The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Labîrenta cinan


Author :
Editor : Welat Date & Place : 1994-01-01, Huddinge
Preface : Pages : 198
Traduction : ISBN : 91-9712-54-7-4
Language : KurdishFormat : 110x190 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 4406Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Labîrenta cinan

Versions

Labîrenta cinan

Şeytan xwedê ye
û Xwedê jî şeytan
ez hatim hînkirin
ku herduyan jî bihewînim
yekî bi babetekî
yê din bi babetekî din
lê babet her yek bûn

- Gunnar Ekelöf -


Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin.

Ev serê salekê ye ku mamoste Kevanot li bendî bersivekê ye, ew bersiva ku wî bi dilpekîn dipa, îro nû gîhîştiye destê wî, anuha li bajêr, li ser sekûka eywana mala xwe rûniştiye, ew kaxeza bersivê girtiye destê xwe, bi tirseke bênav diricife û dixwîne, piştî xwendinê êdî bi çavên xwe jî ewle dibe ku ew, wan tiştên li ser kaxezê rast dixwîne, ji nişka ve tiştekî weke tîrê xwe di serê wî de badide, ricifîneke bêmane bi laşê wî digire, dilê xwe bi xwe dişewutîne, lêvên wî dilerizin, av bi çavên wî dikeve û di dilê xwe de: «Rast e, ez bi kêrî hîndayînê nayêm. Serê min bûye weke hêkeke genî, tevgerên min êdî ne tevgerên mamosteyekî ne. Lê ez anuha têdigêhîjim. Ew gunda... av û kuçên wî gundî...» dibêje, wê kaxeza bersivê hêdîka datîne kêleka xwe û bi raman vedigere ser wan salên xwe yên buhurî.

Di demên koçmaliyê de ew hemû hûr û tiştên ku hertim ji ber dimînin an jî di qul û qelişên malê de ji bîr dibin, çar sal, rasterast çar sal beriya nuha, mamoste Kevanot wan tiştan jî berhev dike, davêje paşiya kevnetexsiya xwe, kewaniya xwe ya ciwan dide kêleka xwe û ji bajarê D'ê hêdî hêdî ber bi bakur dajo.

Di re de çêlî mijarên bextiyarî û astengên wê dike, carina pişirînên bextiyariyê li ser lêvên wî diyar dibin, çavên xwe ji riya pêşiya xwe vedigerîne ser kewaniya xwe û dibêje:

- Nêrgisa min... ma nayê bîra te ku apê Simko... zimanê min lê nagere, lê di destpêkê de bavê te gelek astengî raxiste pêşiya min!...

«-Keçên me têra xortên eşîra me nakin, me keç nîne ku em bidin bajariyan.» digot û pê ez ji wir dûrdixistim. Ji ber vê yekê carina dile min bi xwe jî ji min li hev diket, ez ji xwe dişikiyam, pê dêşiyam û heta çend rojan jî ji bîra min ne diçû. Min dixwest ez pê bidime zanîn ku pêjnên evîndariyê, tenê bi...




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals