The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdî 6, Kurmancî


Authors : | | | | | | | |
Editor : Millî Eğitim Bakanlığı Yayınları Date & Place : 2015, Ankara
Preface : Pages : 120
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 210x295 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Yil. Kur. 6Theme : Linguistics

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Kurdî 6, Kurmancî

Versions

Kurdî 6, Kurmancî

Kadri Yıldırım

MEB

Her çûk bi zimanê xwe dixwîne.
Gotina Pêşiyan


Ev xaniyê Derwêş e, Derwêş li gund dijî. Navê xanima Derwêş, Xecê ye. Xecê jineke rind û jêhatî ye. Sê zarokên Derwêş û Xecê hene. Navê keça wan Eslîxan e. Navê kurê wan ê mezin Serdar û yê piçûk jî Ronî ye. Xaniyê Derwêş yekqatî ye. Deriyek û pêne paceyên xanî hene. Xanî ji sê jûran û hol, pêjgeh, daşir û serşokekê pêk tê. Li dora xaniyê wan baxçeyekî mezin hey e. Li hemberî xanî hespek bi darekê ve girêdayî ye. E w, hespê Serdar e. Serdar ji hespan gelekî hez dike. Navê hespê wî, Rewan e. Niha Serdar hespê xwe tîmar dike. Pisîka malê li ber siya dîwar raketiye. Derwêş, Xecê û Eslîxan jî li nav baxçe ne. Di baxçe de darên mezin ên mêweyan hene. Eslîxan li pişta xanî, li bin siya darekê, bi bûkika xwe dilîze. Ronî derketiye ser dara tûyê û tûyan dixwe. Tiraktora wan jî li ber deriyê baxçe ye. Keriyek pezê Derwêş heye. Xaniyê Derwêş gelekî xweş e.


UNÎTEYA 1.

Xwendingeha Min

Rêzikên xwendingehê

Mamoste derheqê rêzikên xwendingehê de ji xwendekaran dipirse û ew jî bersiva wî didin.

Mamoste: Gelo her yek ji we dikare behsa rêzikeke xwendingehê bike?
Serdar: Ez bê destûra mamoste naaxivim.
Ehmed: Ez di polê de nabezim.
Zeyneb: Ez pola xwe qirêj nakim.
Ronahî: Ez di wexta xwe de têm xwendingehê.
Rizgar: Ez di wexta xwe de dikevim dersê.
Dilber: Dema ku ez pirsgirêkekê dibinim, ez mamoste jê haydar dikim.
Zelal: Ez qirşûqalan navêjim derdora xwe.
Baran: Ez kelûpelên hevalên xwe bê destûr bi kar naynim.
Rêzan: Demaku hevalên min biaxivin ez li wan guhdarî dikim.
Fatîme: Dema ku mamoste dersê dide ez gotina wî nabirim.
Kerem: Ez kelûpelên polê bi baldarî bi kar tînim.
Bawer: Ez jî hemû rêzikên xwendingehê bi cih tînim.

.....




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals