La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mehabad, ber bi olimpiyada Xwedê de


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1996, İstanbul
Préface : Pages : 60
Traduction : ISBN : 975-7112-15-1
Langue : KurdeFormat : 95x198 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4018Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mehabad, ber bi olimpiyada Xwedê de

Mehabad : ber bi olimpiyada Xwedê de

Di vê şiîra Selîm Berekat de gelek sembol hene û mirov nikare tercîheke tenê deyne, ji ber ku ev şiîr, şiîreke vekirî tê jimartin, lê dîsa jî em dixwazin hinekî li ser rawestin da ku rê li ber xwendevan vebe û derbasî cîhana vê şiîra girîng bibe. Di şiîrê de gelek temaşevan li ser derenceyan rûniştine û li liskvanê bêçare dinêrin, temaşevan bi xwe jî bêçare ne, tu tişt ji destê wan nayê, tenê di dawiyê de çepikine lal li şûn xwe dihêlin. Komar hilweşiya bêyî ku dilopek xwîn birije û tu kesî dengê xwe li ber bidardekirina Serokê Komarê Qadî Mihemed bilind nekir... Cîhaneke lal û razayî... wê ji bo kuştina mêrekî kurd çi bibêje û eger "hakem" çilmisî be wê çi serkeftin ji lîskvan re hebe?
Serhildanên milletê kurd çîrok in her dem bi mirinê diqedin, îcar li ber vê mirina hov ne pirr e ku yek bike qêrîn û bibêje:
"Xwedayê min ev kurdên te ne Xwedayê min!"...

Ev e.. hinek ji vê şiîrê, ji vê nalîna kûr û bişewat... û eger tiştek mabe em bibêjin: Bi rastî wergerandina berhemên Selîm Berekat gelekî zor e û em bi kêmasiyan dihesin, ev yek jî ne ji ber xizaniya zimanê kurdî ye, lê ji ber ku zimanê Selîm Berekat zimanekî taybet e û fêmkirina wî bi erebî bi xwe jî zor e... lê dîsa em bi hêvî ne ku me hinek ji hestên Selîm Berekat û ruhiyeta wî anîbe ziman...

Jan Dost
15 Tebax 1996
Stenbol


PÊŞGOTIN

Eger behsa navên herî girîng di edebiyata erebî ya îro de bibe, bêguman navê Selîm Berekat di serî de tê. Em vê yekê dibêjin ne ji ber ku nêrîna me, nerînek şovenîst e, ango ne ji ber ku em kurd in û Selîm Berekat jî kurd e. Lê ev rastiyeke ku rexnevanên ereb bi xwe jî dibêjin; bi taybetî rexnevanên ku li rojavayê welatê ereban dijîn. Ev bûye bêtirî 23 sala ye ku qelema Selîm Berekat ranewestiyaye, ew ji diwana xwe ya yekem de, bi zimanekî taybet dinivîse ku hîç naşibe zimanê tu nivîskarî. Zimanekî xurt, hevgirtî û şêrîn ew bi hostebûn peyvên ferhenga erebî bikartîne, ew peyvên ku toza hezar salan li wan girtiye, di nivîsên Selîm Berekat de dibin peyvne herî xweş û şêrîn.

Ew bi xwe li ser zimanê ku pê dinivîse, di hevpeyvînekê de wiha dibêje: "Şiir nezaniya ziman e, ez bi xwe jî ji destpêkê de, nizanim ku ev zimanê ez pê dinivîsim, ez li ser xebitîme û min çêkiriye an na... şiîr cesareta ziman e, esasê avakirina şiîrê, ew e ku têkiliyên di nav peyvan de ji hey bikevin.... şiîr... ew e; windabûna peyvê..."

Ne tenê zimanê Selîm Berekat, lê usluba wî di ristina peyvan de û di avakirina helbestê de ciyê seyrmabûna rexnegir û xwendevan e.

Her şiîreke Selîm Berekat cîhaneke nû û serbixwe ye, lê tayekî nexuya nivîsên wî tevan bi hev ve girê dide, ango yekî ku nivîseke Selîm Berekat bibîne, wê di cî de nas bike, hevoka wî zû bi zû naqede, mirov wê demê pê dihese ku êdî ziman nema têra wî dike.

Li gorî rexnegirekî ereb, Selim Berekat "hevsarê zimanê erebî xistiye dest xwe"; ji ber vê yekê em dinêrin ku gelek nivîskarên ereb bi hesûdî li wî û berhemên wî dinêrin û wî itham dikin ku ew şovenîstekî kurd e. Kitêbên wî serbest belav nabin, di gel vi hawî jî çi kitêbên wî dakevin kitêbxaneyan, di demeke kin de, tên firotin û gelek xwendevan û rewşenbîr şanaziya xwe eşkere dikin ku filan berhema Selîm Berekat li ba wan tenê heye.

Selim Berekat û pirsa kurdayetiyê

Ji dîwana xwe ya yekem de (Her yekî derbas be, wê ji bo min biqîre û her yekî derkeve jî) Serim Berekat kurdîtiya xwe aniye ziman û ji wê demê de, ew li ser vê yekê dixebite. Wî zimanê erebî weke pirekê ji bo danasîna kurdayetiyê, bi kar aniye, ew bi xwe di hevpeyvînekê de wiha dibêje: "Zimanê erebî zengînkirineke mezin e ji nasnameya min ya kurdî re." Wî di roman û dîwanên xwe de serhildanên kurdan anîne ziman. Serhildana Mele Selîmê Bedlîsî (1914), Simko Axa, Şêx Seîd, Komara Kurdistan (Mehabad), Şoreşa Barzanî, Şerê Kurdên Sûriye û Frensizan ev hemî mijarên nivîsên wî ne. Ev yek dihêle em kurd bêtir nêzîkî berhemên vi nivîskarê mezin bibin û wî bi her kesî û her milleti bidin naskirin, ji ber ku ne tenê usluba nivîsîna wî balkêş e, lê kurdayetiya ku di nava berhemên wî de, rewşenbîran bi gelê kurd dide naskirin, heta nivîskarê ereb Selaheddîn El–Muneccid gotibû: "Min di riya romanên Selîm Berekat de, pirsa kurdî naskir. Îcar em dibên wezîfeya nivîskarên kurd yên ku bi zimanên biyanî dizanin ew e ku berhemên wî wergerînin her zimanî, lewra em rastiyê bibêjin tu hêvî di ereban de tune û ew hiç wî ji xwe nahesibînin û gava ku romaneke wî weke (Feqeyên tarîtiyê) bi zimanê ibranî hate wergerandin, nivîskarên ereb tiliyên xwe ber bi Selim Berekat dirêj kirin û gotin: "Ewê ku bi eslê xwe kurd e, têkiliyan bi cihû re datîne!"

Metalokek erebî dibêje: "Xelkên Mekkeyê çêtir bi newalên wê zanîn." Îcar em jî çêtir ji herkesî ji Selîm Berekat fêm dikin, ew janên me, êşên me weke xaliyekê dirêse, ruhiyeta milletê kurd, hêviyên milletê kurd, şikestinên wî, rewşa wî ya civakî, gund û bajarên wî, navên kesên ku di berhemên Selim Berekat de derbas dibin; ev hemû ne xwendevanekî kurd be, baş jê fêm nake, ev yek bi xwe jî zehmetiyekê dide rexnegirên ereb yên bi 'insaf dixwazin li ser berhemên wî binivîsin, ma ku yek ne kurd be wê çawa ji şiîra "Mehabad" fêm bike?

Mehabad ber bi Olimpiyada Xwedê de

Tarîxa milletê kurd, jêder û çavkaniyeke girîng e ji Selîm Berekat re. Ew bi usluba xwe vê tarîxê ji nû ve dinivîse û yek ji çavkaniyên ku bala Selîm Berekat kişandibû, Kornara Kurdistan e (Mahabad).

Weke tê zanîn, Komara Kurdistan di sala 1946'an de avabû, kurd ketin lîstika dewletan û weke her carê hatin xapandin, pişt re weke xewnekê ew komar çû û bû birînek di tarîxa kurdan de.

Selîm Berekat ev bûyera mezin di dîwana "Bazyar" de kire mijara şiîreke xwe ya herî bi şewat. Di vê şiîrê de, milletê kurd (lîskvan) xwe ji lîskê re amade dike, lê çi di destê wî de heye? Tenê şiveke şikestî, gomlekekî tozgirtî û cotek solên werzişî... Eger em li dîrokê vegerin, emê binêrin dewleta Sovyet, ya ku alîkariya komarê kir, tenê çend tivingên bêkêr û matbaeyek diyarî komarê kir, lê çiqas sozên berî sazkirina komarê dabûn, pêk ne anîn. "Ma ez bibêjim çendî cîranan ez xapandim, da ku ez têkevim vê cirîde."

Lîskvan, di vê şiîrê de, ber bi sekoyê de diçe, da ku hesinê giran hilgire, ango milletê kurd karê xwe û sazkirina dewletekê dike, ma çi ji sazkirina dewletekê girantir heye?

Di vê şiîra Selîm Berekat de gelek sembol hene û mirov nikare tercîheke tenê deyne, ji ber ku ev şiîr, şiîreke vekirî tê jimartin, lê dîsa jî em dixwazin hinekî li ser rawestin da ku rê li ber xwendevan vebe û derbasî cîhana vê şiîra girîng bibe. Di şiîrê de gelek temaşevan li ser derenceyan rûniştine û li liskvanê bêçare dinêrin, temaşevan bi xwe jî bêçare ne, tu tişt ji destê wan nayê, tenê di dawiyê de çepikine lal li şûn xwe dihêlin. Komar hilweşiya bêyî ku dilopek xwîn birije û tu kesî dengê xwe li ber bidardekirina Serokê Komarê Qadî Mihemed bilind nekir... Cîhaneke lal û razayî... wê ji bo kuştina mêrekî kurd çi bibêje û eger "hakem" çilmisî be wê çi serkeftin ji lîskvan re hebe?

Kurd tar û mar bûn, hêvî weke findiqan şikestin û di
Meydana Çarçira de, mirinê kenê xwe yê dîn kir...
"(Ey mirin
ey potikên li ser du milên xurt
...
hinekî pirsên xwe kêm bike...",

Serhildanên milletê kurd çîrok in her dem bi mirinê diqedin, îcar li ber vê mirina hov ne pirr e ku yek bike qêrîn û bibêje:
"Xwedayê min ev kurdên te ne Xwedayê min!"

Ev e.. hinek ji vê şiîrê, ji vê nalîna kûr û bişewat... û eger tiştek mabe em bibêjin: Bi rastî wergerandina berhemên Selîm Berekat gelekî zor e û em bi kêmasiyan dihesin, ev yek jî ne ji ber xizaniya zimanê kurdî ye, lê ji ber ku zimanê Selîm Berekat zimanekî taybet e û fêmkirina wî bi erebî bi xwe jî zor e... lê dîsa em bi hêvî ne ku me hinek ji hestên Selîm Berekat û ruhiyeta wî anîbe ziman.

Jan Dost
15 Tebax 1996
Stenbol




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues