La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurtejiyana Min


Auteur :
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2007, Dîyarbekir
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 978-975-00195-3-1
Langue : KurdeFormat : 135x190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Cem. Kur. 4842Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurtejiyana Min

Versions

Kurtejiyana Min

Ekrem Cemîl Paşa

Bîr

Ez van bîranînên xwe, li ser daxwaziya hevalên xwe, bi armanceka kurt, welatperwerekî, kurdekî çawa me, di jiyana xwe ya şêst salî de, di vê rêkê de çawa têkoşam, di vê rêkê de çawa pêş ve çûme, ji zaroktiya xwe heta heştêûdu saliya xwe jiyana ku min bi xweşî, êş û caran jî bi azar derbaz kiriye binivîsim.

Ez Diyarbekirî me. Kurê Cemîlpaşazade Qasim Beg im. Roja ji dayikbûna min sala 1891 e. Yanê heştê û du salî me. Dema Cemîl Paşa sala 1902an wexera xwe kir ez. yazdeh salî bûm. Deh mamê min hebûn. Bavê min jî pêk ve yazdeh bira bûn. Bavê min ji nav birayan yê çaremîn bû. Sê xuşkên bavê min hebûn. Bavê min û sê kekê wî li Diyarbekirê xwendibûn. Lê şeş birayên wî amadeyî ...



PÊŞGOTİN


Hinek endamên malbata Cemîl Paşa di xebat û têkoşîna rizgariya gelê kurd de, bikaranîna hemû şiyanên xwe ve, ji destpêka sedsala bîstan şûnde di xizmeta doza rewa ya gelê xwe de bûne.

Di encama ked û xebata bi dirêjahiya (4) salan, hinek xortên hêja û qedirbilind ên vê malbatê, digel xortên xwendevanên kurdên li Stenbolê yekem komleya kurdî damezirandin bi navê Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd di sala (1912)yê zayînê de. Omer, Qedrî, Ekrem, Cewdet, Miqdad û Şemseddîn ji malbata Cemîl Paşa damezirênerên rastî yên komela Hêvî bûn, eva ku beşdariyeke rasteqîne kir di riya çalakiyên xwe yên hêja de weke derxistina kovaran (Rojî Kurd, Hetawî Kurd ...), tevlî vejandina helkevtên neteweyî, di geşkirina hestên neteweyî li nik xwendekarên kurd, di dibistan û înstûtî û zanîngehên Stenbolê de, û amadekirina kadroyên siyasî û rewşenbîrî yên ku dê di paşerojê de tevlî nav karûbarên tevgera neteweyî ya kurdî bibin, di warê çareserkirina doza gelê kurd ya rewa de.
Her wisa, beşdarî û pêşengiya damezirandina Cemiyeta Kurdistan li Diyarbekirê dikin, ku dihête hejmartin ji komelên siyasî yên gelê kurd yên pêşîn.

Cemiyeta Kurdistanê, bi çend mehan beriya damezirandina Cemiyeta Tealiya Kurdistan a Stenbolê, hate damezirandin. Û serokê yekemîn yê wê Ekrem Cemîl Paşa bû, yê duyemîn Qasim Cemîl Paşa (bavê Ekerem) bû.
Komeleya navhatî rojnameyeke siyasî bi navê Gazî derdixist.

Di derbarê ev herdu bûyeran da agahîyeke ma ya zêde nîne, ji bo vê yekê pêwîste ev bûyer werin şopandin ji aliyê diroknas û lêkolînvanan ve. Ji xwe çapkirina van berhem û bîranînan, girîngiya vê eşkere dike, ji ber ku ew dibin beşekî bingehîn di nivîsandina dîroka kurdî ya nûjen de bi tevî kêmasiyên heyî.

Di vî biyavî de, em dibînin çawa Ekrem Cemîl Pașa bi dirêjahî behsa komela (Xoybûn)ê nake, bi tevî ku di qonaxeke nazik û girîng de serokatiya wê kir. Her weha dema hilbûna şoreşa Agirî û rola Xoybûnê di bi rêvebirina wê de û tevlî rola wê ya civakî û çandî, her weha sedsala buhurî û di qonaxa salên şêstan de jî piştgirî daye şoreşa îlonê ku bi serokatiya Barzaniyê Nemir dest pêkiribû.

Weke em dizanin ji pirtûka ku rojnamevanê emerîkî (Dana Adams Schmîdt) derxistî bi sernavê Geştek Ber bi Mêrên Gernas ve, ya di derbarê şoreşa îlonê û têkoşîna gelê kurd û hevdîtina wî bi Barzaniyê nemir re, dema diyar dike ku kesê rojnamevanê emerîkî ji Beyrûdê aniye û bi dizîka ew derbasî Kurdistanê kiriye ji bo hevdîtina digel serokatiya kurdistanê. Di vê geştê de alîkar û rêberê wî Ekrem Cemîl Paşa bûye (Bavê Comerd), ku li ser bergê pirtûkê yê çapa îngilîzî wêneyê wî heye.

Li gor şedetiya gelekan ku ji nêzîk ve nivîser nas dikin, kesayetiya Ekrem Cemîl Paşa nimûneyek bûye, di warê qurbanîdan û dilsozî û karkirina bê westiyan ji bo doza gelê kurd.
Ev pirûk, ronahiyê dibe ser kesayetiya nivîser û bûyerên wê demê û heye ku bibe motîvek ji lêkolînerên dîroka kurdî ya nûjen, ku bêtir derbasî nav bûyerên dîrokê bibin. Nivîser bi xwe jî di gelek qonaxan de carna bûye beşdervan û carna jî bûye şahidê van bûyeran.

Li dawiyê em dixwazin sipasiya Vedan Adem bikin ku di amadekirin û dûvçûna pirtûkên Ekrem Cemîl Paşa yê Kurtejiyana Min, Kurte Dîroka Kurdistanê û ya Qedrî Cemîl Paşa Doza Kurdistanê da alîkariya wî çêbû û her weha sipasiya xanim Ferda Cemîl Paşa dikin ku bi barê aborîya weşandina van pirtûkan de bûye alîkar.

Weşanên Bîr



Kurte Jiyana Min

Ez van bîranînên xwe, li ser daxwaziya hevalên xwe, bi armanceka kurt, welatperwerekî, kurdekî çawa me, di jiyana xwe ya şêst salî de, di vê rêkê de çawa têkoşam, di vê rêkê de çawa pêş ve çûme, ji zaroktiya xwe heta heştêûdu saliya xwe jiyana ku min bi xweşî, êş û caran jî bi azar derbaz kiriye binivîsim.

Ez Diyarbekirî me. Kurê Cemîlpaşazade Qasim Beg im. Roja ji dayikbûna min sala 1891 e. Yanê heştê û du salî me.
Dema Cemîl Paşa sala 1902an wexera xwe kir ez. yazdeh salî bûm. Deh mamê min hebûn. Bavê min jî pêk ve yazdeh bira bûn. Bavê min ji nav birayan yê çaremîn bû. Sê xuşkên bavê min hebûn. Bavê min û sê kekê wî li Diyarbekirê xwendibûn. Lê şeş birayên wî amadeyî û xwendina bala li Stenbolê tewaw kiribûn. Sê metikên min, hevşîra min û yazdeh dotmamên min li xwendingehên Diyarbekirê xwendibûn. Pênc pismamên min li Stenbolê xwendina xwe tewaw kiribûn. Hemû kur û keç û neviyên Cemîl Paşa xwendewar bûn. Bi kurtî çi zarokekî Cemîl Paşa bêxwendewar nebû.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues