La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney


Auteur :
Éditeur : Weșanxaneya Çand Date & Lieu : 56, Norsborg
Préface : Pages : 165
Traduction : ISBN : 91-630-1637-7
Langue : KurdeFormat : 165x220 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Çiy. Pir. 692Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney

Pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney

Gabar Çîyan

Weșanxaneya Çand


Em bi awayek vekirî dibêjin û dengê xwe bilind dikin: ji bo parastina heqê Kurdan, ji awira avakirina dewletekê serbixwe, heqê demokratîk û neteweyî, emê têkoşînê bidin û şer bikin. Emê stiran û destanên xweyî serkevtinê di nava şer de biafirînîn. Bila hemu kes zanîbe ku; ser-kevtin para me ye, para çîna kirêkar, gelên bindest û netewên hejar e.
Yilmaz Guney, “Nivîsên ramyarî III.



PÊŞGOTIN


Karê ragihandinî teorî û pratîkê dixwaze, kesên ku ji herdu awiran ne têr û tije bin, nikarin zêde li ser van pirsan bisekinin. Bi taybetî karê sînemayî pisporiyek mezin, tecrubeyek dûv-dirêj û pêdaketineke taybetî dixwaze.
Ji bo ku karê sînemayî baştir bê tê gihiştin, mirov dikare çend mîsalên berçav bide xuyakirin: gava kesek pirtûkekê bixwîne û bixwaze li ser naveroka pirtûkê yan jî romanekê bibe xwedî dîtineke têr û tije, pêwîst e wî zimanî baş zanibe. Lê sîneme ne wesan e. Mirovên herî nexwende be jî, ji ber ku film li ber çavên wî dileyize, dikare dîtinekê pir alî jê wergire.

Gava mirov li Kurdistanê û hejmara kesên xwende binêre, dikare bi sanahî li ser rola sînemê bighêje dîtîneke berçav...
Sûdên sînemê her ne ev tenê ne. Xwendina pirtûkê dikare demek dirêj, yan jî çend rojan bigre. Lê sîneme ne wesan e. Filmé normal 90 deqîqe ye...

Di her kêliyan de mirov nilkare pirtûkan bixwîne. Lê film ne wesan e. Bêhtir dikare mirov bi dûv xwe de bibe. Gava filmek li gor kultûra wî gelî hatibe çêkirin, diyar e ku dê ew karibe gelek kesan di dûv xwe de bikşîne...
Erzanbûna çûna sînemê jî, aliyek din e ku mirovan ber bi xwe ve dikşîne.

Helbet bi vê em naxwazin bînin wê wateyê ku, karê sînemayî ji pirtûkan bi nirxtir e. Lê mirov dikare bêje ku, li Kurdistanê filmek baş dikare di demeke kin de rolekê mezin bileyize; alîkariya karê rêxistînî bike, hesên neteweyî berz bike û ji bo rizgariya xaka niştimanê rolekî mezin bileyize.

Li ser hebûn û nebûna Sînema Kurdî dîtin pir alî ne. Li gor hinekan Sînema Kurdî tune ye. Hinek jî dibêiin heye.
Gava merov kar û xabata Yilmaz Guney û kesên mîna Mêhdî Umêd, Selman Fayiq, Tîmûr Pataî û filmên ku nuha li welat çêdibin bide ber çavên xwe, dikare li ser vê pirsê bighêje dîtinekê: Ku Kurd jî weke gelek gelên din, di karê sînemayî de ne bê par in.

Hevalê me Çiyan, ne sînemekar e. Ji ber ku car cara li ser karê çandî û hwd. ji Rojnameya Yeni Ulke re nivîsan dişîne, yan jî li ser babetên wesan li gor mecalan dinîvisîne, pirsa sînemayî jî, weke hemû pirsên din, têne pêşiya wî.
Wî, ji bo ronîkirina vê pirsê, bi sînemekar û şanogerên Kurd re rûnişt û hevpeyvînên hêja kir. Di dema rûniştinê de, li ser filmên Yilmaz Guney jî, ji çend awiran sekînin. Bi çend hevalan re 80 filmên Yilmaz di çav re derbas kir, li ser her filmekî wî, nirxandinên cewaz hate kirin.

Ew xebata ku hatine kirin, nuha mina pirtûkekê di destê we de ye. Ez bawer im ku piştî xwendina vê pirtûkê, li ser pirsa Sînema Kurdî û filmên Yilmaz Guney, dê hûnê bighêjin dîtinekê.

Nina li welat, hinek filmên sînemayî hatine kişandin û ew li hin deveran tên nîşandan. Ji ber sedemên berçav heval Çiyan ne dikarî bi wan kesan re rûne û vê pirtukê hîna jî dewlemendtir bike. Lê di pêşerojê de em bawer in ku dê ev kêmasî jî bête çareser kirin.

Ji ber ku gelê Kurd sal bi sal bi hêztir dibe, yekîtiya xwe xurttir dike, cenga rizgariyê bilindtir dibe û dijmin gav bi gav ji xaka me tête derxistin, pêwîst e em jî weke netewên din, ji niha ve li ser hemû dezgehên xwe bisekinin, ji bo avaikirin û cîhkirina wan. Karê sînemayî jî yek ji wan karan e ku, pêwîst e bê derengî bête pêşxistin.

Pirtûka di dest we de bi tevahî ji sê (3) beşan pêk têt:
Beşa yekem, hevpeyvînin ku bi çend sînemekarên Kurd re li ser pirsa Sînema Kurdî û Yilmaz Guney hatine çêkirin, Beşa duwem, li ser kurtejiyana Yilmaz Guney e û her weșan nirxandinek kurt li ser dîtinên wî ye, Beşa Sêyem jî, nirxandinek gelemperî li ser filmên Yilmaz Guney e.

Xwedîderketina sînemekaran û bi taybetî Yilmaz li ser me ferz e. Rewşenbîrên tirkan û hinek ji reformîstên Kurdan, nuha dixwazin Yilmazê radîkal bikujin û di şuna wî de hunermendekî bê şexsiyet û Yilmazek vala bihêlin.

Pirtûka hevalê Çiyan, ji bo destpêka muneqeşê li ser Sînema Kurdî û Yilmazê radîkal nimuneyek baş e.
Daxwaziya me ewe ku xwendevan ji vê berhemê sudan wergirin û her wiha em berdewambûna kar û xebata heval Gabar dixwazin.

Adar, 1993-Stockholm
Zêd Yildinm



Li ser pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney
Bi hin sînemekarên Kurd re

Hevpeyvîn

Hevpeyvîna bi Tîmûr Pataî re


Pataî li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Sinê ji dayika xwe bûye, 46 salîye. Di sala 1972-73’an de, zanîngeba Tahran, beşa sînemayî tewaw kiriye û ber wê salê dest bi beşa dram kiriye û piştî demeke kurt, bi şêwekî serketî ew beş jî xilas kiriye.
Di navbera salên 1969-74'an de, di çêkirina gelek filman de li îran’ê, mîna derhêner (rejîsor) û filmhelgêr (kameraman) kar kiriye. Ji filmên ku çêkirine, çar(4) ji wan dokûmentin û li ser jiyana gelê Kurd in. Filmên wî bi tevayi bi zimanê Farisî û Kurdî hatine çêkirin. Navê fîlmên wî ev in: Emtehan (1972), Dashti Hacudi (1972), Garanavah (1973), Brîn ( 1979), Av (1979), Rûnakî shamakan (1982), Çiya serberzekanî Kurdistan (1983), Hawar ( 1983), Nan û Azadî (1984) û di fimê Gele gurg (1990) de ji mina filmhelgêr kar kiriye.

- Mirov dikare wan hewildanên sînemekarên Kurd weke binaxek, ji bo ber bi avakirina Sînema Kurdî ve bijmêrê?
- Li gorî dîtina min, sîneme weke Sînemeya Kurdî - heger mabesta me Sînema Kurdî be û em li ser Sînema Kurdî qise dikin, ew sîneme dikare li hemû cihî hebe û hinekî jî li ser kar hatiye kirin-helbet heya ku mecal hebû, belam eger ewa bê ku problêmên Kurd bi giştî ku jiyana kulturî jî tê de hebe, heya ku Kurdistaneke Serbixwe çênebe, Dewleta Kurdî ava nebe, çêkirina filmekî wiha pir dijwar e. Heya nuha hinek hewildan bûne belam wiha niye ku mirov bêjê: ew kar dibê paye ji bo Sînema Kurdî.

Sînema Kurdî wextê ku dibe, pêwîst e li Kurdistanê be. Kurdistan hebe. Weke mîsal, em hinek film dîbînin ku têde bi Kurdî qise dikin- nimûne, di filmê Gele Gurg de me hewl daye ku hinekî ji Çanda Kurdî nîşan bidin, lê ev xebat bi rastî, mirov nikare weke binaxe ji Sînema Kurdî re bihesibîne. Gelek tişt hene mirov nikare li derveyî ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues