La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Iqdê Durfam


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1989, Stokholm
Préface : Pages : 205
Traduction : ISBN : 91-87730-16-2
Langue : KurdeFormat : 130x203 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1559Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Iqdê Durfam

Iqdê Durfam

Nivîskarê hêja hozanê berêz î giranbiha û dilovan Şêx Eskerî di sala 1316 an (1898-1899) de, li gundê Axtepe hatîye dinê û di sala 1952 an de jî çavên xwe jî dinya jîndar gîrtine û li gundê Çolê di wargeya xwe ya daimî de radikeve û kurê şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Ewî destpêka xwendinê li cem bavê xwe di xwendegeha Axtepê de kirîye, di pey dilovanîya bavê de, li nik birayê xwe şêx Kerbela domandîye. Şêx Eskerî di hin deman de li gundê Hilerê (Çêrmûk) û li gundê Bîrsinê (Egil- Diyarbekir) bi malîtî maye...


PÊŞGOTIN

Nivîskarê hêja hozanê berêz î giranbiha û dilovan şêx Eskerî di sala 1316 an ( 1898-1899) de, li gundê Axtepe hatîye dinê û di sala 1952 an de jî çavên xwe jî dinya jîndar gîrtine û li gundê Çolê di wargeya xwe ya daimî de radikeve û kurê şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Ewî destpêka xwendinê li cem bavê xwe di xwendegeha Axtepê de kirîye, di pey dilovanîya bavê de, li nik birayê xwe şêx Kerbela domandîye. Şêx Eskerî di hin deman de li gundê Hilerê (Çêrmûk) û li gundê Bîrsinê (Egil- Diyarbekir) bi malîtî maye.

Şêxê me yê hozan li pey xwe ji me re du pirtûk diyarî hiştine. Yek ev pirtûka Iqdê durfam e, ya din jî dîwanek e. Lê mixabin heta niha yek ji wan jî, çap nebûye. Belam melayek bi navê Z.Ç. her yek ji wanakan bi destxeta xwe nusxeyek bi tîpên Erebî, di sala 1980 de derxîstîne. Fotoqopîyên wan herdukên destxetên wî Meleyî bi alîkarîya hin biraderên welatparêz gihan destên me. Me ew herdu jî wergerandin tîpên Latînî û pêşkêşî xwendevanên hêja kirin.

Nivîskarê hêja di wan demên tarî û li bin xwînxwarî û barbarîya Komara Tirkîyê de bizivîye û di şûna şûr de xameya devjehrî lipikandîye û ew herdu pirtûk nivîsîne. Hem jî çi nivîsar! çîrokan bi helbestkî nivîsîne. Meriv guman dike, ku wê pirtûkên bi vê rewşê li dinê tinebin, yan jî wê pir kêm hebin!

Iqdê durfam çewa ku me got, hin çîrokên Kurdî ne, ku şêx Eskerî ew bi helbestkî ristine. Bi kinatî Çîrok weha ye:
Derwêşek bi rêbiwarî bi rê ve diçe, dibîne ku lawîkek jî birçîyan digirî. Ew parîyek penîr dide lêwik û li riya xwe dikudîne diçe. Di pey de ew penîrê xwe datîne erdê da ku serçavê xwe bişo, qijikek diçe wî penîrî digire û difire diçe li ser darekê datîne. Îcar rovîyek jî, di dev de ew penîr dibine û ramana çêkirina dek û xapan dike û xwe dixe şûfê sofîyekî zahid û diçe li bin darê dikeve zikr û cezbeyan û bi navê "Şahê bilbilan" gazî qijika penîrdevde dike û li serê gelek helbest û xezelan dibêje. Di pey de, qijik bawer dike, ku ew şahê bilbila ye û xwe beri erdê cem rovî dide. Hema ew penîr jê distîne û diçe, di rê de li parîyek dûvê pez rast tê. Ew diçe ku wî parîyê dûv jî bixwo, tunebê nêçîrvanekî faq vegirtîye û rovî tê de asê dimîne, heta ku nêçîırvan tê û serê rovî jê dike.

Nivîskarê mêrxas, li ser daxwaz û bi pêşnîyarîya kurmamê xwe Behcet dest bi vê pirtûkê kirîye. Lê mixabin bi kurtedemek li pey destpêka wê, Behcet koça xwe ji dinê bar dike û Şêxê me jî, ji nivisandina wê dilsar dibe û qelema xwe disekinîne. Gelek sal derbasdibin, paşê hin dost û hevalên wî bi birayê wî şêx Kerbela ve diçin cem û lê doza temamkirina Iqdê durfam dikin. Her çiqas ew xwe ji ber wan diçerixîne jî, lê wî mecbûr dihêlin ku nivisandina wê kuta bike. Nivîskar weha dibêje:

"Dizanim îltîfatê nadinê kes
Ji ber ehlê huner kêm in mededres"

Sedemê nivisandina bi zimanê zikmakî jî weha dibêje:

"Gelek şêrîn e ev ezmanê Kurda
Derîxa! me ji dest yekcarî berda"

Hozanê hêja sedemê giringtirîn weha beyan dike:

"Pesindîde nîne Kurmancî ye saf
Xuya ye ne huner tev gotin û laf'

Şêx Eskerî di sala 1938 an de dest bi nivîsandina Iqdê durfam kirîye û di sala 1942 an de, li gundê Bîrsinê kuta kirîye. Dema ku wî ev nivîsîye, temenê wî 39 sal bû.

Pirtûk ji 13 beşan ava ye, beytên wê bi kêş û qafîye ne û hemû li ser yazde kiteyan in, her du rêz jî bi yek qafîyê ne. Hejmara malikan 2584 in. Lê çewa ku hozan di paşîyê de bi qelema xwe nivîsîye, dibêje ku: "Hejmara tevekê kitêba Iqdê durfam digîje 2579"an.

Di vî karê me de dibe ku hin şaşî û nerastî peyda bûbin. Lê bi hêvî me ku wê xwendevan li me biborin, çimkî ev karekî piçûk bû ku me ji zimanê xwe yê "qedexe" re kir û bi umîd im ku dê pir feyde bigîjîne kultura Kurdî. Hem pirtûk ji mirinê difılite û pêşkêşî xwendevanan dibe, hem jî pirtûkxana Kurdistanê dewlemendtir dibe. Herweha dilxweş û şad im, her çiqas ger bi hindikayî be jî, berpirsîyarîya li hember gelê xwe yê bindest tînim cî.

30.05.1988
Zeynelabidîn Zinar (Kaya)




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues