La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xaltîka Zeyno


Auteur :
Éditeur : Doz Date & Lieu : 1997, Stenbol
Préface : Pages : 387
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 127x195 mm
Code FIKP : Liv.Kl. 4422Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xaltîka Zeyno

Xaltîka Zeyno

Xaltîka Zeyno, mîna ferhenga lêgerîna li pey peyva Kurdî ya resen e. Demjiyanên dîrokî yên Kurdistanê ji doh û îro. di nava hunandinek folklorîk de bi awazek destanî tîne beramberî hevûdin.

Û di warê pesindana siruşt û demedorên jiyana gelerî de, bi hunandina peyv û hevokan berhemeke nû ye.

Doz



... Şev qeryayî, bêdeng, weke neynikê di nava ronahiya heyvê de, têr ronîşank û çirîskên rengo rengo di nava hev û din de pêçayî, gih miç dibin, gih bel dibin, dirêj û fereh di nava xeml û xala derya reşa gerden xeliyayî de pêl dida. Dengê sirsirk bi baweşêneka bayê hînik ku pelê gul û kulîlkan, tayê geyê û pûşê xiloxafî hêdî hêdî di ser axa bê rewa, hişkî tozikî re di xiriqandin, xuşşêna nermik û zîgzîga ziravik û dirêjik di bû dîloka sosin û beybûna di ber guhên evîndarên ku li qeraxê dîwa, sênc û dergehan bi dizî dest didane hev û xwe li hev di pêçan. Bê pêjin!... Di nava dil germiyek têr tirs de!... Şev!... Safî ronahî, safî reng û çirîsk!... Ji nişkêve pelek ewrê xiloxafî ji başûr ve hat, gih ji hev diqetiya, geh xwe li hev dipêça, wilo dirêjik, ji hev veçiriyayî, wilo xerbende lezand, hat û hat li ser rûdêna heyvê rûnişt, ranebû. Ronahî, ew ronahiya neynikî, têr çirîsk û ronîşank pêşî çilmisî, zirav rist, teng bû, hate guvaştin û bi yek carê winda bû. Cîhan di nava xeftanekî belekotkî de hate pêçan. Ronahî bêhn birehayî, xaf î şelişî, zu winda bû... Xwe negirt... Reşê gireê ser erdê... Reşek di nava hev de kutayî, qalin, bê têhnik... Çiqasî hat û tarî bû... Wilo ji nişka ve rijiha ser gewrenîgariya şevê û bi pelaxbûnek şemirandî dirêj bû, fereh veda... Bêdeng!... Şityar!... û westiyayî!... Cîhan bû tevneke li ber xilasekê, di nava rengên cihê cihê û tevlîhev, ne şiştî xuya kir û winda bû. Reş giran... Şev kete nava pê-




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues