Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°36


Nivîskar :
Weşan : Têkoșer Tarîx & Cîh : 1987, Bruxelles
Pêşgotin : Rûpel : 40
Wergêr : ISBN : 0773-3887
Ziman : KurdîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 36Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Têkoșer, n°36

Versions

Têkoșer, n°36

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Ji 19 ta 25ê Nîsanê, di bin berpirsiyariya Enstituya Kurdî ya Parîsê de civînek bi zimanzan, nivîskar, rojnamevan û nûnerên kovarên Kurdî re pêk hat. Vê civînê heşt rojan dewam kir. Di van heşt rojan de xebateke giranbiha hat kirin.

Cara yekem e ku bingeha xebateke weha giring bi awakî akademîk bi zaravê Kurmancî hat danîn.

Di vê civîna ku li Barselona, paytextê Katalonya otonom li Spanya cî girt, xebata amadekirina xarîteke Kurdistanê û a cîhanê bi zimanê Kurdî bû. Coxrafya Kurdistanê, nivîsîna navên bajarên Kurdî, coxrafya welatên cîran û yên Awrûpa, Asya, Afrîka, Awustralya, Amerîka yek bi yek, bi agadariyeke mezin hatin nivîsîn. Hemî bajarên Kurdistanê û yên welatên cîran bi navên Kurdî dikevin ser xarîtê. Lê yên din, ewê weka xwe bên danîn, lê di bin wan de bilêvkirina wan a Kurdî ewê bê nivîsîn.
Bi vî awayî, cara yekem e di dîroka Kurdistanê de ku amadekirina xarîteke Kurdî bi tîpên latînî tê avêtin û weşandin. Ewê xarîte bixwe di nav van mehên ber me de bê weşandin û belav kirin.

Di civînê de herweha li ser rastnivîsîna navên demên ...



CIVÎNEK LI SER XARÎTA KURDiSTANÊ

Derwêş

Ji 19 ta 25ê Nîsanê, di bin berpirsiyariya Enstituya Kurdî ya Parîsê de civînek bi zimanzan, nivîskar, rojnamevan û nûnerên kovarên Kurdî re pêk hat. Vê civînê heşt rojan dewam kir. Di van heşt rojan de xebateke giranbiha hat kirin.
Cara yekem e ku bingeha xebateke weha giring bi awakî akademîk bi zaravê Kurmancî hat danîn.

Di vê civîna ku li Barselona, paytextê Katalonya otonom li Spanya cî girt, xebata amadekirina xarîteke Kurdistanê û a cîhanê bi zimanê Kurdî bû. Coxrafya Kurdistanê, nivîsîna navên bajarên Kurdî, coxrafya welatên cîran û yên Awrûpa, Asya, Afrîka, Awustralya, Amerîka yek bi yek, bi agadariyeke mezin hatin nivîsîn. Hemî bajarên Kurdistanê û yên welatên cîran bi navên Kurdî dikevin ser xarîtê. Lê yên din, ewê weka xwe bên danîn, lê di bin wan de bilêvkirina wan a Kurdî ewê bê nivîsîn. Bi vî awayî, cara yekem e di dîroka Kurdistanê de ku amadekirina xarîteke Kurdî bi tîpên latînî tê avêtin û weşandin. Ewê xarîte bixwe di nav van mehên ber me de bê weşandin û belav kirin.

Di civînê de herweha li ser rastnivîsîna navên demên salê, navên mehan, (he)jmaran jî hâte kirin.
Navên teşkîlatên navnetewî û hwd. hatin nivîsîn.

Dema ku xarîta me bi zimanê me derkeve em êdî naçin li xarîtên ku bi zimanên din hatine nivîsîn nanêrin. Ew jî serbilindiyeke ku em bêjin "binêr xarîta me bi zimanê me".

Paş derketina xarîtê, di demeke musaît de ewê li ser amadekirina atlasê bê kar kirin. Xebat bi vî awayî berdewam dike.
Hêdî hêdî em xwe ji bin tesîra "kultûra" welatên cîran derdixin, ji ya xwe re xwedî derdikevin. Bê gûman ev xebat û karê ku amade bibe ji gel re, ji xwendevanan, ronakbîr û hwd. tê pêşkêş kirin. Xebatkarên van civînan li benda bersivên wan dimînin. Ger gel van navan û tiştan bi awakî xweş qebûl bike, wan bi kar bîne, êdî ew biryar cihên xwe digrin û ev xebat ewê pêşdetir biçe. Lê ger ew hin tiştan, hin navan bi kar neyênin û navên din bi kar bînin biryar tên guhertin û xebat bi awakî din dimeşe. Em karin weke nîşe, navên mehan bidin. Di civîna Barselona de navên mehan weha hatin pêşneyar kirin: çile, sebat (sibat), adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh, tebax, îlon, çirî, teşrîn û kanûn. Li hin cih û kovaran hin ji navên van mehan bi awakî din tên bi kar anîn. Nîşe, di cihê çirî û teşrînê de cotmeh û mijdar tên bi kar anîn. Gelo kîjan tên bi kar anîn û dimînin? Gel biryar dide. Ji ber ku her du alî jî li hin cihan tên nasîn lê li hin cihên din nayên nasîn.

Kesên ku di civînê de beşdar bûn xebateke kûr û giring li ser zimanê Kurdî dikin. Ferhad Şakelî, Reşo Zîlan, Rojen Barnas û sermiyanê Enstituya Kurdî li Parîsê Kendal, di nav vê xebata zimanê Kurdî de ne. Bi tecrûbên zimannasiya wan û zengîniya zimanê Kurdî yê gel ku rojnamevan û nivîskarê hêja Mahmut Baksî û Xosro pê xurt bûn di vê civînê de heşt rojan xebateke hêja hat kirin.

Lê ji bîr mekin ku ne bes e. Ev destpêk e. Bê gûman, di civînên pêş me de emê tiştên nuh, pêşneyarên din bibihîzin. Hêviya me Kurdan ew e ku ev xebata hêja bi ser keve.

Erkê me Kurdan jî alîkariya vê xebata giranbuha ye.




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar