La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Herdûbat

Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1990, Spånga
Préface : Pages : 74
Traduction : ISBN : 91-87730-18-9
Langue : KurdeFormat : 135x205 mm
Code FIKP : Br. Kl. 1873Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Herdûbat

Herdûbat

Nivîskarê hêja mele Zahid di sala 1935 an de li gundê Dêrsilê hatîye dinê. Navê bavê wî mele Hadîyê kurê mele Mihemedê Endarî ye. Gund nêzî bajarê Hezroyê (Dîyarbekir) ye. Ew 7-8 salî bûye diya wî mirîye û dest bi xwendina medresê kirîye. Mele Zahid di despêkê de li gundê Başnîqê li nik mele Remezan xwendîye. Di pey de li nik mele Ehmedê miftîyê Farqînê û paşê li nik şêx Mihemed Seîdê Cizîrî domandîye. Ewî di demekê de li Kurdistana Sûrîyê, li bajarê Amûdê û li Xeznayê jî xwendîye. Di paşîyê de mele Zahid destûrnama xwe ya xwendinê ji şêx Ûsivê Sewrî (Mêrdîn) sitendîye. Nivîskar piştî ku dibe mele, ji sala 1959 an hetanî sala 1969 an, li bajarê Licê di xwendegehê de dersa feqîyan daye.

PÊŞGOTIN

Mele Zahid, hozan û nivîskarê bi nav û deng û kevintirînê nivîskarê Kurdan mamosteyê nemir mele Ehmedê (Hiseyn) Bateyî bo xwe kirîye pêşîwar û mewlûda wî qopye kirîye,bi zimanekî xwirî Kurmancî ji nû ve nivîsîye. Û wî bixwe bi navê Herdûbat jî navdar kirîye. Di malikeka wê de weha dibêje:

"Seydayê Batê digel vî Zahidî

Pesnê Mewlûdê bi Kurmancî didî"

Ev berhem jî, mîna Mewlûda Batê her du rêz bi yek qafîyeyê ne û li ser yazdeh kiteyan honayî ne. Lê belê di navbera herdukan de guhartineke cuda dikeve ber çavan. Bes cî cîna hin rêzên Batê, mîna jêderkan, tê de xwîya dibin.

Li gor agahdarîya ku mele Zahid di paşîya pirtûka xwe de bi zarê Erebî kirîy: Ewî vê Mewlûdê di sala 1973 an de li bajarê Dîyarbekir nivîsîye. Û bi alîkariya Ehmed T. di sala 1978 an de jî, li Stenbolê di çapxana "Bayraktar" de bi wênekêşîya destxetên wî li çapê ketîye. De lê belê nivîskar di rêzekê de weha gotîye:

"Bû hezar û heyştê û çar sêsed e". Îcar ev tarîx ku ya hicrî be 1384 e. Beramberî ya mîladî dike 1964-1965. Ji vê yekê tê zanîn, her çiqas ku wî gotîye : "... di sala 1973"an de nivîsîye, belkî di vê tarîxa li jor de nivîsîbe.
Mewlûda Batê, ew çapa ku me wergerandibû latînî û Roja Nû jî çap kiribû, 19 beş in û 565 beyt in. Lê belê ev mewlûd 22 beş in û 667 beyt in. Lê digel beyta tekrar a di dawîya hemû beşan de,tev 689 in.

Nusxeyek ji vê Mewlûda çapbûyî, bi alîkarîya kurdekî welatparêz -bi navê Hecî- giha destên me. Me jî ew ji tîpên Erebî wergerande Latînî û pêşkêşî xwendevanan kir. Hêvîdar im ku wê ji zimanê Kurdî re bi xêr be û wê pirtûkxana Kurdistanê jî pê dewlementir bibe. 15.06.1988

Zeynelabidîn

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues