La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kultur, Huner û Edebiyat


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 423
Traduction : ISBN : 91-88592-251
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3692Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kultur, Huner û Edebiyat

Kultur, Huner û Edebiyat

Hê di destpeka salên 80'ê de min dixwest ez bi nivîskarên kurd re bipeyivim û heypeyvînên bi wan re mîna pirtûkekê çap bikim. Min di destpêka 1984'an de ji Qanatê Kurdo re nameyek nivîsand û pêşniyaza amadekirina pirtilkeke wilo jê re bir. Wî pêşniyaza min maqûl dît û bi xebateke wilo kêfxweşiya xwe anî ziman. Lê ji ber zehmetiya şerdên Sovyetê, min îmkana peyivandina bi wî re nedît, piştî demekê wî wefat kir û di dîroka rewşenbîriya kurdî de cihekî mezin vala hişt.

Firat Cewerî


ÇEND GOTIN

Hê di destpeka salên 80'ê de min dixwest ez bi nivîskarên kurd re bipeyivim û heypeyvînên bi wan re mîna pirtûkekê çap bikim. Min di destpêka 1984'an de ji Qanatê Kurdo re nameyek nivîsand û pêşniyaza amadekirina pirtilkeke wilo jê re bir. Wî pêşniyaza min maqûl dît û bi xebateke wilo kêfxweşiya xwe anî ziman. Lê ji ber zehmetiya şerdên Sovyetê, min îmkana peyivandina bi wî re nedît, piştî demekê wî wefat kir û di dîroka rewşenbîriya kurdî de cihekî mezin vala hişt. Hingî Cegerxwîn li Swêdê dijiya, dîsa di 84'an de ez li mala Cegerxwîn bûme mêvan û min bi niyeta naskirina wî çend saetên dirêj pê re derbas biribû. Min hingî pêşniyaza xwe ji Cegerxwîn re jî kiribû, wî jî peşniyaza min di cih de ditibû. Hema di wê navê de Cegerxwîn jî weft kir. Di wan salan de min jî alîkariya kovara Enstîtuya kurdî ya Parîsê Hêvî dikir. Ji ber ku têkiliyên min yên bi nameyan bi Nûredîn Zaza re hebû, me di civîna redaksiyona Hêvîyê, di salan 1984'an de, biryar girt ku ez bi Nûredîn Zaza re li ser pêşgotina wî ya ku wî ji Memê Alan re nivîsandiye, hevpeyvînekê çêbikim. Min peşniyaza xwe bi nivîskî ji Nûredîn Zaza re şand Swîsreyê. Piştî kurtedemekê bersîva wî hat û peşniyaza min bi kêfxweşî qebal kiribû. Lê hê berî ku ez bigihîjim pirsên xwe amade bikim, wî jî ji nava me koç kir. Ji ber tirsa ku hê Rewşen Bedir-Xan û Osman Sebrî jî ji nav me koç bikin, min hebekî lez da xwe û ji bo dîtina wan ez di sala 1987'an de çûme Sûriyê. Min Rewşen Bedir-Xan li Baniasê û Osman Sebrî jî li Şamê dît. Herçiqas heypeyvînên bi wan re ne bi rêk û pek bin jî, ji bo min dîtina wan rûlmeteke mezin e. Wan bawerî û tecrûbeyên jiyanê dane min. Lê min ji wan re soz da ku ez ê dîsan herim seredana wan, seredana duwemîn ji min re nebû qismet, ew jî li dû hev di sala 1990'î de, piştî deh salan, ez li bajarê xwe yê xortaniyê, li Nisêbînê vegeriyam û min Apê Mûsa (Mûsa Anter) dit. Min heypeyvînek bi wî re çêkir û di eynî salê de ew heypeyvîn di Kurdistan Pressê de weşand. Di 92'an de Apê Mûsa bû hedefa gulleyên hovan û şehîd ket.

Her yek ji van şexsiyetek bû, dîrokek bû, cildan pirtûk bûn. Ev xezîneyên kurdan li dû hev çûn, bêî ku em tiştekî mezin ji wan re bikin. Ev rastiyek e, ku kurdan zêde qîmet nedane şexsiyetên xwe. Celadet Bedir-Xan, Kamuran Bedir-Xan, Nûrî Dêrsimî, Îhsan Nûri Paşa, Faîq Bûcak, Kemal Badilî û bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurdan di nava bêdengî, tenêtî û belengaziyê de ji nava me koç kirine. Ji ber ku tavilê şûna wan nehatiye dagirtin, birîna civata me girantir bûye, bidestxistina mafê me bi salan derengtir maye û çirûskên rewşenbîriya kurdî vemirîne.

Gava di sala 1992'an de min dest bi weşandina kovara Nûdemê kir, min xwest ez hevpeyvînên bi hunermend û nivîskarên kurdan re bidomînim. Ev pirtûka di destê we de, ji nivîs û hevpeyvînên deh-panzdeh salên dawî pêk hatiye, lê resimekî sedsalane yê hunerî, kulturî û edebî radixe ber çavan.

Bê hêviya ku wê bi dilê we be.

Firat Cewerî Gulan 1996




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues