La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Werger (Nûdem)


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 238
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 170x235 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Werger (Nûdem)

Versions:

NÛDEM - WERGER
Kovara wergerê

Bi gelemperî gava kovareke nû dest bi weşana xwe dike, bi pirsa "ji bo çi kovareke nû?" dest pê dike. Em ê negasiyonekê têxin navbera vê pirsa klasîk û bibejin: "ji bo çi ne kovareke nû?" Ger kovar bi kurdî be, armanca we geşkirin û avakirina zimanekî edebî be, tradisyona kevnar şikandibe û dabe ser riyeke unîversal, wê çaxê em ê adjektîvekê jî li pirsê zede bikin û bibêjin; rast e, ji bo ai ne kovareke dû?....


Nûdem - WERGER

Bi gelemperî gava kovareke nû dest bi weşana xwe dike, bi pirsa "ji bo çi kovareke nû?" dest pê dike. Em ê negasiyonekê têxin navbera vê pirsa klasîk û bibejin: "Ai bo ai ne kovareke nû?" Ger kovar bi kurdî be, armanca we geşkirin û avakirina zimanekî edebî be, tradisyona kevnar şikandibe û dabe ser riyeke unîversal, wê çaxê em ê adjektîvekê jî li pirsê zede bikin û bibêjin; rast e, ji bo ai ne kovareke dû?

Kovar ji bo gîhandina nivîskar û edebiyatvanan mîna laburatuaran in; nivîskar dikovaran de berhemén xwe yên pêşî diweşînain, keşifên rwe di kovaran de dikin. Nidvîskarên mezin, piraniya xelatgiren Nobelê yên edebiyatê, serkeşên tevger û tendensên edebî, avakirên eko1an di kovaran de û li der û dora kovaran gihîştine. Kovaran her tim edebiyat aktuel hiştine, munaqeşeyên germ ji kovaran berê xwe dane civatan, civatan bi alîkariya kovaran berê xwe dane pêşerojê.

Me di pêvajo û tecrubeyên weşana kovara Nûdem ya pêncsalane de, girîngiya bi kurdîweşandina kovareke dit. Niha, di demeke ku Nûdem pêncsaliya xwe dadigire de, derxistina kovareke din ya xwerû bi kurdî û xwerû ji wergeran pékhatî, me bêhawe dilşa dike. Bêî ku em îdiayên mezin bikin, em dikarin bibejin ku wê kovara me ya dû bixwaze di riya wergerandina berhemên cîhanî de, zimanê kurdî ji kirasê folklorî yê teng derxîne, bi riya peydakirin û avakirina formu1asyonên edebî, dewlemendiyekê bigihîne zimanê kurdî yên edebî û herweha kurdan bike şirîkên edebiyata cîhanî. Di gavavetina xebateke weha cidî û xwedîberpirsiyari de, em dizanin ku we gelek asteng û kelem derkevin pêşberî me. Lê ji ber ku em heza xwe ji girîngiya karekî weha pîroz digirin, em bawer dikin ku em ê bikaribin bi we xwendevanan re zora hem astengî û keleman bibin.

Mîna te zanîn, Nûdemê WERGER berdewam û zaroka kovara Nûdemê ye. Ew ji tecrubeyên kovara Nûdem zaye. Loma we polîtîkaya we jî mîna ya kovara Nûdemê demokratîk, pirhel û plural be. Em ê di bijartina nivîsan de li nêrîn û îdeolojiyên nivîskar û wergêran nenihêrin, lê em ê kalîteya nivîs û wergeran bingeh bigirin. Herçiqas em di destpeke de salên du hejmar fikirîbûn jî, em ê salên pêşî qîma xwe tene bi hejmareke bînin. Lê belê em ê bixwazibin tera xwendevanan tiştên xwendine di hejmarê de bicivînin. Bi gotineke din, we Nûdemê WERGER hindik be jî, bixwaze valahiya ansîk1opediya kurdî dagire. Yanî ew ê hem ferker be, hem jî informatif be; hem rola geşkirin û tekilzkirina zimanê kurdî yê edebî bileyize; hem jî edebiyat, felsefe û zanyariya cîhanî bigihîne civata kurdî.

Em ê di vê hejmara 1'ê de şiroveyen nivîskarê swêdî Ivar Lo Johansson yên li ser nivîskariya karkeran bixwînin; nêrîna Pablo Neruda ya di salen 2000'î re rewşa şiîrê; li ser nirxandina şiîrê gotara Seamus Heaney ya girtina xelata Nobel ya edebiyatê; di navbera salên 1782-184o'î de hebilna dahiyekî kemane Paganînî; pirsgireken wergere û nikarîbûna wergerandina kompûteran ya berhemen edebî; jiyana kurdan ya di şikeftan de ji pênûsa Yaşar Kema1; herdemiya çirokniviskarê dûs Anton Çexov; li ser şik, tol û mirinê ji Bacon; nêrîna Murathan Mungan ya li ser ziman û edebiyata kurdî; ji Delta sincirî çîrokeke nivîskarê Meksîkî Juan Rulfo; di kevnekovarên polonî de kurdolojî; nêrînên Marquez yen di derheqa nivîskarî û nivîsandinê de; di dîroka Teberî de kurd û welate wan; Îlyadaya Homeros; di hefte sa1iya filozof û nivîskarê navdar Sartre de, zehmetiyên wî yên nivîsandinê û hwd...

Bi heviya tekiliyen berdewam û pêşerojeke rohnî...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues