Pelatînk
Portreya H. C. Andersen Di pirtûka Bilbil da me li ser portreya wî bi kurtî wisa nivîsî bû: "H.C. Andersen, di sala 1805ê da li Danmarkê, bajêrê Odense hate dinyayê. Di sala 1875ê da jî li serbajêrê
Danmarkê, Kopenhagê mir.
Andersen, kurê malbateke xîzan bû. Babê wî pêlavçêker bû. Di yazdeh salîya xwe da êtîm ma. Di karên cure cure da xebitî. Pirtûka xwe ya yekemîn di sih salîya xwe da nivîsî û li Kopenhagê weşand. Nivîskarê navdar H.C. Andersen, helbest û roman jî nivîsîne. Lê belê, wî giranî daye çîrokên zaroka. Ji ber vê yekê jî ew di timamî dinyayê da wekî babê çîrokê tête nas kirin. Çîrokên wî bi gelek zimana hatine weşandin.
Andersen, di çîrokên xwe da; ji nava dilê zaroka dinêre bûyera û dinyayê. Ew di çîrokên xwe da hem diramîne, hem jî dikenîne. Mirov dikare bêje; navika çîrokên wî evîn e."
Danmark, heke îro bi gelek tiştên xwe navdar û nasyar be li dinyayê, di serî da H.C. Andersen têtin. Andersen li nav civata Danmarkê herwekî efsaneyekê ye. Ji cahde û kolanan bigrin hetta pastexaneya jî navê wî lê hatîye danîn. Ji xwe bajêrê ku lê hatîye dinyayê, Odense ku sêyemîn bajêrê Danmarkê ye, bêyî navê Andersen nayê gotin.
Odense û H. C. Andersen adeta pêkve risyane. Xanîyê wî yê ku lê hatîye dinyayê li Odense, bi navê "Mala H. C. Andersen" bûye muze û cihekî seradanîya turista û Danmarkîya bi xwe jî. Hetta dibistan xwandevanên xwe ref ref dibin muzeya Andersen û vê seradanîyê wekî ders dibînin.
Bajêrvanên wî Odenseyî û hemû Danmarkî, bi nav û dengê Andersen gelek serbilind in û vê qedirgirî û qîmetzanîna xwe ya beramberî wî her dem nîşan didin...
Tebax 1995 / Rojan Hazım
Naverok
Pêşgotin / 5
Sonika Kirêt / 9
Şivanê Beraza / 27
Leglege / 37
Pelatînk / 47
Lawikê Sefîke / 53
Kiçika Şixatefiroş / 61
Ferhengok / 67
Pêşgotin
Hans Christian Andersen H. C. Andersen li Danmarkê wekî "Ho-sê Andersen" tête binavkirin. "Ho-sê Andersen" adeta bûye naznavê wî. Ji ber ku, di danmarkî da, tîpa "H" wekî "Ho", ya C" jî wekî "Sê" tête xwandin. Vêca heke ji vi nivîskarê navdar tête behs kirin, herwisa kurt "Ho-sê Andersen" dibêjin. Belêm, em dê navê wî di nav vê nivîsarê da her rast wekî H. C. Andersen" anjî "Andersen" binivîsin...
Sala 1989ê me pênc çîrokên wî wergerandibûne kurdî û di pirtûka bi navê "BILBIL" da weşandibûn. Vê carê jî me şeş çîrokên wî wergerandin ser zimanê me kurdî û di vê pirtûka bi navê "Pelatînk" da vaye diweşînin. Em bawer dikin ku xwandevan dê ji van çîrokên Andersen jî gelek hez bikin; ji ber ku di çîrokên wî da "hez kirin, dilnizmî, qencî û dilovanî" wekî raman û bawerîyekê têne dan. Şîretên herî baş ji çîrokên wî derdikevin. Dema mirov çîrokên wî dixwûne, bîr û hizreke wisa baş û qenc ya giyanhezîyê di dilê mirov da geş dibe ku mirov naxwaze êdî mêrûyekê jî biêşîne. Gelo ma çi ji vê şîretê baştir e? "Hezî, hez kirin": Ji mirovan, ji hêwanan, ji gil û gîyan, ji gul û kulîlkan, ji timamî xwezayê hez kirin!... Xwezî ev raman û bîr û bawerîye çu cara ji dilên mirovan kêm nebin...
H. C. Andersen
Pelatînk
Kurdîya wê: Rojan Hazim
København
1995
Weşanxana
Xanî & Bateyî
Pelatînk / H.C. Andersen
Kurdîya wê: Rojan Hazım
Weşanxana Xanî & Bateyî
Nr. weşanê : 7
Wêne: Vilhelm Pedersen
Çapa yekemîn: Tebax / August 1995 / Danmark
ISBN: 87-983307-5-6
© Rojan Hazım
Navnîşan / Adresse:
Postboks 39
2660 Brøndby Strand
DANMARK
Ev pirtûke bi hevkarîya Wezareta Karênavînî ya Danmarkê hatîye çap kirin. Em spasî wan dikin.
Vi takker Indenrigsministeriet for økonomisk støtte til produktion af bogen.