La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Siltanê fîlan


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 239
Traduction : MultimediaISBN : 91-88592-36-7
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4021Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Siltanê fîlan

Siltanê fîlan

"Em ê dibistanên ku gêrîkan dikin fil vekin. Gava çêlikên gêrîkan hîn nuh çêdikin, em ê wan bînin li van dibistanan perwerde bikin. Ew gêrîk bin jî ew ê xwe fil bihesibînin û ew ê ji fîlan bêtir bi fîlîtiyê ve bên girêdan. Bi sedan salan e ku li Mirovistanê, ev sîstema perwerdekirinê tê meşandin. Ew ê bibin fîl û xwe fîl bihesibînin, lê ew ê qet ji bîr nekin ku ew fîlên bi qasî gêrikan in."...


PÊŞGOTIN

Di destpêka salên heyştêyî de ez li taxeke derveyî Stockholmê bi cih bûbûm. Mala min nêzîkî kitêbxaneya taxê bû. Herçiqas ez hinekî hînî zimanê swêdî bûbûm jî, dîsan min bi piranî pirtûkên bi tirkî dixwendin. Salên ku ez behsa wan dikim hê bi zimanê kurdî çi bigire pirtûk tunebûn. Ji nav pirtûkên ku min ji pirtûkxanê bi emanetî dibirin malê û dixwendin gelek jê romanên Yaşar Kemal bûn. Romanên Yaşar Kemal ez ber bi cîhana çîrokî û zaroktiyê ve dikişandim. Bi İnce Memed re ez jî dibûm İnce Memedek û min li dijî zilma Abdî Axa serî hildida. Di romanên wî de ez dibûm şahidê tevkujiya ermeniyan, min mêrxasî û bedewiya kurdan nas dikir. Ez gav bi gav li Çûkûrovayê digeriyam. Min têkiliyên axê û traktorê û bi wê re mirina sîstema feodalîzmê û pêşketina kapîtalîzmê didît. Çûkûrova geh li ber çavên min dibû deryaya kul û derdan geh jî dibû dermanê çareseriya wan. Erê, min romanên Yaşar Kemal dixwendin û min şiroveya wan ji hevalên xwe yên nêzîk re dikir. Rojekê, min ji pirtûkxaneyeke tirkan ya li Stockholmê çend pirtûkên Yaşar Kemal kirîn. Dudu ji wan pirtûkên çîrokan bûn û li ser yekê jî "romana zarokan" hatibû nivîsandin. Min romana "zarokan" danîbû quncikekê. Demek di ser re derbas bû. Ez li romana ku li ser bergê wê "romana zarokan" hatibû nivîsandin vegeriyam. Min çend rûpel jê xwendin, min xwest ez dev jê berdim, lê min nikarîbû. Min ew xwend. Min xwe tê de dît, min kurd tê de dîtin, min jîrîtî û liberxwedana gêrikan şiband ya kurdan û hovîtî û êrîşkeriya filan jî şiband ya serdestên tirkan.
Fîl tên welatê gêrikan, dixwazin gêrikan asîmîle bikin, dibistanên fîlan vedikin, gêrikan tê de bi zimanê fîlan perwerde dikin, dixwazin ew ji gêriktiya xwe bi dûr bikevin, bibin fil û welatê wan jî bibe welatê fîlan. Gêrik jî perçe dibin, hinek fîlîtiyê qebûl dikin, hinek jî qebûl nakin, li ber xwe didin, dixwazin gêriktiya xwe û gêrikistana xwe biparêzin.

Yaşar Kemal di vê romana xwe de du karakterên heywanan hilbijartine; fil û gêrik. Fil ji ber girsbûna xwe nîşana zilmê hatiye hilbijartin û gêrik jî ji ber hûrbûna xwe nîşana xebat û liberxwedanê... Ev romana ku mîna romaneke zarokan hatibû pêşkêşkirin, di destpêkê de bala xwendevanan nekişandibû. Lê paşê hin çepên tirkan ew mîna serîhildana karkeran ya li dijî serdestan dîtibûn, gelek der û doran jî ew mîna serîhildana çîna karker ya li dijî emperyalîzmê anîbûn zimên. Dibe ku jî weha be, mirov gelek motîvên çînayetiyê jî tê de dibîne û ji ber çepîtiya Yaşar Kemal ya wê demê wê xwestibe motîvên çînayetiyê jî bi kar bîne. Lê gava wek kurd mirov romanê dixwîne, mirov digel motîvên çînayetiyê bi giranî motîvên milî tê de dibîne. Tevî hewildanên rengê sor û motîvên çînayetiyê yên bi vî rengî hatine xemilandin jî pirtûk her wek pirtûkeke berxwedana gelê gêrikan ya li dijî êrîşên kolonyalîzmê ye. Di vê maneyê de serîhildan û şoreşeke neteweyî ya pêşengê wê hesinkerekî ku di bin tesîra Kawayê hesinker de hatiye hilbijartin. Bi vê ve girêdayî ew berxwedana gelê kurd e. Ez bawer dikim wê ji ber van motîvên milî û ji ber tirsa Yaşar Kemal ya ji sîstemê be ku wî ev romana xwe mîna romaneke zarokan pêşkêş kiriye. Di sîstemên nedemokratîk û dîktator de gelek caran nivîskar û hunermend bi riya sembolan neheqiya sîstem û civatê tînin zimên.

Berî bi heft-heyşt salan min pir dixwest ku ev roman wergere kurdî. Min rojekê bi dostê xwe Mustafa re li ser vê romanê sohbet kir û min pêşniyaza ku ew romanê wergerîne kurdî jê re bir. Wî jî roman xwendibû û pir kêfa wî jê re hatibû. Wî pêşniyaza min maqûl dît û tavilê dest bi wergerandina wê kir. Lê bi tenê çend rûpelên pêşî jê wergerandin û wisa hişt. Gava me weşanxaneya Nûdemê ava kir, min dîsan jê xwest ku ew vê romanê wergerîne zimanê kurdî. Wî behsa zehmetiyên wergera vê romanê kir. Bi rastî jî weha bû, zehmet bû. Wergerandina romana ku bi îdyoman mişt e ne hêsan bû. Me di dawîya sala 1996an de bi hev re Yaşar Kemal li Stokholmê dît. Wê demê Yaşar Kemal ji ber gotareke xwe ya ku di Der Spiegelê de weşandibû ji Tirkiyeyê gelek êrîş hatibûnê. Kemal di gotara xwe de behsa fil û gêrikan dikir; yanî behsa tirk û kurdan, behsa polîtîkaya tirkan ya asîmîlekirina kurdan kiribû û ji ber gotinên xwe mehkûm bûbû. Hin dostên wî yên nêzîk jê xwestibûn ku ew xwe bide alî û demekê ji Tirkiyeyê bi dûr bikeve. Ew jî çend mehekî hatibû Stokcholmê. Nivîskarekî dinyayî ji bo çend rêzan surgun bûbû. Gava me di hevdîtina xwe de jê re behsa wergerandina Siltanê Fîlan kiribû, ew bi qelafetê xwe yê girs ji cihê xwe pengizî bû û mîna zarokekî kêfxweş bûbû. Ne ji ber ku pirtûkeke wî werdigeriya zimanekî din kêfxweş dibû, lê ji bo ku wê Siltanê Fîlan wergeriya zimanê kurdî kêfxweş dibû. Wî digot ecêb e, ku heta niha kurdan ev romana wî ferq nekiribûn. Bi xwe got, ku hilbijartina me hilbijartineke pir baş e û xwe da ber hemû piştgirî û alîkariyan. Gava Mustafa jê re behsa zehmetiya zimanê wî û term û îdyoman kir, wî dîsan bi kêfxweşî xwe da ber şirovekirina hemû gotin, term û îdyomên zehmet. Wê rojê Yaşar Kemal bi dilekî geş pesnê nivîsandina kurdî da, ji stran û destanên kurdî bi kurtî be jî nimûne anîn, ji bo kurtedemekê be jî bi kurdbûna xwe şa bû, şabûna xwe anî zimên û ji me hêviya berdewamiya nivîsandina kurdî kir.

Di hemû sohbeta me de ew bi kêf bû, devbiken bû, dilşa bû. Kurdîtiya wî ji tirkîtiya wî girantir bû. Bi zimanê "em" û "ew" dipeyivî. Yanî "em kurd" û "ew tirk". Behsa dewlemendiya edebiyata kurdî ya devkî kir. Behsa stran û destanên kurdî, dengbêjiya kurdî, bedewî û mêrxasiya kurdan kir. Gava me jî pirsa "çima tu bi kurdî nanivîsînî?" jê kir, wî got, ku ew pir dixwaze lê mixabin ku ew nikare. Erê ew bi kurdiya devkî dikare bipeyive û ji stran û destanên kurdî baş fêhm dike, lê herçî nivîsandina kurdî ye ew nikare û ji niha û pê ve jî jê re pir zehmet e ku hîn bibe.

Loma min xwest ez hinekî dakevim jiyana wî ya zaroktiyê û bibînim bê çima ev nivîskarê mezin û gerdûnî ji zimanê xwe bi dûr ketiye û ziman û kultureke din gerdûnî kiriye.

Kurdbûyin û nekurdbûyina Yaşar Kemal hem ji aliyê kurdan ve û hem jî ji aliyê tirkan ve hertim hatiye minaqeşekirin. Ji herdu aliyan ve jî bi zimanekî tûj hatiye rexnekirin. Kurd çûne ser wî ku çima ew bi kurdî nanivîsîne, çima ew nabêje ew nivîskarekî kurd e, an jî çima ew stran û destanên kurdî didize, bi tirkî dinivîsîne û dike malê ziman û edebiyata tirkan. Herçî tirk in, çi cara ku Yaşar Kemal tiştek di derheqê gelê kurd de an jî di derheqê demokratîzekirina Tirkiyeyê de nivîsandibe, ew bûye hedefa rexne û êrîşên tûj. Lê Yaşar Kemal nivîskariya xwe dewam kiriye û îro bûye nivîskarekî cîhanî. Tiştê ku min ji devê vî nivîskarê mezin î cîhanî bihîst ku ew kurd e, ji malbateke kurd e û bi vê jî serbilind e. Di çavkaniyên nivîskî de jî tê gotin ku Yaşar Kemal di malbateke kurdîaxêv de hatiye dinyayê. Hê Yaşar Kemal biçûk e, malbata wî ji Wanê surgunî Çûkûrovayê dibe. Ew li gundê Hemiteyê bi cih dibin. Li gorî çavkaniyên nivîskî gundê Hemiteyê gundekî tirkan e û ji malbata Yaşar Kemal pê ve kes li wî gundî bi kurdî napeyivin.

Bavê Yaşar Kemal di sê-çar saliya Yaşar Kemal de ji aliyê zarokekî nav mala xwe (ewladlixê) xwe ve li mizgeftê, di ser nimêjê de bi kêran tê kuştin. Ew bûyera ha, li welatê xerîbiyê dilê Yaşarê biçûk perçe dike, ew şok dibe û ji ber wê şokê, piştî mirina bavê xwe bi çend salan nikare bipeyive, gava dipeyive zimanê wî li hev digere. Kuştina bavê wî, mîna ewrekî reş bi ser malbata wî ya surgunbûyî de digire, ji ber adet û toreyên kurdan yên kevin, apê Yaşar Kemal bi diya wî re dizewice û Yaşar Kemal li ber destê apê xwe digihê. Apê wî ku berê jî zewicî bû dibe xwediyê du jinan. Jina wî ya duwem, yanî diya Yaşar Kemal jî ji Wanê, ji malbateke esilzade ye û bi kurdîtiya xwe jî heta mirina xwe serbilind bûye. Ji ber ku mala bavê wê maleke xuyayî bûye, li Wanê stranbêj û dengbêj ji mala wan kêm nebûne û diya wî hertim bi gotina ku "Evdalê Zeynikê li mala me destê xwe dida ber guhê xwe û distira, an jî em ji maleke ku Evdalê Zeynikê hertim lê dibû mêvan tên" digot û pê xwe serbilind û bi esil hîs dikir. Wê ji ber tesîra stranbêj, dengbêj û bi gotina diya Yaşar Kemal Evdalê Zeynikê be ku Yaşar Kemal hê di pêncsaliya xwe de dest bi stranbêjî û çîrokbêjiyê dike. Ew stran û çîrokên xwe di civatan de dibêje û gelekî bala guhdaran dikişîne. Piştî demekê ew li gundê Hemiteyê û li gundên der û dorê bi navê Aşiq Kemal tê bi nav kirin. Aşiq Kemal, bi aşiqên din re –mîna Aşiq Alî ku ew paşê wî dike yek ji qehremanên romana xwe ya bi navê Dara hinarê– davêjin ber hev. Aşiq Alî jê re dibêje, ger ew bi zaroktiya xwe evqasî jîr be, gava ew mezin bibe ew ê bibe mîna Karacaoglan. Karacaoglanê biçûk gava ji Wanê koç dikin û li Hemiteyê bi cih dibin, di serjêkirina qurbanan de, gava mêrê metika wî pez digurêne, kêra wî dişemite û li çavê Yaşêr dikeve. Ew roj ev roj e Yaşar Kemal bi çavekî dijî.

Yaşar Kemalê surgunbûyî, ji bavê sêwî, bi çavekî û nexwendî li gundê Hemiteyê û li gundên dorhêlê mîna cinekî ye, jîr e, bi kêrî xwe tê, xwe zû dixe çavên xelkê û xwe dide hezkirin. Li gundê wan kesî ku bi xwendin û nivîsandinê bizanibin nîne. Hemû nexwendî ne û dibistan jî li gund tuneye. Yaşar Kemal cara pêşî di heşyt saliya xwe de nivîsê bi riya etarekî dibîne. Rojekê etarek tê gundê wan. Yaşarê bi meraq dibîne ku etar bi pênûsekê tiştekî li defterê dinivîsîne. Yaşar Kemal ji etêr dipirse bê ew çi ye. Etar jî jê re dibêje, ku ew deynê gundiyan dinivîsîne û ji bo ku ew ji bîr neke, paşê wan dixwîne û bi wî awayî dikare deynê xwe ji nava gundiyan bide hev. Ew tiştê ha gelekî bala Yaşar Kemal dikişîne. Ew tavilê têdigihîje ku ger ew hînî wê nivîsandinê bibe ew ê bikaribe bi riya nivîsandinê stran, şiîr, çîrok û destanên xwe binivîsîne û bi wê yekê ew ê bikaribe bi hêsanî bi bîr bîne.
Piştî wê bûyera etêr ew dixwaze zû hînî nivîsandinê bibe. Lê dibistan li gundê wan tuneye. Ji bo xwendinê divê ew biçe gundekî din. Ger ew bikaribe xwe bigihîne gundekî din jî, ji ber nebûna peran, ji ber feqîriyê ew ê nikaribe dibistanê bixwîne. Yaşar Kemal ji xwe re soz dide ku ew ê herî dirêj di hundurê sê mehan de hînî nivîsandinê bibe. Ew berê xwe dide gundê Burhanliyê. Diçe ba mamosta û dibêje, ez dixwazim bixwînim. Mamosta li vî xortikê nehsalî yê bi çavekî dinihêre, li kinc û qerpalên lê dinihêre û bawer nake ku ew ê bikaribe bi wî awayî tu xwendinê bike. Yaşar Kemalê ku bûye evîndarê xwendinê, li ber mamosta digere û sozê didê ku ew ê di hundurê sê mehan de hînî nivîsandinê bibe. Û bi rastî jî piştî xwendina sê mehan êdî Yaşar Kemal dest bi xwendina rojnameyan dike. Ew êdî bûye gurekî xwendinê. Ew li ku çav li çi dikeve, dixwîne, çi tê bîrê dinivîsîne. Gava ew sinifa pêncan xelas dike, dixwaze xwendina xwe bidomîne. Lê dibistana navîn li gund tunebû. Di wê navê de wan mal bar kiribûn Edenê û di xaniyekî xerabeyî de diman. Yaşar Kemal di bin şerdên zehmet de li Edenê dest bi xwendinê dike. Ew ji ber bêîmkaniyê di sala l 939an de mecbûr dimîne ku dibistana navîn di sinifa dawî de nîvcî bihêle.

Êdî Yaşar Kemal xortik e, divê ew bixebite û alîkariya apê xwe û diya xwe bike. Çi kar dikeve ber wî ew dike. Ew ji tevrikê, ji hevdana pembo, ji paletî û şifêrtiya traktorê bigire heta bekçîtiya nava erdan dike. Lê di her karî de jî dîsan ew li stran û destanên xwe difikire. Ew difikire û dinivîsîne. Dinivîsîne û dixwaze bi xelkê bide xwendin...
Di salên 1941-1942an de Yaşar Kemal li gundê bi navê Baxçe ku nêzîkî gundê Hemiteyê ye dibe alîkarê mamosta. Paşê rola mamostetiyê digire. Ew mîna mamosta jî gelekî jîr e. Xwendevanên xwe bi huner û edebiyatê perwerde dike. Ji wan re stran û dengbêjan tîne, di sinifê de bi wan dide gotin û bi wê yekê şagirtên wî bêhawe kêfxweş dibin û bi qasî wê kêfxweşiyê bi mamosteyê xwe ve têne girêdan. Herweha Yaşar Kemal bi şagirtên xwe komeke tiyatroyê ava dike û şagitan dikişîne nava cîhana tiyatroyê jî. Lê ji ber ku meyla wî li ser edebiyat û nivîsandinê ye, ew dibe aboneyên gelek kovaran û kovar jê re têne dibistanê. Ew dibe xwendevanekî baş û paşê dixwaze bibe nivîskarekî baş. Ew dest pê dike hêdî hêdî şiîrên xwe ji kovaran re dişîne û şiîrên wî di kovaran de tên weşandin. Gava ew cara pêşî di kovarê de çav li navê xwe dikeve, ew bêhawe dilşa dibe û ew dilşahiya wî dike ku ew heta îro jî dev ji nivîskariyê, dev ji êş û xweşiyên nivîskariyê bernede. Ew li Edenê di kovarên mîna "Görüşler", "Çıg", "Kovan", "Ülkü", "Millet" û "Başpınar" de şiîrên xwe belav dike. Di wê navê de jî ew li gundan digere, çîrok û destanên ku ji gundiyan dibihîze, di deftera xwe de dinivîsîne û paşê li ser wan dixebite.

Di wan salan de jî ew li Edenê ji xwe re deqtîloyekê peyda dike û dibe "erzûhalcî". Yanî ew bi perê xwe ji xelkê re erzûhalan dinivîsîne. Bi riya nivîsandina erzûhalan ew xelkê wir, kul û derdên wan, êş û azarên wan, cîhana wan ya hundurî baştir nas dike û ew yeka ha di pêş de dibe çavkaniyên romanên wî yên bingehîn. Yaşar Kemal piraniya gernasên xwe ji wan mirovan hildibijêre û serpêhatiya wan ji nû ve dinivîsîne.

Her wê demê ew li Edenê Arif û Abidîn Dîno nas dike. Arif û Abidîn Dîno di jiyana Tirkiyeyê ya edebî û hunerî de du navên girîng bûn. Herdu bira wê demê ji aliyê karbidestan hatibûn surgunkirin û li Edenê dijiyan. Herçiqas hevnaskirina Yaşar Kemal û herdu biran bi tesadufî be jî, lê dostaniya wan heta dawiya jiyana herdu biran dom dike. Hevnaskirina Yaşar Kemal ya bi Arif û Abidîn Dîno re, dibe destpêka jiyaneke nû. Wî ê êdî jiyana gundîtiyê li dû xwe bihişta û bi riya Stembolê bibûya nivîskarekî cîhanî. Êdî Edene ji Yaşar Kemal re teng tê, ew dixwaze biçe Stembolê. Lê ew li Stembolê kesî nas nake, tu navnîşanên wî, tu dostên wî yên nêzîk nînin. Abidîn û jina xwe Guzîn Dîno navnîşana Azra Erhat didinê. Piraniya nivîskar û wergerên ku li Stembolê bûn, nas û dostên Abidîn û Guzînê bûn. Yaşar Kemal li Stembolê diçe ba Azra Erhat. Ji wê re behsa herdu dostên wê û jiyana wan ya li surgunê dike. Pêşî tiştek ji vî xortê bi qelafetê gundiyan nakeve serê Azrayê, lê paşê ew li wî û li fikir û fantaziyên wî ecêbmayî dimîne. Azra wî dibe mala xwe û pê re li ser ziman û edebiyatê, li ser edebiyata devkî û kulturên cihê sohbet dike.

Yaşar Kemal, li Babialiyê, di rojnameya Cumhuriyetê de dibe xwedî kar. Karbidestên rojnameyê ji bo jîrîtiya Yaşar Kemal û ji bo ku ew bi kurdî dizane ji bo roportajan wî dişîne Diyarbekirê. Yaşar Kemal ji Diyarbekirê jî derbasî Wanê dibe û diçe gundê zaroktiya xwe, nava merivên xwe. Gava merivên wî çav li wî dikevin li ser serê wî kom dibin û bi hemêz û maçîkirinan vî xortê jêhatî dilşa dikin. Ew li wir li ser jiyana kurdan, li ser şertên zehmet yên jiyanê ji rojnameya Cumuhuriyetê re roportajan dişîne. Lê ji ber ku rojname nakeve destên wî ew nizane ka gelo roportajên wî têne weşandin an na. Lê haya wî jê nîne ku roportajên wî li Stembolê deng didin û herkes vî navê nû meraq dikin. Gava Yaşar Kemal bi xwe cara pêşî çav li roportajên xwe dikeve, gelekî kêfa wî tê, radihêje rojnameyê û baz dide dereke xalî û dixwîne. Ew di roportajên xwe de êş û zehmetiyên ku xelk dikişînin û jiyana kurdan ya zehmet î di şikeftan de tîne zimên.

Rojnameya Cumuhuriyetê ji bo roportajên wî pereyekî baş didiyê û êdî deriyê şansê li ber vedibe û roj bi roj ber bi pêş ve diçe.

Piştî roportajên Kurdistanê ku bi navê roportajên "Rohilatê" dihate bi nav kirin, Yaşar Kemal vedigere Stembolê. Ew di wê navê de jî çîrokên xwe diweşîne. Projeya nivîsandina İnce Memed jî wê demê dest pê dibe. Gava Yaşar Kemal di sala 1953an de nivîsandina romana İnce Memed xelas dike pêşêkêşî berpirsiyarê Cumhuriyetê yê wê demê Cevat Fehmi Başkut dike, Cevat Fehmî Başkut radihêje romanê û datîne dera hanê. Ew naxwîne jî, ew bawer nake ku wê ev "rohilatî" bikaribe romanekê binivîsîne. Gava piştî çend rojan Yaşar Kemal diçe ba wî û jê dipirse bê ka gelo wî roman xwendiye an na, Cevat Fehmi dibêje, ku wî hê xelas nekiriye, bi tenê nîvê wê xwendiye. Yaşar Kemal dibêje, ez bawer nakim ku te nîvê wê xwendibe, dibêje, ger te dest pê kiribe tu ê nikaribî dev jê berdî, divê tu wê xelas bikî. Berpirsiyarê Cumuhuriyetê li bixwebaweriya vî ciwanî ecêbmayî dimîne û bi rastî jî gava dest bi xwendina wê dike nikare dev jê berde, heta destê sibehê dixwîne û bêhawe jê hez dike.
Lê Yaşar Kemal ew romana xwe bêtir ji bo peran nivîsandibû. Roman pêşî di rojnameya Cumhuriyetê de tê weşandin, paşê jî mîna du cildan derdikeve. Derdikeve û li seranserî Tirkiyeyê deng dide. Yaşar Kemalê rojnamevan êdî dibe romannivîs. Dibe romannivîs û dibe romannivîsê herî baş. Dibe romannivîsê herî baş û navê wî hêdî hêdî sînorên Tirkiyeyê derbas dike. Ew romana wî ji bilî navdariyê jê re gelek peran jî tîne. Rewşa wî ya aborî bi carekê ve tê guhertin û ew dibe yek ji nivîskarên Tirkiyeyê yê herî halxweş. Di anketên kovar û rojnameyên Tirkiyeyê de Yaşar Kemal dibe yek ji nivîskarên ku herî pir tê xwendin. Ew tam di wan salan de di meydana navneteweyî de dibe navekî girîng û gelek kovar û rojnameyên fransiz û îngilîzan nivîsên pesintijî ji bo wî dinivîsînin. İnce Memed di sala 1957an de werdigere zimanê bulgarî, di 1959an de wedigere zimanê rûsî, di 61ê de li Îngîltere û Amerîkayê bi îngilîzî derdikeve. Di 62an de jî ew bi zimanê almanî û bi spanyolî derdikeve. Hema çi bigire ji bilî zimanê kurdî ew bi hemû zimanên dinyayê yên mezin hate weşandin. Pir bi derengî be jî ew wergeriyaye zaravayê soranî jî.

Di sala 1964an de şîrketa 20th Century Fox dixwaze İnce Memed bike fîlm, lê karbidestên Tirkiyeyê ji bo kişandina film destûrê nadin ku ew li Tirkiyeyê were kişandin, film ji mecbûrî li Yugoslavyayê tê kişandin.
Yaşar Kemal ji ber neheqiyên civatê, ji ber berberiya sinifan û ji ber birçîbûn û nedemokratîkbûna Tirkiyeyê, cihê xwe di nav çepan de digire. Di wan salan de piraniya kurdên hişyar jî di nava çepan de bûn. Yaşar Kemal dikeve Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Ji xwe ew serokê Partiyê Mehmet Ali Aybar ji salên xwe yên eskeriyê nas dike, dostê wî yê nêzîk e. Hingî piraniya kurdan jî cihê xwe di nava vê partiyê de digirin. Ji ber ku ev parti hem ji bo demokratîzekirina Trikiyeyê têdikoşa hem jî li gorî partiyên din Li ser pirsgirêka kurdan radiwestiya. Lê ji ber vê nêrîna Yaşar Kemal dewlet dev jê bernade, dide dû û gelek caran wî digirin û tade û neheqiyên nedîtî lê dikin.
Êdî navê Yaşar Kemal navekî girîng e. Ew hem rojnamevan e, hem çep e, hem jî nivîskar e. Piştî romana İnce Memed dikeve nava hewildanên derxistina kovaran. Bi Fethi Naci re kovara bi navê "Ant" derdixin. Paşê bê rawestan romanên xwe dinivîsîne. Teneke, Ölmez Otu, Agrı Dagı Efsanesi, Yer Demir Gök Bakır, Kimsecik, Yılanı Öldürseler, Kale Kapısı,Yusufçuk Yusuf, Kuşlarda Gitti û bi dehan çîrok û romanên din... Gelek ji çîrok û romanên wî bi temamî li ser stran û destanên kurdî ava bûne, çavkaniya gelek çîrok û romanên wî dîsan stran û destanên kurdî ne û di gelek çîrok û romanên wî de tîpên kurdî yên erînî hene. Yaşar Kemal di vî warî de yekemîn nivîskarê zimanê tirkî ye ku kurdan bi awayekî erînî dide nîşandan. Romanên wî ji aliyê jina wî Thilda ve tavilê dihatin wergerandin û bi wê yekê deriyê cîhanîbûnê lê vedibû. Bi riya wergerên Thildayê yên îngilîzî ew werdigeriyan zimanên din ên cîhanê. Îro çi bigire romanên Yaşar Kemal wergeriyane hemû zimanên dinyayê yên muhîm. Wî hem di qada Tirkiyeyê de hem jî di qada navneteweyî de bêhejmar nîşan û xelat girtine.
Di salên heştêyî de gava em hatibûn Swêdê navê pêşî ku me dibihîst navê Yaşar Kemal bû. Herkesî, hemû xwendevanên Swêdê Yaşar Kemal nas dikirin. Çi bigire herkesî İnce Memed xwendibû, hekesî jê hez kiribû. Navê wî ji salên heyştêyî û bi vir de di akademiya Swêdê de ji bo xelata Nobelê aktuel e. Lê heta niha jî ew nebûye xwediyê xelata Nobelê. Ew nebûye xwediyê xelata Nobelê ya edebiyatê lê bi dehan bi xelatên mezin yên çi neteweyî û çi jî navneteweyî hatiye xelatkirin.

Ji ber nenivîsandina wî ya bi kurdî herçiqasî em jê dilşikestî bûbin jî, me dîsan xwest em jî bi vê wergera Mustafa Aydogan ya rewan wî xelat bikin, careke din wî bi zimanê dayika wî ve bikin yek û zimanê zaroktiya wî careke din di bîra wî de bînin.

Em bi pêşkêşkirina vê berhema ku gêrik zimanê xwe bi destê fîlan ve bernadin, hêvî dikin ku daxwaza gelê kurd a di warê xwestina zimanê xwe de xurttir bibe û pêşdetir biçe.

Firat Cewerî
Stockholm, 1998




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues