La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şakarên Muzîka Kurdî - I


Auteur :
Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2015, Amed (Diyarbekir)
Préface : Pages : 448
Traduction : ISBN : 978-605-9886-07-9
Langue : KurdeFormat : 165x245 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Yas. Sak. I N°Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şakarên Muzîka Kurdî - I

Versions

Şakarên Muzîka Kurdî

Zeyneb Yaş

Şaredariya Amedê


Evdalê Zeynikê, di sala 1803an de li bajarê Agiriyê, li gundê Cemalwêrdiyê yê bi ser navçeya Dutaxa Agiriyê ve çavên xwe li jiyanê vekirine. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman û Zeynikê ye. Di 3 saliya wî de babê wî emrê xwedê dike, dayîka Evdal, Zeynê, jinek bedew û kêrhati bûye, gelek kesî xwestiye pê re bizewice lê piştî mirina mêrê xwe ew li ser kurê xwe Evdal maye û ew xwedî kiriye. Dayîka Evdal di nav civatê de jinek bi qedr û qîmet bûye lewra Evdal bi navê dayîka xwe, Zeynikê hatiye naskirin.
Evdal du caran zewiciye, ji her du jinan 6 zarokên wî çêbûne. Hamê, Kewê, Pûlê ji yekê û Incî, Dûrê û Mihê jî ji ya din bûne. Her weha ew Temoyê yêtîm jî wekî lawê xwe dibîne. Li gorî berhevkirina lêkolîner Ahmed Aras secereya Malbata Evdalê Zeynikê weha ye:
.....



Zeyneb Yas
, di sala 1974'an de li bajêrê Sêrtê, li gundê Eynberan çavên xwe li jiyanê vekiriye. Heta dibistana navîn li gund xwendiye, li Stenbolê lîse û zanîngeha Marmarayê Beşê Zimanê Fransî û Perwerdehî qedandiye. Di sala 1989'an de bi berhevkirina destanên Kurdî ji ser zarê babê xwe dest bi xebatên berhevka-riya zargotina kurdî kiriye. Di sala 2003'an de bi Zaningeha Bergen / Norweçê re, li ser babeta ‘Rola Jina Kurd di Çanda Kurdî de’ dest bi xebatek meydanî kiriye, jê û pêve jî lêkolîna li ser çanda Kurd ji xwe re kiriye karê asasî. Di sala 2003'an de bi hevkarî ligel Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ya ku li Silêmaniyê berdewam kiriye. Di heman wextî de li Enstîtûya Kurdî ya Amedê jî beşdarî gelek xebatan bûye. Di sala 2007'an de, li Enstîtûya Kelepûrê Kurdî beşê Duhok, beşa Lêkolîn û Berhevkariyê damezrandiye û heta sala 2011'an de birêve biriye. Di sala 2012'an de projeya wê ya lêkolîn û berhevkariyê ya li ser hunermendên muzîka Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Duhokê ve hatiye qebûl kirin. Heman wext berfirehiya vê projeyê ku ji 2 Cild pirtûkên "Şakarên Muzîka Kurdî" hatî ama-dekirin kirin ji aliyê Şaredariya Bajarê Amedê a Mezin, Daîreya Çand û Turîzmê ve ji bo çapê hâte qebûlkirin. Ji sala 2012'an ve, li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,li Muzeya Bajêr a Amedê li Qesra Mala Cemîlpaşa xebatên xwe berdewam dike.

Berhemên wê:
- Bajarê Ku Razên Xwe Ji Bircên Xwe Re Dibilîne, Werger,
(Nivîskar; Şêxmûs Diken), Wesanxaneya Lîs, 2005.
- Ez Eyşe Șan im, Lêkolîn, Enstîtûya Kelepûrê Kurdî, Silêmanî, 2008.
- Mihemed Şêxo, Lêkolîn, (li ber çapê ye).
- Koleksiyon û lêkolînên li ser jiyan û berhemên hunermendên Kurd ên wekî; Eyşe Şan, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar, Tehsîn Taha, Mehmûd Hesen Kirorî, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif ji aliyê dezgehê Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ve hatine çap û belav kirin.

 



PÊŞGOTİN


Muzîka Kurdan, li ser warê qedîm şahidiya hemû dewr û zemanan dike. Zarbêj, dengbêj, çîrokbêj û hunermendên her serdemê reng, hizr, bîr, bûyer, qewimîn, ser-hatî û hemû çîrokên jiyanê, bi soz û awaz kirine.

Di dinyayê de kêm qewm hene ku şîn û şahiyên xwe tev bi strandinê pêk anîbin, yek ji wan gelê Kurd bixwe ye. Çand, dîrok û serhatiya hemû reng û rûyê jiyana kurdan di temamê dîrokê de zar ji ser zar gihiştiye heta roja me ya îro. Û heta li gorî ol û baweriyên ku Kurdan perestine, zerdûştî û êzîdiyatî, veguhastina zargotinê bi nivîskî qedexe bûye ji bo ku her ferdek bi qasî ku bi karîna xwe, şarezayiya xwe bigihîne nifşekî din xwe ji jiyanê berpirsiyar bibîne. Ji ber wê çendê jî Kurdan heta vê gavê jî li hember mirin, tirs, zilm û zordariyê bi aheng û ritmên hunerane hêza xwe nîşanî dost û dijmanan dane. Hezkirin, hestnazikî, qedr û qîmet, rûmeta mirovantiyê tevde bi muzîkê xemilandine ku gava yek behsa çanda Kurda dike, berî her tiştî newayeke muzîka kurdewar li ber çavan awêne dibe. Ji harmoniya rengên newa û awazên kurdewar gelek miqam, selîqe û awa hatine afirandin. Bi saya serê hunermendên şareza, dengê xencera gewriya wan, şêwaz û selîqeyên ku pê newayên herî bi çoş, şox û şeng, newayên herî xemgîn, newayên hizn û cemalê, newayên dilnermî û diltengiyê geh bi xulxulandin, geh bi nalîn, geh bi laveyî û geh jî bi qîrîn û berxwedêrî jiyana raborî bi awayê herî zîndî û berbiçav gihandine roja îro.

Gelê Kurd yek ji wan gelê qedîm e li ser axa Mezopotamyayê ku heta vê gavê jî zimanê vegotina awazên wan bûye çandeke hevpar di nav gelên din de jî. Ermenî, Asûrî, Ereb û gelek netewên din, dehwet û dîlanên xwe bi stran, dûrikên kurdî yên coş gerandine, sohbet û civatên xwe bi kilamên kurdan xemilandine, miriyên xwe bi lorikên şînê yên dilsotîner bi oxir kirine. Belkî jî ji ber wê yekê ye ku bê dîrokek nivîskî, bê dewletek desthilatdar Kurdan karîbû heta vê gavê jî rengê xwe rabigre û biparêze.
Ji ber koçberiyek mecbûrî ku malbata min jî wekî her malbatek Kurd bi derberî ji welatê xwe dûr ketibû. Her cara min bêriya welatê xwe dikir, min dixwest ji welatê xwe, ji axa xwe, ji zimanê xwe, ji hebûn û tunebûnê dûr nekevim; hingê muzîka kurdî, wekî fanosekê bi dengê hunermendên kurdan pêsiya min ronî dikir. Tişta di her hal û haletî de min nêzîkî hebûna min dikir awaz, newa, hest û pestên ji ser zarê hunermendên kurd ên stranbêj û dengbêj bixwe bûn. Min ji wê çaxê û heta vê çaxê, her xwe deyndarê wan didît. Bi vê xebatê min xwest çawa wan riya me, ji bo niştimanperweriyê ronî dikir, ez jî bi piçek be jî berperê jiyan, huner, berhem, renc, ked û emeka wan, wan hunermendên leheng di çanda Kurdan berçav bikim, nirxên wan ên talankirî piçek be jî wekî mîrasa çandî ronî bikim da ku nifşên nû wan bi her hawî baştir nas bikin.

Di sala 2005an de, serokê Enstîtûya Kelepûrê Kurdî birêz Mezher Xaliqî xebatek li ser Eyşe Șan berdestî min kir. Ku wan Koleksiyon ji stranên berhemên hunermendên Kurd amade dikirin û dixwestin li ser Eyşe Şanê jî xebatek wisa pêk bînin. Mamoste Hilmî Akyol, 24 stran û nîv rûpel jî jiyanameya hunermenda hêja Eyşe Șanê ji vê xebatê re berhev kiribû. Eyşe Șan, hunermendeke Kurd bû ku hemû Kurdan ew nas dikir, lê guhdar dikir. Lê tişta ecêb ew bû ku gava min xwest li ser berperê jiyan û hunera vê hunermenda navdar lêkolînê bikim, ji çend hevokên pesn, jan û zehmetiyên wê pêve ne nivîs hebûn ne jî pêzanînên berhevkirî. Ha ji wê demê ve min biryar da ku ez li ser her hunermendek kurd çi peyda bikim, bikim arşîv û heta ji min bê wan binivîsim û tevî dengê wan berdestî gelê xwe bikim da ku ji talan û windabûnê rizqar bibin. Ev pengav bû destpêka xebata vê pirtûkê.

Di sala 2008an de piştî xebata 3 salan, li ser jiyan, huner û berhemên Eyse Șanê ku Mamoste Hilmî bingeha vê xebatê danîbû, belgepirtûkek û ji stran û kilamên wê jî 12 CD wate 150 Kilam û Stranên wê min amade kirin û Enstîtûya Kelepûrê Kurdî çap û belav kir. Li dûv vê xebatê, min bi heman sêweyî pirtûk û koleksiyona berhemên hunermend Mihemed Sêxo jî pêk anî. Her weha, xebatên min ên li ser hunermendên Kurd yên weke; Gulbihar, Tehsîn Taha, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Mehmûd Hesen Kirorî, Kawîs Axa, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif û hwd. berdewam kir ku Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ev berhemên wan ên bi deng çap û belav kirin. Pê re jî li ser çi hunermendek ku min pêjna wî / wê kiribûya min wekî li jor jî behs kirî xebata xwe ya lêkolîn û berhevkariyê li ser wan berdewam kir heta roja îro û ez bawerim heta hebim jî ez ê vî karî berdewam bikim. Min xwest, bi vê xebatê bidim nîşandan ku, em çiqas ji war û welatê xwe bên qeşitandin, dûrxistin jî, çiqas çand û welatê me bê dagirkirin jî lê dê ala hezaran sala di destê me de bangî dîrokê bike û jê re bi kurdî bistrê.

Ev xebata li ber destê we, serboriya jiyan û hunera bêtirî 100 hunermendên muzîka kurd ên ku mixabin îro ne li jiyanê ne, lê bi xwe re muzîka kurd ragirtine û pêşve birine, hatiye amadekirin. Ev xebata ji du cildan pêk tê, cilda yekemîn ji bûna Evdalê Zeynikê 1803an dest pê dike heta bi sala 1930Î, ku xebata li ser 52 huner-mendan e li xwe digre. Cilda duyemîn jî ji 1931ê destpê dike û berdewam e ku ew jî ji 50 hunermendî bêtir li xwe digre.

Pirtûk ji lêkolîna li ser serboriya jiyan, huner û berhemên hunermendên kurd ên ku bi kurmancî, soranî, dimilî strane û li her beşeke Kurdistanê an jî li warên din dijîn hatiye amadekirin. Naverok, ji rûpelekê heta bi 5 rûpelî jiyaname, ji dariştina tekstê 3 stranên wan wate 10-15 deqîde ji dengên wan, notayên stranên wan ên beste, belgenameyên li ser jiyan û hunera wan û ji wêneyên dîrokî yên muzîka kurd pêk tê. Her weha hemû dengên ku tekstên wan hatine nivîsîn û yên enstrûmental in dê li nav DVDyan de di qalikê pirtûkê de werin danîn. Pêzanînên li ser jiyana çend hunermendên ku min dengê wan peyda nekirine jî nivîsandiye, ji ber ku dîroka qeydkirina dengên stranên kurdî ya ku me peydakirî ya herî kevn sala 1912an e. Bêguman e ku bi hezaran hunermendên kêrhatî bê ku dengê wan bên tomarkirin ji vê jiyanê koç kirine, wekî Homerosê Kurda Evdalê Zeynê, Gulêya Bavfile, Sîno, Edlê û hwd. ji van çend nimûne ne. Ji bo yadweriya Evdalê Zeynê min stranên wî ji ser zarê hunermendên şopdêrên wî Şêroyê Biro û Resoyê Gopala li şûna wî danîn. Lê mixabin dengê dengbêjê navdar Ferzê, Neçoyê Babasî min peyda nekir, lê min li ser jiyana wan nivîsî ji bo ku qet nebe şohreta wan winda nebe. Navê gelek Şakarên vê hunerê li ber destên min in lê ji ber ku ji bo vê xebatê nekemilîn min li nav danîn, kengê xebata li ser wan temam bû, di çapên nû de car din ez ê bi serve zêdekim. Her weha min çend hunermendên ku bi amûrên muzîkê newayên muzîka kurd bi navûdeng kirine jî li nav danîne. Stranên hunermendan ku hatine hilbijartin berhemên wan ên herî navdar in, gelek ji wan jî yên ku wan bi xwe afirandine û bi nav û deng dane.

Divê bê gotin ku dema min ev xebat kir, gelek dost û hevalên ku ev hunermend ji min baştir nas dikirin wan bi xwe lêkolîn û berhevkarî li ser wan kir, min jî ew lêkolîn li gorî xebata xwe û pêzanînên li ber destên xwe car din ji nû ve ristin û nivîsîn, ji ber wê çendê jî bi rihetî dixwazim bibêjim her çendî navê min li ser be jî lê ev pirtûkek komxebatî ye û bi saya van hevalan ev pirtûk dewlemend bûye.

Wekî ku hûn ê jî bibînin, ev xebat stranên hunermendên sê zaravan; kurmancî, soranî û dimilkî li xwe digre. Min tekstên soranî bi çend hevalan dan nivîsîn, lê mixabin encama min hêvî dikir ku deng wekî heyî bixim ser kaxizê pêk nedihat, ya yekê ew bû ku qeydên dengan gelek kevn bûn baş nedihatin fêhmkirin û ya din jî nivîsîna alfabe û tîpên bi alfabeya erebî û latînî pirsgirêkên din derdixistin. Ji ber wê çendê jî stranên bi zaravayê bi soranî min wek heyî nivîsîn tevî kêmasî û kurtasiyan. Yên kurmancî jî dîsa min dan nivîsîn û heman pirsgirêkên dengan derketin tevî cudahî û nefêmkirina devokan, min dîsa ew jî nivîsîn û birêz Hoşyar Pêşeng berehûrd kirin. Dîsa di van stranan de jî ji ber qeydkirina xirab û kevnbûnê hin cî nehatine fêmkirin û me li şûnê (....) daniye. Bi zanebûn li binê stranê min pêzanîn dananîne, ji ber ku bi raya min divê sedî sed mirov ji wan pêzanînan bawer be ku mirov binivîse. Ez hêvîdar im, akademîsyen û şarezayên vî karî jî rabin û van lêkolînan ji xwe re bikin kar.

Bi xebata vê pirtûkê, çi arşîvên li ser van hunermendan jî hebûn û min karibû peyda bikim min berhev kir. Lê bila ev yek jî neyê fêmkirin ku ez li ser hunermendên li jiyanê ne jî naxebitim. Berevacî, bi raya min gerek em qedr û qîmetê hunermendên li jiyanê ne bêtir bigirin, li ser wan kar bikin, arşîv û pêzanînên wan yek bi yek ji ser zarê wan qeyd bikin, bikin berhem û bi wan şanaziyê bikin.

Zeyneb Yaş
2015, Amed



Evdalê Zeynikê

Evdalê Zeynikê, di sala 1803an de li bajarê Agiriyê, li gundê Cemalwêrdiyê yê bi ser navçeya Dutaxa Agiriyê ve çavên xwe li jiyanê vekirine. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman û Zeynikê ye. Di 3 saliya wî de babê wî emrê xwedê dike, dayîka Evdal, Zeynê, jinek bedew û kêrhati bûye, gelek kesî xwestiye pê re bizewice lê piştî mirina mêrê xwe ew li ser kurê xwe Evdal maye û ew xwedî kiriye. Dayîka Evdal di nav civatê de jinek bi qedr û qîmet bûye lewra Evdal bi navê dayîka xwe, Zeynikê hatiye naskirin.
Evdal du caran zewiciye, ji her du jinan 6 zarokên wî çêbûne. Hamê, Kewê, Pûlê ji yekê û Incî, Dûrê û Mihê jî ji ya din bûne. Her weha ew Temoyê yêtîm jî wekî lawê xwe dibîne. Li gorî berhevkirina lêkolîner Ahmed Aras secereya Malbata Evdalê Zeynikê weha ÿe:
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues