La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sîsirkê hesinî


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 95
Traduction : ISBN : 91-89014-28-6
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4032Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sîsirkê hesinî

Versions

Sîsirkê hesinî

"Hemû aliyên zaroktiya te dorpêçkirî ne. Divê tu li kirinên xwe mikur bêyî. Tu talanbûyî yî. Hêviya ko tu razîbûnê bi dest xi, tuneye. Hêviya ko tu sezayê sivik bikî tuneye. Di temenê xwe de tu xelatekê wernagirî. Seza li pey sezayê. Hînkirineke bêhempa da ko tu yekî dî bî. Wisa ji malbatê heta dibistanê. Heta dewletê. Piştre di qesabxaneya yê dî de mirin çavlirêmana te dike...

... Zaroktiya ko gerek bihata vegotin dê tu car neyê vegotin. Çunkî renge bigihêje pileya derewan û kufrê: Ew zaroktî tiştekî din bû, ji ezela xwe ta ebeda xwe birîdarkirî bû, veçiryayî bû, mişt jan û derz û şewat û westan bû, li ba hemî gelên dîtir di hemî pileyên temenan de çeşnê vê zaroktiyê nîne. Belkî, bi mebesta ko ez tola xwe ji jiyanê bixwe hilînim, rojekê ji rojan ez wê zaroktiyê binivîsim: Eger hat û bû, dê lêkolan û lêgeraneke dijwar be; dê lêkolan û lêgerana li peyvine dirindane yên li paş navçeyên êşê be, ko li wir zaroktî qet nayê bi cî kirin.

Selîm Berekat


Pêşgotin

Heyhat hey zaroko heyhat.
De ji min re bibêj hey zaroko bê ka tu çi dibînî!?
Du girkok di asoyê de, gerdeniyeke gund û axeke ko di navbera havîna serserî û zivistana kawik de li ba dibe, dixuyin. Civana te hey zaroko civana digel şînahî û balendeyan e.
Tu çavên xwe bi ser sibehên ko ji selikên xwe serçavkan diweşînin, digirî. Tu hişk bi rişmeke nediyar digirî mîna ko tu xwe ji pîrbûnê re amade bikî yan jî pîrahî xwe ji te re amade bike, dako hûn bi hev re wê efsaneya ko carekê tenê dijene; kurt bikin; efsaneya ko jiyan ji bo dûbarekirina jena wê xwe dikuje.
Xwezka hey zaroko, tu tiştekî dîtir ji bilî ewan tiştên ko te dîtin, bibînî.
Ma gelo te çi dîtibû?
Ma ji bilî nalîna galîskan û çavkaniyên ko ji zixtên tozê baz didin; de ji min re bibêj te çi dîtiye?
De sextekariya forman rawestîn dako form li te ewle bibin, de min berbi wan hevalan ve,yên ko reh û tov himbêz kirin û serên xwe bi hêminî danîne, najo.
Lê tu yê bi Xwedê kî, tu yê zorbaziya ewran û berfê ji ser min sivik nekî. Ez te di navbera wan de dibînim, tu çûkan û demê ser jê dikî, tu ji boyî zaroktiya zemînê kûrekûra xwe li ser dêmên zemînê belav dikî, tu xefk û dafên xwîna xwe ya serxweş belav dikî dako tu dastanê qezenc bikî.
Tu zarok î, ma ez dikarim çi ji zarokekî bixwazim ji bilî ko bakur gişî ji ser cil û bergên xwe daweşîne. Bakur gişî; mal bi mal, dar bi dar, rûbar bi rûbar, bênder bi bênder, gulgenim bi gulgenim, tav bi tav, ma ez dê çi bixwazim ji bilî ko denên asoyê bişikîne dako refên hechecîk û qitikan birijin?
De birev!
Bi qasî ko lingên te bikaribin ji babelîskekê berbi babelîskekê ve birev!
De dilê xwe yî biçûk ji xweşiya deştên ko bi tîpan û bi cîqan di ser dev re çûbûn, bilind bike.
Ma dengekî çeqelane di dengê te de nîne? Ma dengê derizandinekê di dengê te de nîne?
Ma ew kêfxweşiya têkçûyî ya ko di pesindanê de peyda dibe di te de jî nîne?
Tu zarok î, ma ji bilî asoyeke mişt bager kî dikare bageran di te de dîl bike?
De rê bide min dako xwe li bin siya mertalê te mîna bobelatekê vezelînim.
Mîna evîneke windabûyî; mîna evîna wê koçbariya ko tevirên xwe li bûnaweran rakişandine, destên xwe ji şolikan re, ji roavahiyan re vedikim, û tu zarok î, de ji min re bibêj te çi ji zarok(!) dîtiye? De bibêj malava!
Min dengê te, rûtkirî, mîna kezebeke şikestî ko ji terk û derzên wê başok dipekiyan û das dipijiqîn, dengekî bînçikyayî di nav dengan de dît.
Axxx! Hey zaroko! Min çiqasî tu di çîrokê de bi çavine vekirî dibihîstî? Te dilê xwe yî biçûk ji serpêhatiyê re rêz dikir, erê tu ji serpêhatiyê re lîska beybûnê radixînî.
Tu ji bîr dikî bê te çawan bi xencera xunavê xaniyên Birîvayê, Mûsêsanayê, Amûdê û Kêstekê, Buharengê û Mozan, Sêmitik û Hilkoyê, Kûçikê û Interiyê, Tirbesipiyê, Agûlê û Heremreş û Heremêşêxo, birîndar kirin.
Tu zarok î, erê tu şoqilên bejî û kulîlkên pîvongan di bêrîkên xwe de berhev dikî.
Dako tu pasvanên genim û zadan bixapînî tu hewl didî ko te bibînin, pêkenîna te ye; pêkenîna serxweş a mîna xwîna te ya serxweş e. Pêkenîn e, te ew di nav xefk û dafên xwe de ji bax û bexçeyan re vedida; û dema ko bax û bexçe di xefkên te werdibûn tu dikeniyayî û sira bê jî li hawirdora te dikeniya.
Te û bayî bi hev re radên xwe qoçan kiribûn; we bi hev re li zurneyekê dixist dako hûn serserîtiya bûneweran raperînin. Bê guman; piştî vê mişextiya bêserûber me nas kir ko tu bûyî.
Yê ko rêça erebaneyên hejîran kolabû û bi qirşik û çiqulan nixumandibû dako qantirên Semano tê werbin û piyên wan bişikin, tu bûyî..
Yê ko têla kontakê bi dergehê firina Murado ve girêdabû, ko her yekê dihingivî têlê diqîriya, tu bûyî..
Yê ko gundor ji ser bên bi ser kûçikê Felemezo de gindirandibû û ew ji nêvî de pûç kiribû, tu bûyî..
Yê ko dîkê Hêlanê, dîkê qirikrût û kumik bi kevir birandî, kuştibû, tu bûyî..
Yê ko îsota sor xistibû nav ava qazên Seqmûro û piştre qaz har bûbûn, tu bûyî..
Yê ko darê Kitana kor dizîbû, tu bûyî..
Yê ko quloçê beranê Mîroyî şikandibû, tu bûyî..
Yê ko goristana Hilêliyê gor bi gor vedida; dako bibîne ka bê mirî çawan di veşartekên xwe yî teng de bi hevûdû re dipeyivin, tu bûyî.. Erê tu wisa radiketî, û xewna te jî wisa bû! !
Lê tu zarok î.
Ma kî dê zarokê ko bi birûskên beybûnan hatiye lêdan û di navbera şînahiyeke teze û ewrekî teze de tar û mar bûye, sûcdar bike!?
Ax, me çiqasî ji te re got: Nêzîk nebe! Nêzîk nebe hey zaroko, nêzîkî kavilan nebe, lê: dako tu jibermayên kaşê ji ser kavilan berhev bikî, dako tu sirûd û dîlokan bixemilînî, tu nêzîk bûyî...
Bêguman me dizanîbû, ko li radeya qonaxa vê giranexewa ko rehên xwe berbi gavên me ve ajotine, her û her tu şiyar bûyî. Giranexewa ko wekî gustîlkekê li ser eniya serkeftinên me nîgarkiri ye. Lê ji bo çi te em aniha şiyar kirin û te em sipartin tinaziyê, ji bo çi hey malava!??
Em mezin in hey zaroko! Mezinine ko li ber dergehê demê bi çingeçinga hesin dilîzin û kanzaya sarkirî dibarînin. Em mezin in, em qederên xwe ji hechecîkeke bêagah û ji kêfxweşiyekê re nabêjin, nabilînin. Em ji bilî hişmendiya hêzdariyê tu tiştî li bejna xwe nakin.
Eger tu hewl didî ko careke dî tu xwe di paş pinpinîkekê de veşêrî; li hêviya me nemîn, çinkî yê me; em dê li bin vê çingeçinga bêdeng a rolên bêdeng, rawestin, em dê rawestin û em dê quloçên bizinan li beramberî pêvajoya pêkenînê, bilind bikin.
Lê te bi şiyarbûna xwe re em jî şiyar kirin, dako em bibînin bê tu çawan derbasî dergehê şînahiyê dibî, bê çawan li pey te sitêrka rijyayî ji avê û ji perîkan bû. Dako em te di nav çekên sibehê de bibînin; bê çawan tu deştên KÊSTEKÊ berbi NISÊBÎNÊ ve dehf didî, bê çawan tu guh nadî pasvanên sînoran û bajaran; pasvanên ko ji kevanekî lal tîrên xwe berdane kêfxweşiya te.
Wê gavê tu mîna dilekî sermest ramidandî bûyî, û tu her ramidandî mayî lo!
Ha vaye tu me bi çavên serê xwe dibînî -em ên şikestî û bi şûnde vegeryayî- ko çawan em ji newalekê berbi newaleke dî baz didin; dako em bi şûndevegera rexan rawestînin; dako em anihayiya bêrex nebînin.
Erê. ..Erê, de hema dirêjkirî bimîn hey zaroko! De hema zarok bimîn lo!

Mane ev daxwaz a reh û tovan e, mane reh û tov bi vî awayî dil dibijînin te.
Mane tu di serserîtiya xwe de şêrîn î, de îca bi qasî ko tu bixwazî den û çaydanan bişikîn, tu di desthilatdariya xwe ya bêmînak de şêrîn î...
Dema tu perjanan ji dora gulan radikî û tu gulan diperpitînî, tu şêrîn î..
Dema ko tu li ser pişta berên siwar dibî û tu wî har dikî, tu şêrîn î..
Ko tu keviran davêjî kaniyê û çêlekên li ser avê vediciniqînî, tu şêrîn î..
Ko tu gumgumokan digurînî û hêlînên çûkan diherifinî, tu şêrîn î..
Ko tu şolikan didizî û xefkan li ber kevokan vedidî, tu şêrîn î..
Ko tu bênder û pisîkan dişewitînî, tu şêrîn î..
Ko tu gamêşan ji êxur berdidî û tu wan sergerdan dikî, tu şêrîn î..
Ko tu nikulên elokan girêdidî, tu şêrîn î..
Ko tu li ser stêrkên xişokane û li ser avên ko baskên balendeyan li xwe kirine, dipeyivî, tu şêrîn î.
Ko tu li ser wî hespvanê ko ewran bi qamçiyê xwe dajo, dipeyivî, tu şêrîn î..
Dema tu li ser erebanên di binê çem de dipeyivî, tu şêrînî..
Dema tu li ser rovî û nêriyên taristanê dipeyivî, tu şêrîn î..
Dema tu li ser qantirên bujîdirêj dipeyivî, tu şêrîn î..
Tu şêrîn î... Tu şêrîn î!
Tu bi Xwedê kî tu yê bela xwe ji me vekî!
Tu yê ji ser pişta me dakevî!
Lêbelê tu, yê şiyar û çavvekirî, tu me jî şiyar dikî dako
em pêkenînê bi dar vekin.!

(Pêşgotin bi dawî hat, piştî vê, her pênc navbirên jînnameya zaroktiya nekamil, tên.)


Selîm BEREKAT
Nêçîrvanê bîra windakirî

Piştî sêsed salan kurd bi ser bejinbilindiya hunerî û ramanî ya Ehmedê Xanî vebûn, ma gelo em ê hewcedarî sêsed salên dîtir bin da ko em ezmûneya aferandin û dahênana Selîm Berekatî têbigihêjin û bi zimanê xwe bixwînin?

Selîm Berekatê ko ji Sîsirkê Hesinî hetanî romana xwe Gerdûn, hiş û yad û bîra windakirî ya kurd lê vedigerîne û li hemberî hewildanên qirkirin û gemkirina nasnameya kurdan bi tund û dijwarî alên rehdaçikîn û xweçesipînê bilind dike, her û her wek nêçîrvanê rûdan û bûyerên dîroka kurd hewl dide ko kesayetî û utopyaya mezin ji êrişên mezinan biparêze û mirina rojane ya gelê kurd di çarçewa destanbêjiya nirxdar û ekzotîk de biafirîne.

Wexta ko dan û stendinê bi trajediya gelê kurd re dike; hemî alavên derbirînê ji bo cenga nivîsandinê amade dike da ko nivîsandin hêjayî bejna trajedyayê bixwe be, di vê prosesê de, ango di warê gewdekirina dîrok û xwerist û diyarde û rewişt û gerdîşe û bareyên derûnî-psîkolojî û xewnên gelê kurd de, Selîm Berekat di dawiya vê sedsalê de, yekem rewşenbîr e ko xwedî projeyeke xweser û berfireh e: mebesta min jê; pirojeya dahênan û aferandinê ye ko di serencama xwe ya dawîn de sosret û kuştar û têkçûn û şkestina xewna kurdan di çeperên herî dijwar ên peyvê de bi cih dike û di heman çeperan de, wek êşnasekî, giyanê me hînî saw û sîbera çiyan û qedera serberdayî ya kewên xemgîn, dike...

Selîm Berekat beriya ko kurdekî erebînivîs be, nivîskarekî mezin e, yek ji mezintirîn nivîskarên vê serdemê ye, bi wergerandina berhemên wî, prosesa aferandina navnetewî berfirehtir û dolmendtir dibe û ji bo her zimanekî jî di warê berzkirin û şayikkirina hestên mirovî, vekirina asoyên xeyal û amajeyên kûr û xweşik de, pêdiviyek e, pêwîstiyeke hunerî ye. Jixwe wergerandina berhemên S. Berekat bo zimanê kurdî , ji bilî ko dê li sînga dayika xwe vegerin, ev wergerandin dikare bibe çavkanî û gava pêşîn a desrpêlirina wêjeya kurdî ya nîjen.

Sîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê erebî vedigere hêlîna zimanê xwe yê ko Selîm Berekat neşiya pê binivîsîne, lê ew wek deqeke hunerî û wek vejandina hişê dîroka cîgehekî dilovan û dilsoj, mîna ko aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ko Sîsirk bi erebî nexwendine dê sermestiyeke taybet pêşkêşî bike.

Wexta ko em Selîm Berekat bixwînin, zaroktiya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemî îstgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsaneya nivîsandina hunerî û rasteqîn berbi hestên westiyayî ve sernişîv bibin.

Wexta ko em Selîm Berekat bixwînin, em dê bikaribin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cida bikin û em dê hîn bibin çawan nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û goveyê(şahidê) rûpelên dîroka wî ?

Wexta ko em Selîm Berekat bixwînin, em dê hîn bibin çawan dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawan wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva kurdî rizgar bikin û şkestina xwe wek viyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wek kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin.

Ehmed Huseynî
Stockholm 1997.12.04




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues