La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şevên spî


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 79
Traduction : ISBN : 91-88592-00-6
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 164Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şevên spî

Şevên spî

Digel ku ev zêdeyî sed salî ye di ser Dostoyevskî re derbas bûye jî, hê ew bi zewq û heyecan tê xwendin, berhemên wî mîna piyes li ser dik û sehneyên cîhanê bi xurtî têne leyistin, ji aliyê temaşevanan ve bi balkêşî têne temaşekirin.

Sedema ku heta niha Dostoyevskî aktuelbûna xwe parastiye ew e, ku ew ji peyvên pûç û vala, ji gotinên tûj û sloganî dûr, lê bi gotinên tije mane, mîna psîkologekî jîr dadikeve kûraniya ruhuyeta kesan û dibe şirîkê rebenî û perîşaniya wan.

Di Şevên Spî de Dostoyevskî perîşanî, şerpezetî, tenêtî, rebenî û evîna du mirovên dilpak; Nastenkaya hivdeh salî û xortekî bîst û şeş salî, bi hostetî tîne ziman.

Weşanxaneya me pirtûkxaneya kurdî kiriye xwediyê vê berhema hêja.

Bi hêviya ku wê bi dilê we be...

 


Dostoyevskî
(1821-1881)

Fyodor Dostoyevskî di sala 1821'ê de li Moskovayê tê dinyayê. Diya wî di salên xwe yên ciwan de wefat dike, bavê wî yê doktor, çikûs, zalim û dijwar jî di sala 1839’an de tê kuştin.

Zaroktiya Dostoyevskî li Moskovayê derbas dibe. Ew di 12 saliya xwe de dikeve dibistaneke rastîn. Lê di dema xwe ya dibistanê de gurekî xwendinê ye. Bi şev û roj dixwîne, ji ber xwendina xwe ya pir wext nabîne ku li dibistanê ji xwe re heval û hogiran çêbike. Hevalên wî yên herî baş pirtûkên wî ne. Ev yeka han heya mirina wî dom dike. Ew xwendina wî ya zêde dinya wî fireh dike, êdî bi awirekî din li der û dora xwe dinihêre, tiştên ku her kes nabîne, ew dibîne û ev yeka han wî di salên wî yên biçûk de dajo ser nivîskariyê.

Dostoyevskî di sala 1845'an de romana xwe ya pêşî bi navê Mirovên reben dinivîsîne. Ew romana wî ji aliyê rexnegirên wê demê ve baş tê pesinandin. Di sala 1846'an de romana wî Bercêwî derdikeve. Paşê li dû hev Bermalî (1847) Mîrza Prochartjin (1846) Dizê Rastgo Niyetoçka Nezvanova (1849 ), Qehremanekî Biçûk ( 1849, lê di 1857'an de derket) û ev romana di destên we de, Şevên Spî (1848).

Lê di sala 1949'an de Dostoyevskî ji nişka ve ji aliyê leşkerên Çar ve tê girtin. Dostoyevskî zêde li hember girtina xwe dernakeve, lê tenê meraq dike bê ew ji bo çi hatiye girtin. Paşê tê gotin ku sedema girtina wî ew bû ku wî di civînekê de nameyên Belînskî yên qedexe ku ji Gogol re şandibûn, xwendiye. Gava piştî girtina îfadeyên wan, rojekê dibihîzin ku ew ê ji bo wî sûcî bêne gulebaranakirin, Dostoyevskî ecêbmayî dimîne û ji yê li kêleka xwe re dibêje: "Ma gelo bi rastî sûcê me ewçend giran e, ku divê em ji bo wê bêne gulebarankirin?" Hîn wilo xeberek ji aliyê Çar ve tê şandin, ku dev ji îdama wan berdin. Lê ew berê Dostoyevskî didin Sîbîryayê, wî davêjin nava girtiyên mêrkuj, diz, narkoman û gelek tade û neheqiyan digihîninê. Lê tiştê ecêb ew e, ku Dostoyevskî li wir ji mirovan bi dûr nakeve, gir û nefreta wî li hemberî mirovan çênabe, lê belê hezkirineke bêdawî ya mirovantiyê di dilê wî de çêdibe. Heta ew li hemberî Çarê ku ew mecbûrî wê jiyana zehmet kiribû jî, bi rehim dibe û evîna gelê Rûsyayê di dilê wî de pêl dide. Ev evîn û hezkirina wî ya li hemberî rûsan ewqas xurt dibe ku, ew carinan mîna şovenîstekî difikire.

Ew çend salên dirêj yên surgunê, çi bigire navê Dostoyevskiyê mezin li Rûsyayê dide jibîrkirin. Lê belê piştî ku ew tê berdan, ew bi tûrikê xwe yê tijî ruhuyetên kûr yên mirovatiyê, dîsan derdikeve pêş. Ew bêî rawestan û li dû hev romanên mîna Xewna Apo ( 1859), Gundê Stepançîkova û Şêniyên wê ( 1859 ), Qumarbaz ( 1866), Gêjik ( 1869 ), Sûc û Ceza ( 1866 ), Birayên Karamazov ( 1880) û gelek roman û nivîsarên din dinivîsîne. Ew Dostoyevskiyê ku hatibû jibîrkirin, dîsan li seranserî Rûsyayê navê wî tê bihîstin, dibe yek ji nivîskarên dema xwe û dema me yê herî mezin.

Lê Dostoyevskî mîna hin nivîskarên din yên dema xwe berhemên xwe ne di xweşiyê de dinivîsîne, ew berhemên xwe li surgunê, di feqîrî, perişanî û belengaziyê de nivîsandine. Ew mirovekî nexweş, bi êş û azar bû. Ji ber vê yekê ye ku cîhana Dostoyevskî tije mirovên nexweş û reben in... Ew jî carna yek ji wan e, carna jî psîkoanalîtîkek e, dadikeve kûraniya ruhiyeta wan, cîhana wan ya zaroktiyê tev dide, li sedemên derd û problemên wan digere.
Çavkaniya Dostoyevskî mirovatî ye. Loma wî heta niha navê xwe parastiye, pirtûkên wî heta niha aktuel in, navê wî gerdûnî ye.

Armanca weşanxaneya me ew e ku bi wergerandin û weşandina vê berhema Dostoyevskî, zimanê kurdî bike xwediyê berhemeke nemir û pirtûkeke din li pirtûkxaneya kurdî ya jar zêde bike. Em hêvîdar in ku me ê karekî bi dilê we kiribe...

F. Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues