Éditeur : Apec-Tryck | Date & Lieu : 1998, Stockholm |
Préface : | Pages : 159 |
Traduction : | ISBN : 91-89014-4637-5 |
Langue : Kurde | Format : 135x205 mm |
Code FIKP : Liv.Kl. 4091 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Pan |
Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû. Knut Hamsun |