PÊŞGOTİN
Li Kurdistana Başûr, di gel gelek pêşveçûnên din, di sala 1992'an de, di nav şeş mehan de lidarxistina hilbijartinan, ava-kirina parlamento û hukûmetê û îlankirina dewleta federe, ji bo hemû Kurdan gavên dîrokî ne, destketinên neteweyî ne, serbi-lindiyên neteweyê Kurd in. Çewtî û kêmasiyên ku hene, şerê xwekujiyê ku zerarek me/in dide van destketinan û doza Kurd û Kurdistanê jî, nikarin girîngiya van destketin û dezgehan kêm bikin.
Dema ku ez bixwe çûm Kurdistana Başûr û bûm şahidê destketinên neteweyî û tecrûbeyên ku ji bo Kurdên perçeyên din jî bi dersên hêja tijî ne; min biryar da ku li ser awayên meşandina kar û dezgehên Dewleta Federe ya Kurdistanê (DFK) lêkolînekê bikim. Rewşa heyî gelek balkêş bû. Her çiqas DFK ji aliyê resmî "federe" bû jî, di pratîkê de wek dewleteke serbixwe bû. Ji ber ku federaliyeke yekalî bû û ji aliyê rejîma Seddamî ve nedihat qebûlkirin, Kurd mecbûr mabûn ku hemû karên xwe bi serê xwe bimeşînin. Vê rastiyê, bi awayekî resmî neyê gotin jî fonksiyoneke taybetî dida DFK'ê.
Piştî ku li Tirkiyeyê cezayê min tesdîq bû û di Çileya Paşîn a 1994'an de çûm Kurdistana Başûr, ev ji bo min bû fersendeke baş ku vê lêkolîna xwe jî bikim. Du aliyên amadekirinê hebûn: Civandina belgeyan û çêkirina hevdîtinan. Bêyî Serokwezîr Kosret Resûl Elî, min hema hema hemû ber-pirsiyarên dezgeh û rêxistinên ku tespît kiribûn, dîtin. Min dixwest, Kosret Resûl Elî di pey hemû hevpeyivînan de bibînim.
Dema ku min xwest bibînim, pirsa wext derket. Carek du car ji bo hevpeyivînê wext diyar kir, lê xeber dereng gihîşt min. Jixwe piştre jî şerê xwekujiyê derket. Ji ber tunebûna Wezîrê Rewşenbîriyê û nemusaîtbûna wextê Wezîrê Darayî û Aboriyê jî, min bi cîgirên van re hevpeyivîn çêkirin. Li ser pirs û pirsgirêkên bingehîn, min hewl da ku tabloyek giştî derxînim holê. DFK, tecrûbeyeke nû bû, lê min bi hin pirsan xwest ku helwêstên bingehîn diyar bin. Hin caran munaqeşeyên germ jî çêbûn. Li gor atmosfera hevpeyivînan, min peyvên "hûn", "tu" bi kar anîn.
Di destpêkê de nedifikirim ku hevpeyivînan bi tevayî çap bikim. Lê him tabloya ku di pêvajoya çêkirina hevpeyivînan de derket, him jî pêwîstiya bi nêrînên nûnerên civata Kurdistanê, nîşandana rewşa berî şerê xwekujiyê, bûn sebeb ku hin hevpeyivînan wek pirtûk çap bikim. Ji bo ku di xwendinê de hin tişt zêde dubare nebin, min hin pirsên ku ji gelek mirovan pirsîbûn, kurt kirin û hin şirovekirinên xwe jî ji hin pirsan derxistin. Herweha min xêrhatinên destpêkê û temenniyên dawiyê jî ji hevpeyivînan derxistin.
Ji ber ku parvekirina îdarî ya li ser sîstema "fîftî-fîftî"yê di her warî de tesîra xwe nîşan dida, min navê pirtûkê jî bi vê wesîleyê, bi maneya Kurdistana ku bi sîstema "fîftî-fîftî"yê îdare dibe, danî "Kurdistana bi fîftî-fîftî". Ji bo alîkariya wan a hêja, spasiyên xwe pêşkêşî karmendên Buroya Têkiliyên Çapemenî ya PDK'ê, Buroya Têkiiiyên Neteweyî ya YNK'ê û herweha hemû heval û dostên ku di pêvajoya amadekirina, pirtûkê de alîkarî kirin, dikim.
Bi hêviya ku. di salvegera sêyem a îlankirina DFKê de li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî, hemû babet şerên xwekujiyê rawestin û pêvajoya rizgariya neteweyî ya ku di 2yê Gulana 1994an de li Kurdistana Başur qut bûbû, bi destketinên nû bê xemilandin...
Osman Aytar îlon 1995
Tecrûbeya nû, hêviya mezîn
"Cepheya Kurdistana iraqê îro rêxistina meşrû ya Kurdistanê ye û lewra jî biryar daye ku xwe bide ber vê berpirsiyariya giran û rewşa aloz a ku hukûmetê ew rû bi rû hiştiye. Cepheyê ji bo ku Kurd jî li ba civatên hevdem ên dinyayê cihê xwe bigrin, li gor realîteya çerxa me û rastiya jiyana li Kurdistana îraqê, gava yekem avêtiye... Bi vî awayî civata Kurd jî wê, li gor çarçeweya peymanên navneteweyî, bide nîşandan ku xwe bi xwe dikare civata we îdare bike û civatekê li ser hîmê hurmeta ji bo demokrasî, maf û azadiyên mirovî ava bike."
Serokatiya Siyasî ya Cepheva Kurdistana îraqê, di agahdariya xwe ya di derbarê sebebê derxistina "Qanûna Hilbijartina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê"(*) de ev tiştên jorîn anîbûn zimên. Wê demê rewş wusa bû ku rejîma îraqê hemû karmendên xwe vekişandibûn, valahiyeke îdarî derketibû holê û guftûgoyên bi rejîma Seddamî re jî tu encamên berbiçav nedabûn. Di rewşek weha de di roja 8ê Nîsana 1992yan de Serokatiya Siyasî ya Cepheya Kurdistanê biryareke dîrokî girt û ji bo hilbijartinê qanûnek qebûl kir. Bi vê gavê, di pêvajoya rizgariya neteweyî ya Kurdistana Başûr de rûpelekî nû vebû. Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê wê ji 105 êndaman pêk bihata. Ji van 5 kursî ji bo Asûriyan hatibûn terxankirin.
Di vê pêvajoyê de gaveke girîng jî, biryara derxistina ...
|