La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hecîyê Cindî, Jiyan û Kar


Auteur :
Éditeur : Mezopotamya Date & Lieu : 2003, Yêrevan
Préface : Pages : 152
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1104Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hecîyê Cindî, Jiyan û Kar

Jiyan û Kar

XWENDEVANÊN MERA

Ev pirtûka Firîda Hecî Cewarî ya dudaye, ku bi rêza weşanên «Mêzopotamiya» ronkayî dibîne. Profêsor Hecîyê Cindî ew şexs û şuxulvanê kurdê sovyetîyêye, pêşdaçûyîna çanda kurdaye tomerî hîmlî navê kîjanîva girêdayîye. Ewî bi rastî temamya mektebeke zargotinzanîyêye bi bereket sazkir.

Dîroka çanda kurdaye sovyetîyê berê ewlin nav û hereket-karkirina Hecîyê Cindîva tê dîharkirin û nirxandin. Dota Hecîyê Cindîye hêja û omidayî-Firîda Hecî Cewarî bi xemxurî, dilbaristanî û şêkirdarîya ewledîye bi sala riya jîyan karkirina bavê xweva mijûl bûye û ev pirtûka danîye li ser textê me.

Ev kar tenê hêjayî peşindayînê şêkirdariyêye. Pirtûk bi xwe gerekê bê dîtin-qîmetkirinê çawa çavkaniya naskirina jîyan û karkirina Hecîyê Cindîye here pêşin. Bi vê pirtûkêye, ku virhada di hindava wî rewsenbîrê helalî xwedîyê keda pir û mezinda lêkolîn û lêgerînê bêne nivîsarê. Wekî mayîn gotî-ev pirtûka çavkaniya here pêsine heqî û rastgoye, ku gerekê bibe bingeha îzbatîy'ê-bîblîogirafîyê-bona bi rastî û tam nîgar û rola Hecîyê Cindî di dîroka çanda kurd Kurdistanêda cîyê xweyî hêja û layîq bigirin.

Aha bi ve manîy'ê xebata dota wîye piremek Firîdayê bi heqî di goveka çavdayîn û metihdayînêdane. Ev pirtûk di dereca bîranîn-şêkirandinêda heykelekî pir kemale-bona bîr anîna qehremaniya Hecîyê Cindîye li meydana çanda kurdî.

«MÊZOPOTAMIYA»

 


DU GOTIN

Sala 1989-a bû. Bavê min –Hecîyê Cindî nexweş bû. Hîmlî ji dilê xwe digazinî. Me emrê xweda cara pêşîn bavê xwe bê xebat didît. Ew jî ber xwe diket, ku naxebite- nanvîsîne, naxûne. Digot: «Kaltîyê zor min kirye-bêhewas bûme ...»

Em carna diçûn- ber bîna wîda dihatin. Ewî hey zarotîya xwe, emrê xweyî çetin danî bîr...

Bona hazirkirina vê pirtûkê min bîranînêd bavê xwe, nivîsarêd wî, bîranînêd diya xwe, arşîva mala bavê xwe û usa jî Şuxul N7623 ji arşîva KGB dane xebatê.

Ez evê pirtûkê pêşkêsî 95-salya bavê xwe-Hecîyê Cindî dikim.

Xudana pirtûkê


Derheqa Hecîyê Cîndîda (Kitêbada)

1-Lêvon Mêsrop, Kurd û Kurdistan, Parîz, 1957(bi ermenkî)
2-Ênsîkolopedîa Sovyetîyê mezin, cilda 1-ê, Moskuva, 1969 (bi rusî)
3-Ênsîklopêdîa edebietêyê kurt, cilda 1-ê, moskuva, 1962 (bi rusî)
4-Ênsîklopêclîa ermenîyaye sovyetîyê, cilda 6-a, Yêrêvan, 1980.
5-Ênsîklopêdîa ermenîyaye sovyetiyê, cilda 12-an, Yêrêvan, 1986.
6-Salixnama edebîyetî, Yêrêvan, 1986.
7-Ferhenga Sovyetîyê ênsiklopêdî, Moskuva 1989 (bi rusî).

Usa jî bi seda miqale di kovar û rojnamada bi zimaned başqe-başqe derketine.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues