PÊȘGOTİN
Sal bı sal doza kürdi bêtir bala xelkê ber bı xwe dıkşine. Çarenıvisa nêziki si milyon Kurd, yên ku lı ser qada netewi ya bav û kalen xwe dıjin, bı dirêjiya bêtir jı 2500 şali û roleke wan a berçav heye dı geşbûna dirok û kûltûra gel û welatên Asya Rojava da, lê jı dewleta xwe ya netewi mehrûm ın û mêrane xebat dikin jı bo azadi û serxwebûnê. Helbet kes nıkare xwe jê bê hay bıke, ne lı welatên rojava ne rojhılat, nemaze ew kesên bı canê dêmokratik û azad pervverde bûne, em Russiya û komarên Yekıtiya Sovyeta berê jı nav wan cuda nakın. Lı nık Russiya pırsa kürdi bı taybeti gıring e û berjewendiya wê geleki bılınd e dı çareserkırına doza kurdi da, angori prensipên mafê çaremvisê, ku lı cihanê hemi hatiye pıjırandın, jı ber nêzikiya gêografi ya Kurdistanê û bı saya teqalidên çand û diroki. Bı rasti Russiya dıhate hesabkırın weke welatê kurdolojiyê çawa ilmeki serbixwe yê rojhilatnasiyê. Û heta demeke ne dûr, nıvisandinên heri hêja û buhagiran di vi warê ilmi da lı Russiya hatıbû weşandin.
Dı bin bandoriya hin sedemên berçav dı vê dema nû da hin şıkestın û bê tevdiri ketin warê kurdolojiyê. Mırov dixwaze hêvi bıke, ku ev rewş dem kurt be. Dıgel wısa ji, çapkırına lêkolinên zanyari yên tirxanbûyi jı muşkilên politiki yên Kurdistanê re, yan bo xusûsiyetên bızava netewi ya kurdi dı 20-30 salên vê dawiyê da, gelek gıring û gerek ın. Ev berhevoka ku em pêşkêşi dadgeha xwendevanan dikin hewldaneke jı wi wari ye.
Ji ber çend sedemên ne vindar me nekaribû vê berhevokê çapbikin di wexta wê da. Lê disa ji naveroka wê, li gor ditina me, hê aktûwal e (nûdemi ye), nemaze hin gotarên wê nûjen bûn li gor demê heta digihê rojeva me.
Navenda Lêkolinên Kurdi
Kora dirokvanên mviser: Birrê I: Profêssor M. S. Lazarêv Birrê 2: Endamê Akadêmiya Armêniya, Profêssor Ş. X. Mihoyi Birrê 3: Profêssor M. A. Hasratyan Birrê 4: Doktora zanıyariya diroki O. İ. Jigalina. Birrê 5: Kandidatê zanyari, A. H. Bagirov.
Doza Kurdi (Bınyad, pêşveçûn û rewşa nûdemi) M. S. Lazarêv
Heta demeke ne dûr pırsa kurdi hêj nebûbû têma hoyê ragihandinên cemaweri. Ew mabû, bi awaki gişti, di nav gêreke teng a pisporên rojhilatnasan de û politologên ku, taybet bi pirsên Rojhılata Navin mıjûl dıbûn. Cenga Delava Farisi balkêşiyeke gıring û mezın derbareya Kurdıstan û pırsa kurdi de peyda kır lı hofkên rojava û rojhılat û lı gêrên birûrayên cihanê. Lê baweriyeke şaş e, ku mirov vê rewşê di nêrineke berjewenditiyê de bibine û şiroveke. Di rastiyê de, bihanên aktûalkırına doza kurdi di vê demê de awayeke himi dıgırın, xudan regezên diroki û kûr ın. Herêma ku gelê Kurd lê dıji, herdem warê dijwariya politiki bû, ewa ku dı vê dema me de sırûştane gıhaşte nuqta xeterê.
Eğer mırov bixwaze sedema heri sereke ya vê dijwariyê dıyarbıke, bê guman dê bêje: jıhevperçebûna siyasi ya gelê Kurd û encama wê, nebûna dewleta Kurd a serbixwe ye. Milletê, ku diroka wi ya etni digihê 2500 sali û ew bi xwe xudanê wê zeminê ye, ku ji kevnare de lê dimine, herdem mafê wi tunebû serbest biji û rêça geşebûnê bo xwe dayne. Herdem wêraniyên gıran bı ser de daweşine di encamê cengan, ...
|