La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sê şev û sê roj

Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1999, Stockholm
Préface : Pages : 328
Traduction : ISBN : 91-88592-43-X
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4074Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sê şev û sê roj

Sê şev û sê roj

Sala 1969an

Qereqola hidûd di sala 1958an de, di berpala başûrê girê Qesra de hatibû ava kirin. Di serê gir de ji dema ku qereqol hatibû ava kirin pênc dîrekên dirêj çikandîbûn. Bi van dîrekan ve daliqandî gelek mirovan can dabû. Li hawêrdorên gir bi kevirên bestan, boyax û kilsê wiha hatibû nivîsîn:

“Tirkek bedelî cîhanê hemî ye! Her tirk esker çêdibe! Ev welatê me ye! Welat yekperçe ye!”

Di rohilat û roavayî gir de dîsa ji kevirên bestan bi qasî deriyên sûr û dêrên kufarî mezin rengareng du wêneyên eskerên tirk hebûn. Wêne bi haweyekî pir balkêş hatibûn çêkirin. Mirov ji wan heybet digirt! Serê eskeran bi mîxfer, newqên wan yekser bi rext û fîşek û bomban rapêçayîbûn. Potînên wan ên bi niçik, bi qasî tabûtên zarokan dirêj û mezin bûn.

Mîxên kubikî ku seranser di qiraxên potînan de çikandîbûn; mîna qesnaxên cenceran xwe dabûn der. Destên xwe ên çepê kiribûn kulm û danîbûn ser sênga xwe. Tivingên wan ên bi qezetore di destên wan ên rastê de bûn û berê tivingan jî bi bakur ve bû. Qezetore heta ku digiha lûla tivingê bi carekê ve ji boyaxê sor bûn. Ji serikên qezetoran mîna ku xwîn binisile bi lez dilopên boyaxê xwe berdidan. Di nav şeqên wan de kelaxekî bêserî, ji kelax hinekî dûr di bin lingê çepê de seriyekî devjihev û zimankişiyayî hebû. Li jêra gewdê serjêkirî ji boyaxa sor bi tîpên mezin jî wilo nivîsîbû:

"Xwezî bi dilê wî ê ku dibêje ez tirk im! Tirk mezin e!"
Gava mirov bi terempêlê ji Qosarê ber bi Nisêbînê û ji Nisêbînê ber bi Qosarê de diçû û nêzîkayî li gir dikir, gir ji esker....

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues