La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

50 sal li ser rêbaziya Berzanî

Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Pages : 511
Traduction : ISBN : 91-631-2069-0
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1080Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
50 sal li ser rêbaziya Berzanî

BÎRANÎN: 50 SAL LI SER RÊBAZIYA BERZANÎ JI BONA AZADÎYA KURDISTANÊ

Pêşgotin

Ev pirtûka di destê we da berhevoka serpêhatî û bîranînên Bavê Rewşan e. Bavê Rewşan, zehmet kêşekî doza azadîya welat e, ku ev pêncî sal e li meydana xebat û fedekarîyê ye. Kesekî ku evqas sal jî bo doza azadîya welatê xwe xebitîbe, bêguman serpêhatî û bîranînên wî yên rengareng, yên ku em jê sûdê wergirin pir in.

Em gelek caran gazinan dikin ku rewşenbîrên me yên berê ku bûne şahidê gelek bûyerên dewra xwe, nivîskî tiştek nehîştine li dû xwe. Yên ku hîştine jî ne gelek in. Niha hêdî hêdî rewşenbîrên me jî bîranînên xwe dinivîsin. Ev tiştekî baş e.

Herçendî Bavê Rewşan, ji berê xwendin û nivîsandina wî tunebe jî, bîranîneke wî ya xurt heye, dîtinên xwe da zelal e, bawerîyê da bi îstîkrar e û ji hemû tiştî giringtir hêvîya wî bê dawî ye... Lewma di temenê xwe yê mezin da çavê wî ragirt ku bîranînên xwe derbasî ser kaxez bike û dûra ser komputerê...

Dema dest bi vî karî kir, alfabeya "Hawar"a Celadet Bedirxan dizanibû. Ev zanîn hat hawara wî... Aha îro destê me da berhemeke bi elfabeya kurdî-latînî! Di wê da çîroka jîyana xwe bi destê xwe nivîsîye. Di amadekirina vê pirtûkê da min alîkarîya Bavê Rewşen kir, dipratîkê da gelek zehmetî hebûn bêguman, lê her carê, berxwedana wî ya zîndanên dijmin da, alîkarîya wî ji "Şoreşa Îlonê" ra, serîhildana wî li dijî "Kembera Erebî" û gelek nimûneyên fedekarîyê ên din, ew zehmetîyên heyî ji ber min winda dikirin...

Di bîranînan da behsa gelek kesan tê kirin, bi qencî û xirabî... Bêguman Bavê Rewşan di heqê kî da çi nivîsîye ew raya wî ye û min ji raya wî ra hurmet kirîye. Ez têkilî karê wî nebûme. Ji xwe ne mafê min hebû ez têkilî karê wî bibim, ne jî ew razî dibû...

Di dawî da ez gelekî şa me ku Bavê Rewşan berhemeke nivîskî li dû xwe dihêle. Di nav wan serpêhatîyan da gelek bûyerên ku dikarin bibin babetê roman, pîyes û filman hene. Spas ji te ra Bavê Rewşan!

Haluk Öztürk

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues