La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çinara min


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1999, Stenbol
Préface : Pages : 136
Traduction : ISBN : 975-7112-63-1
Langue : KurdeFormat : 127x195 mm
Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çinara min

Çinara min

"Di 1951'ê de ez çûm gund min çinarek çand. Niha du metro û nîv stûr û 50-60 metro ji bilind bûye. Jixwe min divê ez tirba xwe di bin de çêkim. Wê salê min nêrî ku terhik ji ber çûye. Hecî Mehmûdê Stilîlî bang min kir û go:

— Şêxo wer ez tiştekî pêş te bikim.
Ez çûm Mehmûd ew tirhik pêş min kir. Û got;
— Tu zanê çi hat bîra min?
Min go;
— Çi hat bîra te?
Go;
— Ez dibêm tu wek vê çinarê yî û ev telebên me yên li çolê wek vê terhikê ne, ji ber te çûne. Ez keniyam, min xwe da vî alî û wî alî belkî ji tirsa jî be, lê min nêrî ku xebera wî ye.

Îca ez terhik ji ber kijan çinarê çêbûme? Ew çinar, niha hişk bûne, ez mame. Dibe ku ez jî hişk bibim terha ku ji ber min çûye bibe çinar. Ez ji ber Cegerxwîn çûme, ji ber Celadet Bedirxan çûme û ên din. Niha li dinyayê, agirê olimpiyadê heye. Dibên berê di Yewnana qedîm de lîskek wan hebû, agir pêdixistin xort dibeziyan, xortekî agir dida dest yê din. Bi vi hawî bi hezaran xort ew çira didan dest hev heta ku bigihana Akrepola armanca xwe."


Welat bi xwedî be

Çima em derdikevin?

Adet e, wextê ku rojnameyek derdikeve dibêjin "çima em derdikevin?" Îca ji bo Welat, gerek em bêjin çima emê dernekevin? Ji ber ku tu îşê welatê me yê feqîr pêk nehatiye. Welat bi xwedî be, lê heta niha bê xwedî mabû. Kin ew e ku em bêjin: Ji bo em bibin xwediyê welatê xwe em derdikevin. Gotina pêşiya ye: Gerek mirov, hespê xwe, çekê xwe û welatê xwe meke destê xelkê. Ji ber ku xelk guh nadin welatê mirov, talî xerab dibe. Wek îro welatê me. Hîn di ser de jî, welat kirine wek cihe şewtê, hêtunê. Ji hawîrdor rivîn û duxan bilind dibe. Di nav rivîn û dumanê de qêrîna jin û bavan e, zarokên me di nav êgir de bûne wek seriyên kizirandî. Ma kî kare bêje na. Wa ye Helepçe, Licê, Qulpê, Cizîrê û Nisêbînê.

Erê, em ji bo vemirandina vî agirî derdikevin. Ji bo xelasiya pîrek, bav-kal û zarokên xwe em derdikevin.

Xelkê em kerr û lal kirine. Em nema ji zimanê hev fêm dikin. Ji bo ku em hînî zimanê xwe û hev bibin em derdikevin.. Însan ku ji hev hîn nebe, li hev nayê, li hev nabane. Em ji bo baneya hev derdikevin.

Ji bo xelasî û serbilindiya temamê Tirkiyê û xelke Tirkiyê û ji bo biratiya Tirk û Kurdan em derdikevin.

Pirsek bi Tirkî heye. Dibêjin, welatê ku tu xwînê lê nerijînî, ne welat e.

Ma gelo kesî wek me li welatê xwe xwîn rijandiye?




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues