La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Evdirehîm Rehmîyê Hekarî


Auteur :
Éditeur : Xanî & Bateyî Date & Lieu : 1991, Brøndby
Préface : Pages : 142
Traduction : ISBN : 87-983307-4-8
Langue : KurdeFormat : 143x207 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2243Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Evdirehîm Rehmîyê Hekarî

Helbestvan û nivîskarekî welatparêz
Evdirehîm Rehmîyê Hekarî
[Abdurahim Zapsu]

Evdirehîm Rehmî sala 1890-ê li navça Elbakê (Başkale, niha qeza Wanê ye) hatîye dinyayê. Babê wî Seyid Mehmed Pertew ji binemala Seyid Evdilqadir Geylanî ye. Dîya wî Ematullah Xanim jî keça Hacî Teyyar Begê ji binemala Ebbasîyan e. Dapîra wî Zelîxa xanim jî, keça Seyid Muhyedînê Arwasî ye.

Evdirehîm Rehmî xwendina xwe ya sereta li Elbakê, ya navînî jî li bajêrê Wan'ê û li dibistana "Darûlmûellimîn" (Dibistana Mamostatîyê) timam kirîye û îcaza (Destûr) xwendina dînî jî li ber destê birayê piçûk yê Seyid Evdilhekîm Arwasî, Seyid Taha Arwasî wergirtîye. Piştî vê xwendinê çûye Enqerê û "Dibistana Karmendîya Malî" xwendiye. Xwendina xwe ya bilind jî li zanîngeha İlahîyatê li Stanbolê timam kirîye.

Heke îro digel hemû zulm û zordarîya dijminan li çaralî netewê Kurd nehatibe helandin, eve ji alîyekê ve ji saxlemî, xurtî û zengînîya ziman, çand, edebiyat û pîşeya kurdî têtin.

Zimanê kurdî bi çîroka, helbesta, dîloka, strana, serpêhatîya, destana û hemû cûre karên Çandî û edebî wekî qerasekî polayî xwe ragirtîye û bûye stûna serpîyamana netewê Kurd. Jîyana civakîya Kurd, xwarin-vexwarin, cil û berg, desen, nexş û motîfên xebatên raçandin û hûnandinî herweha bûyne berpalên stûna jîyandina netewê Kurd...

Hindî xezîna çand û edebîyata kurdî çavê rojê dibîne zengînî, têrî û qîmetê wê çêtir xûya dike. Me jî bi vê bîr û bawerîyê xwest kar û xebata Evdirehîm Rehmîyê Hekarî ya çandî û edebî digel kurte jîyannameya wî bi xwendevanan ra bigihînin ku ji nêzîktir bête naskirin û bireke berhemên wî bi pirtûkekê serê xwe pratîktir bêne xwendin. Di ev bire helbest û nivîsarên pirtûka me da dê bête dîtin ku Evdirehîm Rehmî jî dilsozî û dilovanîya xwe li beramber gel û welatê xwe wekî Xanî, Feqîyê Teyra, Elî Herîrî û Melayê Bateyî ji nava dilê xwe anîye ziman.

Wî jî ew dengê xurt yê Xanîyan ji axa Hekarîya li serê sedsalê daye vedan.

Weşanxana
Xanî & Bateyî


PÊŞGOTIN

Li ser vê pirtûkê nîyeta me nîn e ku wekî adetê klasîkî 'pêşgotin'eke dûr û dirêj binvîsin.

Bi vê lêkolîn û xebatê amanca me ew bû ku em jî ji alîyê xwe ve mil bidine xebata lêgerîn û ji nû ve jîyandina çand û edebîyata kurdî ya klasik...

Heke em lê binêrin taybetî di salên 80-yî û va ye di destpêka salên 90-î da gelek kar û xebatên hêja hatine kirin ku berhemên sedsalên navînî û yên destpêk û navîna sedsala bîsta ji nû ve bêne çapkirin û bi nifşên nû û yên paşerojê ra bigihin...

Esas ev cûre kar û xebate di nav hemû netewan da gelek micid têne kirin. Ji ber ku domandin û ji nû ve jîyandina çand û edebîyata tradisyonel (adetî) hem zengînîya netewan ya di vî warî da ye, hem jî stûna serpîyamana wan e di nava mirovatîya cîhanê da... Lewma lêkolînên li ser kar û xebatên kevin bi serê xwe grîngî û qîmetekî cûda hene...

Wekî pêşîyan gotî : "Her dar li ser bina xwe şîn dibe"... Ji ber vê yekê her netewe, li ser kîjan bawerî û îdeolojîyê hatibe hûnandin jî qîmetekî mezin dide jîyana edebî, çandî, pîşeyî û adetên civakî yên demên borî...

Kar û xebatên îro yên di vî warî da têne kirin li ser bingeha xebatên kevin bilind dibe. Geşî û lawazîya xebatên di van waran da girêdayî xebatên kevin e. Heke îro xebatên di warê ziman, çand û edebiyatê da têne kirin ber bi geşbûne ve diçin, eve ji saxlemîya bingehîn têtin... Heke îro digel hemû zulm û zordarîya dijminan li çaralî netewê Kurd nehatibe helandin, eve ji alîyekê ve ji saxlemî, xurtî û zengînîya ziman, çand, edebiyat û pîşeya kurdî têtin.

Zimanê kurdî bi çîroka, helbesta, dîloka, strana, serpêhatîya, destana û hemû cûre karên çandî û edebî wekî qerasekî polayî xwe ragirtîye û bûye stûna serpîyamana netewê Kurd. Jîyana civakîya Kurd, xwarin-vexwarin, cil û berg, desen, nexş û motîfên xebatên raçandin û hûnandinî herweha bûyne berpalên stûna jîyandina netewê Kurd...

Îro jî ev cûre xebate bi hêvîyeke geş têne kirin û ber bi pêş diçin... Lê belê divê em rastîyekê bînin ziman ku ; heke nifşên îro dest bi kar bûne û berhemên baş û bikêr didin, divê xwe xwedî şans bibînin ku xwediyê dîrokeke zengîn, têr û xurt in di warê xebatên çandî û edebî da...

Kar û xebatên di demên berê da hatine kirin herçend îro bi zêdehî ve çavê rojê dîtibin jî lê yên nehatine dîtin û weşandin hêj jî mane û divê bo ji nû ve çapkirina wan jî herkesekî welathez dest bi kar be ku wan derxîne ser rûyê erdê û bi nifşên nû ra bigihîne. Eve bi serê xwe xizmeteke hêja ye... Divê çu rêz û rûpelên helbestvan û nivîskarên me yên demên berê nemînin ku bi nifşên îro û sibê ra nehatine gihandin...

Li ser vê yekê bi taybet xebatên Profesor Qanatê KURDO û yên M. Emîn BOZARSLAN rûmetekî bilind hene. Bi xebat û lêkolînên wan, nifşên îro haj kar, xebat û berhemên helbestvan û nivîskarên demên berê bûne... Herdu cildên "Tarîxa Edebîyata Kurdî" ya Qanatê Kurdo û herpênc cildên kovara "Jîn"ê yên ku Bozarslan ji nû ve wergerandî û çapkirî bi serê xwe kar û xebatên zêrîn in...

Bi saya serê xebata van herdu dilsotîyên gelê xwe me; Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Kemal Fevzî, Memduh Selîm, Siyahpuş, Xaris Bitlîsî, Qedrîcan, Pîremêrd, Xelîl Xeyalî, Nalî, Mela Mihemed Koyî, Dildar, Hejar, Cegerxwûn, Osman Sebrî û gelekên dî naskirine yan jî em li ser jîyan û xebata wan zêdetir agandar bûne...

Li ser vê yekê Qanatê Kurdo wisa dibêje : "... Gelek alîm, zana ulmdar û zanyarên kurd berê hebûne, lê sed car heyf em hela hê haj pê nîn. Her bi saya serê kovar, rojnamên kurd yên vî zemanî em pê hesîyane, me navê çend heba ji wan bihîstîye û şêr û helbestên wan xwendine. Derheqa Pertew Beg Hekarî da cara pêşîn li kovara "Dengê Giştî Teze"da hate beyankirinê, derheqa Ahmedê Xanî da û "Mem û Zîn"a wî da û derheqa Meleyê Cizîrî da û dîwana wî da li kovara "Hewar"ê da hate beyan kirinê. Saya serê kovarên "Hewarê", "Ronahî" û rojnamên "Roja nû" û "Stêr" yên li nav salên 1932 û 1945-a da çap dibûn, me cara pêşîn nav û dengê Cegerxûn, Osman Sebrî, Celadet Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Mele Enver, Qadrîcan ên şêrbêj û helbestbêj bihîst û nivîsar û efirandinên wan xwendin. Eger ew kovar û rojname çap nebûna, şêr û helbestên wan çap nekirina, em tu cara haj pê ne dibûn, ku şayr û helbestbêj û hozanên kurd wusan hêja hene..." (Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebîyata Kurdî - 1, r. 41 - 42)

(Li vê derê divê em xebata Hemreş Reşo û Mihemed Bekir jî bîr bînin ku wan jî kovara "HAWAR" ji nû ve çap kirin û em hem ji Hawarê û afrendêrên wê birayên Bedirxan'î Mîr Celadet û Kamuran Elî, hem jî ji kar û xebatên wê demê haydar kirin... Hemreş Reşo, hejmarên 24-57 yên Hawarê sala 1975-ê li Elmanya, Mihemed Bekir jî hejmarên 1-9 sala 1987-ê li Swêd ji nû ve çap kirine. Mihemed Bekir xerîkê çapa hejmarên mayî ye jî...)
Vêca em jî bi saya serê weşana nû ya "Jîn"ê û xizmeta M. Emîn Bozarslan ji gelek nivîskar, helbestvan û hetta polîtîkerên serê sedsala me agahdar bûn... Heke Bozarslan kovara "Jîn" ji nû ve çap nekiriba me dê ji kû bizanîya ku Evdirehîm Rehmîyê Hekarî di kovara Jînê da helbest û nivîsarên welathezî nivîsîne... Yan jî me dê tenê ji bîranînên kal û pîrên xwe wekî xewnekê navê kovara Jînê bihîstiba û ewqas... Lê Bozarslan bi jîrî û zanayîya xwe ev berhema birûmet û hêja wekî wî gotî ji nû ve jîyand û bi nifşê me ra gihand û nehêla ev zengînîya çand û edebîyata kurdî bibe "teyrê Enqa"...

Bozarslan hazirî û çapa "Jîn"ê wisa rêk û pêk, têr û tijî kirîye ku karê xwendekar û lêkolînera gelek hêsan kirîye. Bozarslan wisa dibêje : "...Herweha em hemî jimareyên kovara "Jîn" ên orîjînal ên bi tîpên Erebî jî digel wergeranên wan ên bi tîpên Latînî çap dikin, orîjînalan û wergeranan bi hev ra, li rexê hev diweşînin. Kesên ku bi tîpên Erebî dizanin, dikarin rasta-rast wan jimareyên orîjînal jî bixwînin. Kesên ku bixwazin li ser kovarê û têdayîyên wê lêgerîn û lêkolînan bikin, ew jî dikarin rasta-rast li ser orîjînalên jimareyan bixebitin. Bi vî awayî û bi xebateka weha dûr û dirêj, kovara "Jîn", bi hemî jimareyên xwe hat hal û timtêleka wisa ku her kes dikare bi hêsanî wê bixwîne, têbigîje, li ser'ê lêgerîn û lêkolan bike..." (Ji Pêşgotina Bozarslan, Jîn cild 1, r. 81/85)
Di kar û xebatan da gotinên pêşîya, yên zanyara herdaîm rênîşanîyê dikin û mirov ber bi xebatê ve paldidin. Digel xebata wan, gotinên Qanatê Kurdo û Bozarslan jî bûne paldar û rênîşan ji bo vê xebat û lêkolîna me...
Li vê derê em dixwazin gotineke dî ya Qanatê KURDO ku li ser vê babetê çend li cih e raber bikin : "...Niha her mêrekî kurd, her jineke kurd dixwezin tarîxa miletê xwe, ya edebîyata xwe bi zimanê dayka xwe şirîn bixûnin. Li nav civîn û komên xwe da gelek caran xort û keçên kurd pirs dikin : Ji kurdan kê, kengê û çi di tarîxê da kirîye: Kê bûye xemxur, şerker û têkuşerê miletê kurd ? Bersiva van pirsan li tarîxa edebîyatê da tê gotinê. Di tarîxa edebîyata kurdî da tê ber çavan, ku li nav sing û berê çiyayên Kurdistanê da gelek mêrên çê, gelek camêr, zanyar, hozan û şêrbêj û helbestbêj derketine, ku di tarîxê da ji nav neteweyê kurd mêrên delîr, qehreman hebûne, tiştên wusa rind û hêja efirandine, ku merivên niha jê ecêb mayî dibe. Ku xwendkar û xwendevanên me delal haj wan hebin, divêt zanyar û ulmdarên kurdan di vê pirsê da arîkarî wan bikin, di vê pirsê da berpirsyarin edebyenasên kurd, divêt ew vî îş û karî bidne ser milê xwe û tarîxa peydabûn û pêşveçûna edebîyata miletê kurd binivîsin, ku xort û keçên me bi başkirin û çaktirîn bixûnin, pê bihesin û bizanbin li tarîxê da ji neteweyê kurd kê, li kîderê, kengê û çi kirîye, çi nivîsîye û gotîye bi xatirê azadî û serbestîya kurd û Kurdistanê bo xatirê yekitî û hevkarîya qebîl û eşîrên kurdan, bo xatirê serbestî û serferazîya wan, bo xatirê hevdestî, hevkarî û aşitîyê li nav neteweyên Rohilata Pêşîn û Navîn da..."
(Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebîyata Kurdî - 1, r. 7-8)

Hindî xezîna çand û edebîyata kurdî çavê rojê dibîne zengînî, têrî û qîmetê wê çêtir xûya dike. Me jî bi vê bîr û bawerîyê xwest kar û xebata Evdirehîm Rehmîyê Hekarî ya çandî û edebî digel kurte jîyannameya wî bi xwendevanan ra bigihînin ku ji nêzîktir bête naskirin û bireke berhemên wî bi pirtûkeke serê xwe pratîktir bêne xwendin.

Di ev bire helbest û nivîsarên pirtûka me da dê bête dîtin ku Evdirehîm Rehmî jî dilsozî û dilovanîya xwe li beramber gel û welatê xwe wekî Xanî, Feqîyê Teyra, Elî Herîrî û Melayê Bateyî ji nava dilê xwe anîye ziman. Wî jî ew dengê xurt yê Xanîyan ji axa Hekarîya li serê sedsalê daye vedan.

Li ser Evdirehîm Rehmî li vê derê hewce nîn e dubare tiştna bêjin. Di destpêka pirtûkê da li ser jîyan, kar û xebatên wî, tiştê me karîye bi destbêxin hatîye nivîsandin.

Pirtûk, bi sê bira hatîye amade kirin. Di bira yekemîn da agahîyên li ser Evdirehîm Rehmî, bira duyan da jî ew helbest û nivîsarên wî yên di "Jîn"ê da hatine weşandin me ji nû ve bi hev ra çap kirin. Di bira sêyemîn da jî ferhengoka me amadekirî cih digre.

Lê belê me cih neda sê nivîsarên wî yên tirkî. Ji ber ku, heke me ew nivîsarên wî yên tirkî wergerandiban kurdî orîjînalîta devokê wî peyda nedibû. Me nexwest nivîsar û helbestên wî bi devok û formeke dî têk bidin...
Di destpêka vê xebatê da hewcebû ku peywendîyek hatiba danîn digel binemala Evdirehîm Rehmî. Bozarslan hevkarî kir ku me digel keça Evdirehîm Rehmî Hale xanimê peywendî danî. Li vê derê em careke dî spasî Bozarslan dikin.

Piştî peywendî danînê, Hale xanimê nêzîkahîyeke ji dil û germ nîşanî me da. Çi agahdarî, wêne û belge pêwîst bûn hemû dane me. Di keysekî baş da digel xwûşka xwe ya mezin Jale xanimê seredanîya me kir û çi agahdarîyên wan yên zêde heyî ew jî gotin. Em spasên ji dil û germ li Hale û Jale xanima dikin û emrekî dirêj û silametî ji wan ra daxwaz dikin...

Agahdarîyek piçûk : Me ferhengokeke piçûk jî danî dawîya pirtûkê... Di vê ferhengokê da bêjeyên ku me'na wan M. Emîn Bozarslan dabûn, me di nav parantêzê da wekî (meb) xûya kir...

Tîrmeh 1991
Hazım Kılıç




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues