La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Qaqlîbaz


Auteur :
Éditeur : Fırat Date & Lieu : 1994-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 79
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Br. Kl. 2573Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Qaqlîbaz

Qaqlîbaz

Romana Qaqlîbaz cara yekemîn werdigere Kurdî. Gernasê romanê derî adetê qaqlîbazeke Nivîskar bi jîyana qaqlîbazekê bîr û bawerîyên civatê rexne dike. Û dide xuyan kû kevneşpî ne qasî kû mirov jê bitirse xurte. Bes bila mirov bizanibe çi dixwaze. Piştî eşkere kirina daxwazê rêyek li ber mirov dimîne. Şikandina tiştên ku jiyana civatê bi şûnde dikşîne. Ew jî bi xebatek bawerî û bê tirs dibe.

Qaqlîbaz çiqas bilind difirin ew qas dûrtir dibînin. Mirov jî çi qas fireh bifikire ew qas nêzî rastiyê dibe. Mirov biznibe sînoran ji ser mejîyê xwe rake, berê mejî paşê beden azad dibe. Û bi evînîye dighîje bihuştê. Em bawerin hûnê ji qaqlîbaza Jonathan hez bikin.


PÊŞGOTIN

Pênc - şeş sal berê, hevalekî rexnevan salixa romanekê dabû min. Min ev pirtûk bi dest xist û di hilmekê de xwend. Roja din min seh kir kû ez di bandûra wê de mame. Min rabû dîsa xwend.

Di nava jîyana rojane de pirtûk ji bîra min derket. Belê çi çax min refekî qaqlîbazan bidîta an jî qaqlîbazeke bi serê xwe li asîman dawerivîya, qaqlîbaza bêtixûb Jonathan Lîwingston û tekoşîna wê yî li himber kevneperestîyê dihat ber çavên min.

Û nivîskarê romana "Qaglîbaza Jonathan Liwingston" Richard Bach'ê Amerîkî dihat bîra min. Min ji xwe re digot: Çi tiştekî ecêb e kû nivîskarekî Amerîka yê nûjen ji qonaxa bi leza balafirê 20 seatî de, ji paş oqyanûsê destê xwe yî evînîyê û hevaltîyê dirêj dike û destê min dibîne. Êdî em bi elektronê evînîyê bi hevdû re têne girêdan. Ez bawerim ev pêwendîya, di nava R. Bach û xwendevanên Amerîka Latînî, Afrîka Başûr, Hind, Ereb û hwd. de jî pêk hatîye.

Ev çi hêzek xurt e. Ev ramanek çiqas dijwar e. Ev hêza wêjeyê ye. Ev hêza ziman e. Hêza ziman, wêje û evînîyê tixûban nas nake. Bi vî awayî aşbûn û yekbûna mirovatîyê pêk tê.

Çend meh berê bû. Min dît kû keça min ya çardeh salî, ji pirtûkxana malê ev pirtûk bi der anîye û hûr hûr dixwîne. Piştî xelaskirinê min, dîtin û ramanê wê yî li ser pirtûkê jê pirsî. Zehf ecibandibû.

Min wê rojê biryara xwe da. Min ê pirtûk wergeranda Kurdî. Bi xwendina careke din min dît kû pirsgirêkek girîng heye. Zimanê Kurdî yê kevnare ji yalî neyaran bi sed salan hatîye tixûb kirin, peyvokên nûjen, peyvokên nedîtbar di zimên de ya cîh negirtîye an jî roj bi roj hatîye ji bîr kirin. Zimanê romanê jî, bi xwezayî zimanê ramanî ye û bi peyvokên nedîtbar hatîye damezrandin û xemilandin.

Biryara min ya duyemîn, minê zor bida zimên û qasî kû dibe minê gotinên biyanî bi kar ne anîya.

Ser vê biryarê xeterek derdiket holê. Gelo çend xwendevanên Kurd wê bi hêsanî bikaribe bixwîne? Eşkere ye kû bê ferheng gelek rewşenbîrên me jî qenc nikare bixwîne. Belê xem tune. Bila ev pirtûk cîhê xwe di nava pirtûkên Kurdî de bistîne, bila deh an jî sîh salên din bi hêsanî bêye xwendin.

Ez bawerim kû navê Richard Bach û navê Qaqlîbaza Jonathan Liwingston wê bi sed salan di wêje ya Kurdî de bimîne.
Kû min di wergerê de kêmasî û şaşî kiribe, ez hevî dikim berêz R.Bach û xwendevanên hêja wê di min biborin.
Ez dixwazim di vê pêşgotinê de spasîyên xwe pêşkêşî nivîskarê "FERHENG Kurdî - Tirkî/Türkçe Kürtçe" berêz D.Îzolî bikim. Min ji vê berhema bêhempa qenc îstîfade dît.

O. Özçelik
İlon 93 - İstanbul




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues