La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zimanek çima tê qedexekirin?


Auteur :
Éditeur : Peywend Date & Lieu : 2013, İstanbul
Préface : Pages : 186
Traduction : ISBN : 978-605-64331-6-0
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Cic. Zim. 986Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zimanek çima tê qedexekirin?

Zimanek çima tê qedexekirin?

Cuma Çîçek

Peywend

Zimanek Çima Tê Qedexekirin? Ev pirtûk, li ser dîroka dilsoj a zimanê kurdî ji vê pirsa bingehîn re bersivekê digere. Polîtîkayên dewletê yen der barê zimanê kurdî de û têkoşîna kurdan a siyasî û hiqûqî ya li dij wan polîtikayan di pirtûkê de cihekî berfireh digire. Di van rojên ku mijara nîqaşa statûya perwerdehiya bi zimanê zikmakî di rojevê de ye, ev pirtûk xwedî çawaniyekê ye ku dikare asoyeke firehtir li ber me veke. Pirtûk ne tenê têkoşîn û serpêhatiya zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê, ji welat û erdnîgariyên ku qedexeyên li ser zimanan û têkoşîna azadiya zimanan lê tê meşandin jî gelek mînakan dide û hewl dide ku ji bo gihiştina statûyekê ya zimanê kurdî, modelekê deyne meydanê. Ev xebata ku di warê xwe de berhemeke tekane û hêja ye, tiştekî din jî nîşanî me dide ku têkoşîna li hemberî windakirina zimanan têkoşîneke zor û zehmet e û jê re ked û xebateke bêhempa divê.



Cuma Çiçek - Di sala 1980yi de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê bernameya lîsansê ya Endezyariya Endüstriyi di sala 2004an de, bernameya mastirê ya Plansaziya Bajar û Herêman jî di sala 2008an de xelas kir. Di nav salên 2004-2005an de wekî rêveberek li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê xebitî. Ji sala 2009an vir de, li Enstîtuya Xebatên Siyasî ya Parîsê (Institut d’Études Politiques de Paris - Sciences Po.) di beşa Zanistên Siyasî de, di bernameya Sosyolojiya Siyasî û Polîtîkayên Cemawerî de xwendekarê doktorayê ye. Ligel polîtîkayên zimanî, ew li ser têkiliya netewe, ol û sermayeyê, guherîna dewletê û reformên îdarî/siyasî, rêveberiyên herêmî, çalakiyên kolektîf, Yekîtiya Ewrûpayê, saziyên sîvîl, hev-rêvebirin (gouvernance) û meseleya kurd dixebite. Bi zimanên kurdî, tirkî, ingilîzî û frensî berhemên wî hatine çapkirin. Di nav van de, bi navê Küreselleşme ve Yerel Demokrasi: Liberal Katilim Söyleminin Sinirlari & Diyarbakir Örneği (İstanbul: Vate, 2011) û Demokratikleşme Sürecinde Sivil Toplum Örgütleri: Bir Örnek Olay İncelemesi Olarak Güneydoğu (İstanbul: Toplum ve Hukuk Araştirmalari Vakfi, 2004) du pirtûkên wî hene. Ligel van, şanoya Melih Cevdet Anday a bi navê İçerdekiler ji tirkî wergerandiye kurdî (Girtî, Stenbol: Aram, 2007).



Ji bo xwendekarên ku di sala 2001 û 2002an de kampanyaya zimanê zikmakî li dar xistin û kirin ku li 30 bajaran, li 45 zanîngehan, ji 15 000an zêdetir kes daxwazname pêşkêşî rektoriya zanîngehên xwe bikin da ku zimanê kurdî wekî derseke bijarte bê xwendin...


PÊŞGOTIN

Ev pirtûka ku di destê we de ye encameke xebatên min ên heft salî ye. Têkiliya min a bi zimanê kurdî di sala i997an de, dema min li Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê dest bi kursa zimanê kurdî kir dest pê kir. Lê aleqeya min a bi zimanê kurdî û bi taybetî jî bi polîtîkayên zimanî di sala 2001 û 2002an de dest pê kir, dema ku me li zanîngehan kampanyaya zimanê zikmakî li dar xist da ku zimanê kurdî wekî derseke bê xwendin û em zimanê xwe li zanîngehên xwe wekî zimanên din hîn bibin. Ev daxwaza biçûk bi şîdeteke dewletê ya gelek tund re rû bi rû ma. Encam: 871 xwendekar hatin binçavkirin, 43 bûyera îşkenceyê hâte qeydkirin, 91 kes bi tawanbariya endambûn an jî alîkariya rêxistinan hatin girtin, 980 kes ji hefteyek heta salek ji zanîngehan hatin dûrxistin û 104 kes ji zanîngehan hatin avêtin. Lê, piştî deh salan zimanê kurdî wekî dersekê kete müfredata dibistanên dewletê û îro dewlet bi vî zimanî 24 saet weşana televîzyonê dike. Hezar sipas ji xwendekaran re ku rêyek li ber vekerin...

Ev bûyer bû destpêkek ji bo min û eleqeya min a bi zimên heta îro. Lê, sala 2004-2005 ku ez li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî rêveberek xebitîm, bû gava duyemîn ji bo min. Li Enstîtuyê min derfet dît hem li ser zimên bixebitim û zimanê xwe pêş ve bibim, hem jî bala xwe bidim li ser polîtîkayên zimanî. Beşa pêncan a vê pirtûkê yekemîn nîvîs e ku min di sala 2006an de li ser polîtîkayên zimanî nivîsand ji bo kovara Zend ku Enstitu ev çend sal e çap dike. Pişti sala 2006an, Zend bû platformek ji bo min û rê li ber min vekir ku ez li ser ziman bixebitim û binivîsim. Pişti nivîsa yekemîn li ser polîtîkayên zimanî û rewşa kurdî min çar nivîsên din nivîsand ji bo Zendê di salên 2007 û 2008an de.

Piştî ku min di sala 2009an de di beşa zanistên siyasî de li Parîsê dest bi doktorayê kir, min bêtir bala xwe da li ser meseleya kurd û aliyên wê yên siyasî. Di van salan de min derfet dît çend maqale li ser vê meseleyê binivîsim û ligel çend kovarên din, li kovara Birikimê çap bikim. Ji ber ku meseleya ziman bûye nîqaşa herî muhîm a meseleya kurd û di van salên dawîn de li ser vê pevçûnek heye (mafên takekesî yan kolektîf; hînkirina zimên an perwerdehiya bi zimanê zikmakî), me vê meseleyê bi maqaleyek li Birikimê jî nirxand. Beşa çaremîn a vê pirtûkê ji vê maqaleyê pêk tê. Ligel ku çend sal derbas bûn li ser van nivîsan, nivîs bersiv didin pirs û nîqaşên heyî. Ji ber ku di van salên dawî de kêm reform hatin kirin û meseleya zimanê kurdî her li ber me ye.

Ji xeynî pêne maqaleyên di Zendê de û maqeleya di Birikimê de hâte çapkirin, min destpêkekê jî nivîsand. Ev nivîs çîroka zimanê kurdî ya sedsalî li Tirkiyeyê û sînorên meseleya zimên nîqaş dike. Di vê nivîsê de, min hewl da raxim ber çavan ka paşxaneya meseleya zimanê kurdî li Tirkiyeyê ji çi pêk tê û ew yek çawa tesîr li ser nîqaș û pevçûnên îro dike. Ligel vê, ev nivîs derfet dide ku em fêm bikin ka sînorên meseleya zimên li kû dest pê dike û li kû diqede. Ligel ku meseleya ziman bi giranî di nav çarçoveya meseleya nasname û perwerdehiyê de tê nîqaşkirin ji aliyê aktorên kurd û otorîteyên dewletê ve, sînorên meseleya zimên ji vê çarçoveyê pir û pir firehtir e: parçeyeke konteksa siyasî, îdarî, çandî, aborî û civatî û hiqûqî ye. Ji ber ku mijara teza min a doktorayê meseleya zimên jî dihewîne, min derfet dît li van aliyên din jî nîqaş bikim di vê nivîsa destpêkê de. Ev nivîs li aliyekê çarçoveyeke giştî danî derheqê meseleya zimên de, li aliyê din, kêmasiyên şeş maqeleyan temam kir.

A rast, tecrubeya min a şexsî rê li ber min vekir ku ez li ser aliyên cihêreng ên meseleyê bixebitim. Lîsansa li ser endezyariya (muhendîsiya) endustriyê, mastira li ser plansaziya bajêr û herêman û doktoraya li ser sosyolojiya polîtîk û polîtîkayên cemawerî çarçoveya min a fikrî berfirehtir kir û derfet da min ku ji çarçoveyên cihêreng li ser meseleyê hûr bim. Ligel xebatên akademik, tecrubeya kampanyaya zimanê zikmakî, ya li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê rê li ber min vekir ku ez zanîna kitêbî / akademîk û zanîna pratîk bidim ber hev û çarçoveyeke fïrehtir înşa bikim. Ev çarçove bû bingehê esasî ku min pê re polîtîkayên zimanî û rewşa kurdî li Tirkiyeyê nirxandin.

Her nîvîsa vê pirtûkê ji bo min bû paceyek ku ez hin aliyên polîtîkayên zimanî û rewşa zimanê kurdî binasim. Ji ber ku her nivîs bû pêvajoyek hînbûnê ji bo min, her çend min nivîsand, min ew çend xwend û ez ewqas jî hîn bûm. Hêvî dikim ku ev pirtûka di destê we de bibe paceyek ji bo we da ku hûn bikarin heqîqata zimanê kurdî û polîtîkayên zimanî bibînin. Bi taybetî, heger ez bikarim bi vê pirtûkê rêyek nîşan bidim ji bo kesên ku dixwazin meseleya zimên fêhm bikin û li ser vê meseleyê bixebitin, wê demê dê xebat bigihêje armanca xwe.

Sipasdari
Di amadekirina vê pirtûkê de keda gelek kesan heye. Berî her tiştî ez dixwazim sipasî xebatkarên kovarên Zend û Birikimê bikim. Her du kovar bûn platformên hînbûnê ji bo min. Bi taybetî ez dixwazim sipasî Dawûd Rêbiwar û Samî Tan, du edîtorên Zendê, bikim. Her du birêzan jî ez teşwîq kirim ku ez ji bo Zendê binivîsîm û nivîsên min gihandin xwendevanên kovarê. Helbet divê ez sipasî hevala xwe ya hêja Aysel Çetîn bikim ku barê kovara Zendê wekî redaksiyon û mîjanpaj bi salan e girtiye ser milên xwe.

Dîsa ez dixwazim sipasî hevalê xwe yê hêja Dr. Serdar Şengul bikim ku gelek caran min derfet dît pê re nivîsên xwe nîqaş bikim. Bi xêra van nîqaş û krîtîkên wî min fîkr û ramanên xwe pêş xistin û bi awayekî baştir û zelaltir îfade kirin. Ligel Dr. Serdar Şengûl, lazim e ez behsa Dr. Ergîn Opengîn û V. Firat Bozçali bikim. Bi taybetî, di nivîsandina beşa çaran de bi krîtîkên xwe rê nîşanî min dan. Ez sipasdarî wan im. Dîsa ji bo ku vê beşê ji tirkî wergerande kurdî, ez ji Salih Turan re sipas dikim.

Di çapkirina pirtûkê de keda xebatkarên weşanxaneyan gelek girîng e. Mixabin em têra xwe qîmet nadin vê kedê. Ji ber vê ez bi taybetî dixwazim sipasî kedkarên Weşanxaneya Peywendê û Suat Özalp bikim. Helbet keda birêz Remezan Alan ku karê edîtoriyê girt ser milên xwe pir e. Ez sipasî wî dikim. Bi ked û xebatên wan mimkun bû ku ev pirtûk bigêhêje destê we.

Herî dawî, ez dixwazim sipasî xanima xwe Xecê bikim. Ne tenê ji ber ku barê xebatên min herî zêde li ser milên wê ne, lê ji vê bêtir, ew gelek caran yekemîn kes e ku nivîsên min dixwîne û rexne dike. Wê her dem jiyanê ji bo min hêsantir kir û bi rexneyên xwe paceyên nû nîşanî min da.

Cuma Çîçek
Stenbol, 20.10.2013



Destpêk

Çîroka Zimanê Kurdî ya Sedsalî li Tirkiyeyê û Sînorên Meseleya Ziman

Perdeya Yekem: Tarik Ziya Ekîncî qise dike:

“Axaftina bi zimanê kurdî hâte qedexekirin. Taxa Karahasan ku em li wir rûdiniştin gelek mezin bû. Hin gom hebûn li nizîkê me.... Ji wan goman gundî hin tişt danîn û difrotin.

... Dema kesek peyvek kurdî qisebikirana pêne qiruş ceza lê dihat birîn. Jixwe barek êzing jî 5 qirûş bû. ... Min jî bi qasî ku derdê xwe bibêjim tirkî li mektebê hîn bûbûm. Dema ew dehatin tiştên xwe bifroşin, bavê min bang min dikir, digot ‘Lawê min, bi wan re biçe û bi tirkî alîkarî bike!’. Ez jî bi wan re diçûm û bazarî jî min dikir. Ew jî bi tenê temaşe dikirin û ji cezagirtinê xelas dibûn. Her sibê, teqez li deriyê me dixistin û bang min dikirin. Tiştê ku ez jiyam ev e1.”

Perdeya Duyem: Apê Musa (Anter) li mahkemeyê ye û tê darizandin: “Dozger: ‘Kurd û zimanê kurdî tunene. Kurdî ji bîst peyvan pêk hatiye. Peyvên din ji zimanên din hatine girtin.’ 1

.....

1 Cuma Çiçek, “Bireysel Haklar Kürtçeyi Kurtarmaya Yeter Mi? Bireysel Haklar, Kolektif Haklar ve Dil Kaybi,” Birikim, 2010.






Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues