La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sêva delalî

Auteur :
Éditeur : Belkî Date & Lieu : 2005, Stenbol
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 975-92180-9-7
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1415Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sêva delalî

Sêva delalî

Heft û heşt
Çîroka serpêhatiya zindiyan

"Reva pisîkê ji ber tengasiyê ye!"
Xidirê Gavan

Studio
(Kamera li ser pêşkêrkêr e. Di dest de şivek, li jora wî jî çifteyek dardakirî ye.)
Pêşkêşker:
-Belê, temaşevanên hêja û delal, em ê di bernameya îşev de, çîroka serpêhatiya me zindiyan vebêjin. Bi vê mebestê li studioya me, sê mêvanên min ên pirr delal û birûmet ku dîroka vê serpêhatiyê ji nêzîk ve û gellekî ji dûr de eleqedar dikin, hene. Weke ku hûn jî dibînin li milê min ê rastê, Adem heye; Adem Beg, hûn bi xêr hatine bernameya Heftûheştê.
Adem: (Tîrkevankê stûyê xwe bi kêlekê de dadixe.)

"Diz û xwediyê malê bi kaxetan dilîzin!
Bextê Romê tune ye, mîna mejiyê yên ku di bin destên wî de dimînin!
Mirov bi pirsê diçû Xursê berî ku bê şewitandin!
Mafê her jinê heye ku, bi mêrekî di navbera musulmantî û materyalîzmê de asê bûye re, nezewice.
Mafê her Kurdî heye ku, bi slogana "biratiya gelan" xwe nexapîne.
Mafê her jinê heye ku, berçem berçem biçe/benişt bicû.
Mafê her mêrî heye ku, bibe mêrê xerab."
Ji pirtûkê.

Weke çawa girî bê kenî, erd bê ezmên û birîn bê dermên nebe, literaturek jî bê qerfê (mîzah) nabe, ji ber ku ev rewşeke diyalektîk û hevdu temamkirinek e. Qusûr, kêmanî û beloqiyên civakekê, do ji ber despotîzma monarşiyê bi qeşmerê qrêl teşîr dibû; îro ji bi qerfnivîsên hêja yên ku guh li wan dilivin. Di dema xwîn û trajediyan de dikare bê texmînkirin ku, bê qerf afirandin çi qasî dijwar e.Cemîl Denlî, li gel hemû bêderfetî û hemû alavên asîmîlasyonê, weke qefnivîsekî bi "Kurmancî" qerfan dike û di vî nîrê trajîk de dikare bikenîne û bifikirîne ku, ê zane zane, ê nizane jê re baqê nîskan e!

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues