La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bi Kurmanciya Gewr


Auteur : Multimedia
Éditeur : FIKP Date & Lieu : 2005, Paris
Préface : MultimediaPages : 188
Traduction : ISBN : 2-908416-19-0
Langue : KurdeFormat : 142x195 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bi Kurmanciya Gewr

Bi kurmanciya gewr

Yekem nivîsa vê kitêbê di sala 1979an de çap bûye. Xwerû bi kurmancî, di kovarek tev bi kurdî de, bi kurmanciya gewr !... Di salên ku “oku, okut” slogana sereke bû. Lê di wê slogana bi zimanekî din de, bersîva “çi” bixwînim û “bi kîjan zimanî ?” nebû. Bixwîne, ev dikare bibe destpêkek xweş. “Kurd kî ne ?” Kurd ew kes in ku bi hevûdu re bi kurmancî dipeyivin. Ji taybetiya ziman pêve ji aliyê reng û xetên fîzyonomîk ve tu cihêtiya wan û cîranên wan ji hevûdu tune. Kurdistan perçeaxeke diyar û nediyar e. Nediyar e, ji ber ku li dorûberê wê tixûbek xwezayî mîna derya an rêzeçiyayên Hîmalayê tune. Diyar e, ji ber perçeaxeka yekperçe ye ku xelkê lê bi kurmancî dipeyivin. “... Nîşana cudatiyê ya kurdan ji gelên cîran ew e ku zimanê wan î axaftinê ye. Ew ziman ango kurmancî xwîna wî laşî ye ku jê re kurd tê gotin.

Ku kurmancî nemîne, bibire ew laş jî namîne ku bimîne jî ewê wekî rawirekî nêçîrê ku bi sole an tiştekî dîtir tijekirî yê xemlê bimîne. Ku kurmancî nemîne ewê kurd jî nemînin, ku kurd nemînin dê Kurdistan jî nemîne....

Rojen BARNAS


Pêşgotin

Bi vê berhevokê bend û nivîsarên xwe yên ji 1979 î ta 2001 î yên ku di kovarên cihê cihê de û bi îmzayên min ên cihê cihê hatine wemandin berpêmî we dikim. Ji van hin jê dibe bala herkesî bi eynî meraqê nekiflîne, lê bi qenaeta min heryek cihê cihê û di tenga xwe de hê jî aktuel e.

Hunê bixweynin nexweynin, ewê li xweşa we here neçe; hunê biryara wê bidin, ne ez. Lê bi ya min ne bi tenê li gora şertên wê rojê, li gora şertên niha jî ew hê wek xwe rojane ne.

Ji van bendan dibe ku ya li ser Cegerxwîn û “Edebiyat û Rewşa Me ya Îroyîn” bi hin kesan dirêj bên xuyankirin. Lê min ew bi zanîn kir: Ku meriv bi edebiyata klasîk, bi xisûsiyet û felsefa şa’irên me yên berî Cegerxwîn nizanibe dê meriv nikaribe hêjayî û rûmeta şa’iriya wî bizanibe. Min bi çavê an zihniyeta mamostayê edebiyatê mijarê da ber xwe û bi wî awayî nivîsî. “Edebiyat û Rewşa Me ya Îroyîn” jî bi wî awayî. Ez jê poşman nînim, berevajî bi wê hêviyê me ku ji bona xwendevanên ku hewcedariya wan pê hebin mîna agahdariyek ansîklopedîk bi kar bê.

Ji aliyê ziman ve şafliyên min hene an tune ne, li ser vê di pêşgotina pirtûka xwe ya “Ş’ir-I” de rawestîme, li vê jî wê mijarê carî nakim.

Hêvîdar im ku hun jê çêjek, lezetek hilînin.
Bi hêviya xweşî û geşiyê

Rojen Barnas
Îlon-2002




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues