurdan jî, di nav barbarî û wehşetên xwe de temartine, veşartine û tune kirine.

Lê belê herçiqasî dijminan li hember dîrokê hewqasî rûreşiyên giran û fedîkariyên dijî mafên mirovahîyê kirine û li hember demokratiyê jî gunehên herî mezin kirine. Lê neteweyê Kurd dîsan jî bi her rewşa hal ê xwe di wan demên reş û tarî de û di bin têçûnên xerab de çi bi qelem, çi bi çek û çi jî bi peyvê be li ber xwe daye, serîhildaye serê xwe hîç ji dijminan re netewandiye û ta bi roja îro jî li ber xwe dide. Ew ê li ber xwe jî bide ta ku axa bav û kalan ji bin lingên qrêj û gemar bifilite.

Herwekî diyar e, piraniya nivîskar û rewşenbîrên Kurd, ji berê ve bêtir helbest, xezel, beyt û qesîde nivîsîne. Ev tişt eşkere ye kesên ku tiştên weha dinivîsin yan ji ber evîn û kêfa xwe , yan jî ji ber kul derdên li nav hinavên xwe dinivîsin. Lê heçî Kurdin tu carî rojeke xweş, ruyekî geş, jiyaneka bê derd, dilekî rihet û hêsa nedîtine. Ji lewra jî wan hewqas helbest û xezel nivîsîne. Çimkî çaxê kela nava meriv radibe, çi ji ber xweşîyê û çi ji ber reşiyê meriv yan bi ken yan jî bi girî kela wê difûrîne. Lê gotineka pêşiyên me heye: "Girî, ne karê mêrane" Sedem jî ev e, ku piraniya nivîsarên kurdî helbest in!

 


PÊŞGOTIN

Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî

Ev hêj nû derdikeve holê û pêşkêşî xwendevanên Kurd dibe. Pirtûk ji du zaravayên kurdî -kurmancî û dimilî- pêk hatîye. Bêguman gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene, ku bi zaravayên din jî nivîsîne. Herweha yên ku xwerû bi zimanên biyanî jî nivîsîne gelekin. Lê mixabin me birî û çare nebû, ku em nav û nîşanên wan digel navên pirtûk û berhemên wan tev kom bikin û di vê pirtûka xwe de binivîsin.

Ji xwe lipaka nivîsandina navên hewqas nivîskar û beyankirina hewqas berhem û pirtûk, ne karekî hêsan e ku di cildek pirtûk de bêtin civandin. Bi hindikî be jî hin pirtûk derheq wan nivîskaran de û bi wan zaravayan hatine nivîsandin. Lê ji ber hovîtî û wehşeta hikûmeta Tirk, bi zaravayê Kurmancî û Dimilî pir kêm pirtûk hatine nivîsîn. Lewra piraniya nivîskar û rewşenbîrên ji van herdu zaraveyan ku hebûne jî, Hukûmetê ew ji holê rakirine û berhemên wan tune kirine. Lê tekûtûk pirtûkên ku ji ber şapa hovîtiyê filitîne jî, bi destên kurdên dilovan hatine veaşartin û ew ta roja îroyîn mane. Piraniya van berevokên me jî, hinek ji bermayiyên wan dema ne ku filitîbûn.
Piştî ku ez ji ber hovîtiya Cunta Faşîst a Tirkiyê sax filitîm, di dawiya sala 1984 an de revîm hatim û li Ewrûpayê bi cî bûm. Lê ji ber îşkenceyên ku di 178 rojan de li min hatibûn kirin, ez nexweşekî bêhal bûm. Ji hingê ve, ez ji aliyekî ve li Nexweşxana Xaça Sor Beşa Îşkencedîtan hem tedawî dibûm û ji aliyê din ve jî, min bi hin riyên sergirtî bi welêt re pêwendî kir, da ku hin destnivîsan berdest bikim. Ji wê demê ve, bi saya çend heval û dostên dilovan, gelek destnivîsar û şerîd ketin destê min û min ev kar domand.

Di nav destnivîsarên berhevokên me de, ku tev helbest û beyt û qesîde ne, navên gelek nivîskar û helbestvanên Kurd digel nivîsarên wan hebûn. Hinek nav jî hebûn, me ew hê nû seh kirin. Nexwe, eger lêkolîn û lêgerîn li nivîsarên bi zaravayê Kurmancî û yê Dimilî bêtin kirin, dê gelek derkevin holê.

Ev nivîsarên berhevokên me, hemû destnivîsar in û hinek jê, berê bi tîpên Erebî hatibûne çapkirin. Piraniya wan nivîsa bi destên Mele Ehmedê Q. ne, ku wî ji zû ve ew civandibûn û dîsa bi tîpên Erebî nû kiribûn. Jmara berhevokan li dora 250 rûpelî heye û piranî fotookpî ne. Di nav wan de, çend şerîd jî hene. Ez sipasiyên xwe bi dilgermî, xasma ji Mele Ehmed re û ji wan dost û hevalên perwer re ji bo wê alîkariya bêhempa û bi nirx kirine pêşkêş dikim..

Ev nêzî pênc sala ye, xebata min li ser vê pirtûkê domandiye. Lê belê bi zehmetekî pir û giran çi ji ber nexweşîya min be û çi ji ber destengiyê be, ez qewî êşandim. Lê kîn û rika min a li hember dijminên Kurdistanê û bi hindikî be jî bicihanîna berpirsyariya deynê neteweyê Kurd li ser min, zêdetir ez ber bi fedakariyeke bi dilxwazî ji bo amadekirina vê pirtûkê dehfandim. Û di vî karî de çiqas ku xebata min ber bi pêş ve diçû, ez di warê psîkolojî de xweş dibûm û her ku diçû, baweriya min jî bi min zêdetir dibû.

Ev pirtûka Nimûne belgeyeke, ji wan kesên ku li ser nivîskar û helbstvanên Kurd ên di zaravayê kurmancî û dimilî de lêkolîn dikin û digerin. Çimkî tê de hinek nav hene, ku hîç nehatine bihîstin û hinek helbest hene ku li tu deverê çap nebûne.

Berê me wan nivîsarên berhevok hemû ji tîpên Erebî wergerandin tîpên Latênî. Herweha peyvên di şerîtan de jî daxistin nivîsê û navê xwediyê her helbestekê li ser nivîsî. Îcar di hin deverêran de ji ber ku nivîs rengîn bûn, di kaxezên fotokopiyê de nedihatin xwendin. Ew deverên wisa bi niqutan kifşkirî ne, yan jî bi lênêrîna mercekê bi gumana xwendina rast di nav kevanekan de hatine nivîsîn.

Piştre me derheq jiyana wan nivîskaran de lêkolîn kir û li bin navê her nivîskarî bi kurtî di derbareya jiyana wî de nivîsî. Kîjan pirtûk, kîjan kovar, kîjan rojname ku tarîxa jidayikbûn û mirina kîjan nivîskarî di derbareya jiyana wî de bi çi rewşê nivîsîye, li gor wan çavkaniyan me ew tarîxên cuda yên newekhev li pey hevdu bi kurtiya çewabûna jiyana nivîskaran, digel beyankirina rûpel û cild û hejmarên wan çavkaniyan nivîsîne .

Pirtûka Nimûne, ji tarîxa 1010- an ji Elî Herîrî dest pê dike û heta dema niha digel navên çend nivîskarên li jiyanê jî, li gor tarîxa jidayikbûna wan bi rêzê agehdarî dide. Lê mixabin me derheq jiyana çend nivîskaran de, tu belgeyên nivîsî bi dest nexistin. Tenê navên wan û hin helbestên wan hatine nivîsandin. Bicîkirina navên nivîskarên demtarî, me li gor gumana xwe, di navbera yên demxuya de bi cî kirine.

Lê mixabin çend nivîskarên menşûr, wek Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Qedrîcan, Kemal Badilî, Mele Smaîlê Bazîdî û hwd nehat nivîsîn. Lewra me di derbareya jiyana wan û ya berhemên wan de tiştekî peyda nekir.

Îcar ev çend nivîskarên sax ku navên wan û rewşa jiyana wan tê de hatine nivîsîn, me bi hinekan re bi telefon û name pêwendî kir û me bi çend nivîskaran re jî şexsî hevpeyvîn çêkir. Îcar çi agehdariyên ku derheq wan de hene, li gor beyankirina wan, serpêhatiya wan û navên pirtûkên wan hatine nivîsandin.

Ev pirtûk ji du beşan hatiye amadekirin. Yek, Beşa Dimilî ye û ya din Beşa Kurmancî ye.

Beşa Dimilî: Di vê beşê de behsa nivîskarên ku bi zaravayê dimilî nivîsandine heve. Lê gelek nivîskar û rewşenbîrên ji vî zaravayî hebûne û hene, piraniya wan bi kurmancî yan wekî din pirtûk nivîsîne. Me navên kesên wisa, nexist vê beşê.

Beşa Kurmancî: Kesên ku bi zaravayê kurmancî pirtûk nivîsîne, pir in. Çi li Kurdistana başûr, çi li Kurdistana bakûr û çi jî li Yekîtîya Sovyetê. Lê di vê beşê de tenê navên nivîskarên ku ji Kurdistana Bakur in û navên çend nivîskarên ku bi koka xwe ji wir in û ew bi xwe li deverên din jiyane yan dijîn, cî girtine. Ev beş jî li sê paran pişk bûye û her pişkek bi tîpekê, yanî bi A, B û C nîşankirî ye.

Pişka A: Ji nivîskar û helbestvanên kevn û ji kesên welatparêz ên şoreşger pêk hatiye.

Pişka B: Ji helbestvanên olî û pesndana şêxan pêk hatiye. Yanî hemû helbest û qesîdeyên ku di vê pişkê de ne, bi naveroka xwe yezdanî ne û hinek jî pesnê şêxan didin.

Lê tiştê ku bala meriv dikişîne ser; nikla van ristên yezdanî, edebîbûna wan, lihevxwarina bêje û hevokan di warê kite û qafiyeyan de û rewantiya wan, ji yên di pişka "A"yê de xweştir in.

Pişka C: Tev helbest û bêjokeyên efare ne, ku li virû wir bê ku xwediyê wan kifş bin di şerîtan de hatine gotin. Ev pişk bi naveroka xwe, dibe du-sê par. Lê dîsan jî tevde yezdanî ne, yan jî ji wê babetê ne. Hinek jê pesnbêje (medhîye) ne, ku ji aliyê derwêşan (dewrêş) ve li ser Mihemed Pêxember û sehabiyên wî hatine derxistin.

Ez ji bo kutakirina vê pirtûkê pir dilxweş û şad im, ku bi xebateke min ya dirêj û bi alîkariya dost û hevalan ev berê meywe yê şêrîn derket holê û pêşkêşî xwendevanên Kurd bû. Herweha bi umîd û bawer im herçiqas ku ev karê me hindik be jî, dê hin tîrêjên bi şewq bide ziman û çanda kurdî û wê xwendevanên me pê ji nivîskar û edibên xwe agandar bibin û hem jî pirtûkxana Kurdistanê dewlemend dibe.

01.08.1989
Zeynelabidîn Zinar




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues