La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Keşkûla kurmancî


Auteur :
Éditeur : COC Date & Lieu : 2004, Wien
Préface : | Pages : 312
Traduction : ISBN : 3-902185-06-6
Langue : KurdeFormat : 136x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 271Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Keşkûla kurmancî

Keşkûla kurmancî

Bi seda cewahiren edebyeta gelê kurd li Kurdistanê belavin û hên çap nebûne. Ji bona peydakirin û civandina wana divê, ku rewşenbîrên kurd bi çavê tûj, dilê germ û destê xemxur lê bigerin.

Di vê berevokêda gele navên hilbestvanên nû hene. Nivîsarên wana min ji destnivîsên cûre-cûre peyda kirine û raberî xwandevana dikim.

Bawarim 'Keşkûla kurmancî' wê edebyeta kurdî diha zengîn bike û bi rengên geşva bixemilîne.

Li Keşkûla kurmancî heyştê û sê hilbest û sê poêmên sî û şeş hilbestvanên kurda, yên ku li ser zarava kurmancî nivîsîne, cî girtine. Payê pirê ji navên hilbestvana naskirî nîne, nivîsarên wana cara pêşine, ku li vê berevokê bela dibin.

Li Keşkûla kurmancî cîkî taybetî digrin beytên Dimdim (Xanê lepzêrîn), Hespê reş û Şerê Sîsebanê. Hemû hilbest û beytên kurdî ji destnivîsên kevne giranbaha hatine girtin.


PÊŞGOTIN

Edebyeta kurda ya zarava kurmancîya jorê demeke dirêj ji naskirina navên çend hilbestvanên navdar wêda nediçû. Navê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî: ev bûn rêza navên klasîkên kurda ser zaravê kurdaye mezin. Hey carna dihatin bîranîn navên Sîyahpûş, Pertew begê Hekkarî, Mûrad-xan û çend navên din jî pêra, lê nivîsarên wane çapkirî ber dest tunebûn.

Prof. Dr. Qanatê Kurdo gava salên heyştêyî ya sedsalîya buhurî antologîya hilbestên hilbestvanên kurd bi du cilda amade kir, ser navên klasîkên kurd (yên ser zarava kurmancîya jor nivîsîbûn), ku min li jor navkir, navê Selîm Silêman, Xarîs Bîtlîsî, zêdekir.' Navê van herdu hilbestvana li Sovêta berê baş nas dikirin, ji ber ku du berhemên wane xuya "Leyl û Mecrûm" û "Ûsib û Zelîxe" ji arxîva A. Jaba ya destnivîsên kurdî hatibûn peyda kirin û bi hereketa S.B. Rûdênko bi şêweyekî zanyarî ketibûn ber çapê.²

Bergeha navên nivîsarvanên, ku li ser zarava kurmancîya jorê nivîsîne, zêde fire nîne ûsa jî di herdu cildên Sedîq Borakeyda, yên wî li salên nodî (sedsalîya XX) bi navê ,Mêjûyî wêjeyî kurdî" çap kir.

Dewreke nû ji bona çanda kurdî, bi taybetî edebyeta kurdî ji 70-90 ya sedsalîya XX destpê dibe, gava, ji alîkîva rewşenbîrên kurd li Îraqê, bi alîkarîya hukumeta herêma Kurdistanê, dest bi çapkirina destnivîsên kurdî yên nû dikin û, ji alîyê dinêva, gava hêzeke xurt ji rewşenbîr û sîyasîyên kurd, piranîya wana ji Komara Turkyayê, bi mecbûrî derdikeve Yêvropayê û kar û barê xwe dîyarî çapkirina cewahirên torasa kal û bavê xwe dike. Heta îro bi destê van herdu hêza bi dehan dîwan û berevokên hilbestvana çap bûne û bûne milkê xwandevana. Karê peydakirin û çapkirina berhemên hilbestvanên kurd heta îro jî berdewame.

Li dehsalên dawîn, ber min rê vebû li herçar parçên Kurdistanê bigerim. Tevî karê berevkirin û lêkolîna folklor û êtnologîya kurdî, çend destnivîsên kurdî yên kevn jî ber destê min ketin. Hinek ji wana berevokên hilbestên hilbestvanên kurd bûn, ser zaravê kurmancîya jor, yên ku mella, feqa û şêxên kurda yên welatparêz û dilşewatê zar û zimanê kurdî di nava salada ji virda û wêda, bona xwe bergirtibûn, kiribûn keşkûla.

Xudanê van berevoka, hilbestên kurdî gorî dilê xwe, gorî dinya nasîna xwe û giranîya rewşanbîrya xwe civandibûn. Li van keşkûla min hisa neteweperestîya wana, bîrûbawarîya kurdatîyê dît.

Gava rûpelên van destnivîsa yek bi yek vedikî û dixûnî, ber te bi dehan navê hilbestvana vedibin, ku berê ji tera nas nîbûne. Nivîsarên van hilbestvana bi navaroka xwe gelekî firene. Ewana ji pesindayîna mezinaya Xwedê û hêjatîya dîyanetê despêkirî, hetanî zulf û xalê yarê bi zimanê hunerîya berz û bilind ber te ro dikin. Tebyeta Kurdistanêye şeng di nivîsarên wanada têmeke taybetî û bergeh fireye. Hilbestên gelek hunermenda dîyarî baharêne, rûbar û kanîyane. Cuwanîya tebyetê bi berhevdana dêm û kêrsima dilbera horî - wan kar-xezalên serê çîya, ber destê hostayên peyva reng û rewşeke nû wergirtye û jîyandar bûye.

Belavbûna bîr û bawarîya sûfîzmê li nava kurda, ber hilbestvana meydaneke bêsînor vekirye, wekî ewana evînê, evîna mezin bikin bingeha nivîsara xwe û bê tirs, aza hisa xwe ya evîndarîyê bistirên.

Berevok-keşkûlên kurdî, ew rêk bûye ji xudanara hisa xwe ya kur û hunerî bi civandina nivîsarên hilbestvanên kurd di keşkûlada dîhar bikin. Balkêşe, ku wana jî. bi xwe hilbest nivîsîne û di keşkûlada nivîsarên xwe cî-war kirine.

Hêjaya van keşkûla divê pir bilind bê nirxandin, ji ber giringîkê jî. Di nava wanda em carna rastî hilbestên klasîkên me yên navûdeng, wek yên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî û yên mayîn tên, ku berê unda bûyî bûne û ji xwandewanara naskirî nîbûne.

Çima me berevok Keşkûla kurmancî nav kirye?

Keşkûl peyvekî naskirîye li Rohilatê. Mena taybetî pêra heye.

Keşkûl ji nîvê qalikê kokosêra divên. Kokosêra bi kurdî gûzê hindî divêjin. Dara kokosê – palma, li erdê tropîk şîn dibe. Girbûna wê ji mezinaya lepekê heta firebûna sinyê biçûk dibe. Giranîya wana ji 1,5 kîlogiramî dighîje heta 2,5-a. Qalika wê hişke û dijwar dişkê. Dewrêşê gerok nîveka qalikê bi benekê girê didan, davêtne milê xwe û dewsa kasa av vexwarinê yan jî wek feraqa xarinê, bi xwera digerandin. Gava dewrêş gund bi gund digeryan, xelq wek xêr xurek xarinê cure-cure dadigirtne keşkûlê.

Li edebyeta Rohilatê peyva keşkûl ji navê keşkûla dewrêşa girtine û bi mena dîwan, defter- berevoka hilbesta kar anîne.

Me navê pirtûka xwe Keşkûla kurmancî danî, bi armanca, ku tab û xebata wan kedkira, yên xwe êşandine, berevokê hilbestên kurdî nivîsîne, beremberî karê dewrêşa bikim, beremberî karê wane pîroz û jîyana zehmet bikin.

Havîna sala 1997 ez û rehmetîyê doktor Cimşîd em ji Dêrikê (Sûrîya) çûne seredana gundê mela E'lî. Gorî zanîna doktor melle xwayê bîblotêkeke biçûk bû û mêla wî li ser hilbestên kurdî hebûye. Gundê Til-Êlûnê, gundê mela Elî lê dima, li qeza Dêrikê bû. Rîya gund bi çivana û berjor, berjêrava diçû berb sînorê Kurdistana Îraqê. Mela E'lî, salek-dudu hebû, ku emrê mezinda çûbû ser heqîya xwe. Mala wî odeke biçûk, koxikeke kavil bûyî û derge bi kilît dadayî vala mabû. Xizmê wî, xortekî çeleng Ebdulle, çû kilît anî derê mala Mela E'lî vekir. Toz û xubarê ji pencera şkestî daketibû nava malê û hemû tişt bin xweda nixamtibûn. Peltikekêda pirtûkên melle bûn. Piranîya wana pirtûkên medresê bûn bi zimanê erebî. Hebûn destnivîsarên erebî jî, ku xuya bû jîyana wana pir kevn nîbû û rengê destnivîsê ser wana nediket. Di nava vê tevlihevîyêda, me çend destnivîsen kurdî jî dîtin. Bi jîyana xwe ewana ancax sedsalî hebûna, lê bi navaroka xwe balkêş bûn. Destpêk û dawîya hine destnivîsa jê ketibûn, pelê kaxaza jî rengê xwe guhastibûn. Dema lêgerînê di nava pirtukên mela E'lî xizmê wî jî bi çelengî alî me dikir. Ew gelekî kêfxweş bû ku doktorê hizkirî - doktor Cimşîd û mêvanê wî "bê qismet" neman. Bi gotina wî xortî, ev pirtûk û destnivîs ji mela Mûrad gihîştibûn destê kurê wî mela E'lî.

Gava ez vegeryam bajarê Qamişlûyê û min nasîya xwe da bi van destnivîsara, ez ketin dinyake hunera zimanê kurdîye bi şewq û şemal. Min navê gele hilbestvanên nû li wan rûpelan dîtin, ku berê ji mira nenas bûn. Hingê nav mida daxwazek peyda bû: van cewahira bikim milkê xwandewanên kurd.

Berevoka ber dest ser bingeha sê-çar destnivîsa hatîye ava kirin. Ewana hîmlî ji pirtûkxana mela E'lî hatine girtin. Bi vê hindikayêva jî baş xuya dibe, ka çiqas navên hilbestvanaye nû û nivîsarên wane hêja di van destnivîsada hatine parastin, yên ku heta îro ji mera undayî bûne. Sê beytên dawîyê ji Pirtûkxana Sankt Pêtêrsbûrgê, ji fonda destnivîsaye ser navê A.Jaba me girtye.

Dema amadekirina Keşkûla kurmancî bona çapê du dijwarî ber min hebûn, yek, ku malûmetî ser jîyana van hilbestvana paê pirê nehatibûn parastin û neketine ber destê min; ya duda ku hine hilbest ku hijmara wana nehindike, xudanê wan nivîsara eşkere nînin.  Hilbestên "bê xudan" me li dawîya hilbesta danîye û dewsa navê xudan nivîsîye "Anonîm", yanî xudan nenas, bê xudan.

Li vê berevokêda du hilbestên Ehmedê Xanî (1650-1707) hene. Yek, Kanê Meh'emmed beg, gelo, êlegyaye, ser mirina padşê Bazîdê nivîsîye. Ev hilbest pir giring û balkêşe. Ji navaroka wê dîroknivîsen kurd dikarin gelek melûmetîyên hêja ser Padşadîya Bazîdê, ser bandûr û peywendîya mîrê Bazîdê ser herêmên dorberê, ser mîrek û eşîrên Kurdistanê, werbigrin. Hilbesta duda (Nr.2) berê çap bûye, Piştî berhevdana tevî destnivîsa ber destê me, cudatîya gele peyva, rêza derkete holê. Cudatîya navbera wana min di binya hilbestêda îşaret kirye.
Di nava destnivîsada hilbestek rastî me hatye (Nr. 52), ku xudanê keşkûlê ser navê Ehmedê Xanî nivîsîye. Bona wî bingehbûye ew, ku di dawîya hilbestê navê Ehmed derbaz dibe. Berhevdana ziman û hunera nivîsarvanîya Ehmedê Xanî tevî vê destnivîsê em anîme ser wê bawerîyê, ku hilbest ya Ehmedê Xanî nîne. Tiştekî jî giringe, divê em bêjin, ku Ehmedê Xanî li dawîya hilbestên xwe timê navê xwe Xanî nivîsîye û ne Ehmed. Ev hilbest me di rêza Anonîmada danîye.

Civandina hilbestên klasîkê hizkirî, Ehmedê Xanî kareke pîroze. Divê em wana yek bi yek, wek morîkê gerdenîyê ji xişira zêrîn qetyayî, bicivînin, bidin ser hev û çap bikin, ku karibin, navê wî xweşmêrî gorî mezinaya wî bi dinyaêra bidin nas kirin.

Sala 1996-a, dema me li pirtûkxana Wîenayê li para destnivîsa kar dikir, destnivîseke farisî rastî me hat, ku li ser rûpela wî ya despêkê nivîsarek hebû, wekî ev destnivîs ji pirtûkxana efendî Ehmedê Xanî hatye gihîştye destê xudanekî nû. Ev nivîsar, fikra min çensid sal şûnda bir, bir dewra ku Ehmedê Xanî jîye. Ber min dîdema Bazîdêye kevn ser pala çîyayê çîrokî pervedayî vebû, cuwanîya qesra Îsaq-paşa rûyê xwe ber min vekir, medresa û mizgefta ku Xanî avakiribûn, pirtûkxana dewlemend, ku bi destnivîsên kurdî, farisî, erebî û turkî têda pirhijmar hebûn, aqil û sewda min rewandin.

Ev destnivîsa farisî bi rêzeke biçûk ji mera bû şedetîya heyîna gencîna mezin, ku bi destê Ehmedê Xanî hatibû avakirin. Gelo çi bûye çaranûsa vê pirtûkxanê? Kes nikare bersivê bide. Ji vê nivîsara biçûk em pê dihesin, ku pirtûkxana Ehmedê Xanî mezin bûye û hêja bûye, ku yek, belkî bê hemdê xwe, li ser vê destnivîsê îşaretek hîştye.

Gele cara ser dîwana hilbestên Ehmedê Xanî hatye axavtin û nivîsandin. Heta naka ew dîwan peyda nebûye. Di pirtûkxana Ûnîvêrsîtêta bajarê Wîenayê ku bi destnivîsa dewlemende, destnivîseke "Mem û Zin"-a kevn tê parastin. Ew di defterên embara pirtukxanêda tê nîşandan wek dîwana Ehmedê Xanî. Lê li rastyê ew destnivîsa ,Memû Zîn"-e. Li dawîya destnivîsê du hilbest hene, ku li Keşkûlêda me cî kirye.

Ji mîrata hilbesten Feqîyê Teyran (1590-1660) hine tişt hatye parastin. Çaranûsa sêwirandinên wî du rîyada meşyaye: bi nivîsar û bi zar. Hilbestên ku bi nivîsar, li destnivîsa mane, nêzîkî eslê xwe mane. Yên zar, di nava zargotinêda mane û nava salada bere-bere, gorî daxwaza zarbêja, hatine guhastin, veçêkirin û rewşeke nû standine. Hilbet peydakirin û çapkirina hilbestên herdu rengî jî bona zanyarîyê gelekî giringin.¹ Edebyeta klasîk bi devkî, ew bi xwe meydaneke giringe li nava dîroka edebyeta gelan, lê bona kurda ew taybetîye, ji ber ku bi jîyana zar, ewana ji agir û alaya dijmin, malwêranîyê, kuştinê û koçberkirinê xilas bûne. Lêkolîna wana divê serbixwe û taybetî be.

Li vê berevokê pênc hilbestên Feqîyê Teyran cî girtine. Hinekê ji wana di destnivîsên ji hev cudada yan bi navê Feqîyê Teyran yan ser navê Mîr Mihê hatine parastin.² Di "Dîwan"-a Feqîyê Teyranda, ku Seyîd Dêreşî û Pêzanê Elîxan dane berhev, 10 hilbest çap kirine.³ Hên kamile dîwana Feqîye Teyran di pirtûka, ku.

Li Ermenistanê du berevokên hilbesta ser navê Feqîyê Teyra hatine çap kirin, ku têda hîmlî hilbestên devkî cî girtine. (Binhêre Feqîyê Teyra, Lîrîka (berevok). Hazir kirye E'gîtê Ahmed. Yêrêvan 1970; Feqîyê Teyra, T'embûr. Berev kir Aramê Çaçan. Yêrêvan 1974). Gelek hilbestên Feqîyê Teyra yên devkî çap bûne usa jî di berevoka "Zargotina kurda"-da. (Binhêre: Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zargotina kurda cilda II. Moskva 1978. R 53 — 78) û ser rûpêlên rojnama Rya teze.

Di dawîya hilbestên xweda Feqîyê Teyran carna dewsa navê xwe Mîm Hêy û Mîr Mih jî nivîsîye. (Binhêre: M.Xalid Sadînî, Feqiyê Teyran. Îstanbûl 2000. R. 27-31 )

M.Xalid Sadînî, têda 24 hilbestin. Balkêşe pêşnivîsara wê yaberfire ser jîyan û nivîsarên hilbestvan.
Hilbestên Feqîyê Teyran li Keşkûla kurmancî bi berhevdana tev li çapkirî û bi mînekên, ku ber destê me hebûne, hatine amede kirin.

Melayê Bateyî (1417/18-1490/91) li rêza klasîkên edebyeta kurdî cîyê xwe yê bi rûmet digre. Lêkolînvan carna navê wî dinivîsin Mela Bate, Ehmed Mela Bateyî. Balkêşe ku di hine destnivîsada hilbestên Feqîyê Teyran û Mela Bateyî ser navê herda jî hatya naskirin. Ev tevlihevî, ji wê tê, ku nivîsarên wan herdu hostaên hilbesta kurdî nêzîkî hev bûne. Nivîsara wîye Mewlud li medreseyên Kurdistanê pirtûka xwendina dersê bûye. Ji ber vê jî mînakên destnivîsa Mewlûd-ê li nava kurda, wek Nûbar-a Ehmedê Xanî, bi gela mînaka maye. Dîwana hilbestên Melayê Bateyî jî hê nehatye dîtin û berhemên wî ber desta kamil nînin.

Berevokêda du hilbestên Sîyahpûş (Muhemmed Cewad) cî girtine. Hilbestvan dawîya sedsalîya XVIII û despêka sedsalîya XIX jîye. Nivîsarên wî heta naka kêm peyda bûne. Gezalên wî yên dastana Seyfulmuluk awqas ji alîye xwandevana hizkirî bûne, ku gele kesa, gava desnivîsa dastana Sîyahpûş ketye destê wana, ğezalên wî ji xwera jê bergirtine. Ji ber vê jî ew ğezalana di nava xelqêda wek hilbestên Sîyahpûş wek hilbestên serbixwe hatine naskirin. Piştî ku dastana Seyfulmuluke kamil çap bû ew şaşî ji ortê derket. Hilbesta pêşin Ger tu nazik sorgulî bi şaşî li dîwana Mela Bateyîda³ çap bûye. Di berevoka destnivîsêda, ku berdestê meye, ev qesîde ser navê Sîyahpûşe û ev raste, ji ber ku ji şêwe û zimanê nivîsarê xuya dibe, ku ew gelekî nêzîkî ğezalên Sîyahpûşe. Şaxa hilbestê ya ber destê me ji ya çap bûyî cuda dibe. Me hêja dît car din çap bikin.

Di vê berevokêda hilbestên sî û heyşt hilbestvana hena, ji wan 25 hilbestvan navê nûne û nivîsarê wana jî cara pêşine çap dibin. Lêgerînê me ser jîyana wana, yan jî ji bona hilbestên nû peyda bikin, bê feyde û derketin.

Destnivîsada, rex navê çend hilbestvana, navê gundê wana, cî-warê wana jî nivîsîne. Ji wê em pê dihesin, ku hilbestvan xelqê kuye, ji çi eşîriye. Wek nimûne Şêx Nûreddînê Birîfkanî, Mela Mehmedê Barzanî, Mehmûdê Bereşî, Mela Yusifê Bameyda û yê dinê. Destnivîsvana carna zanîna xwe ser gund û herêma hilbestvana îşaretek hiştine. Eva jî rêçkeke, ku em dikarin serê têla jîyana hilbestvana bigrin û pê herin, bi pirs-pirsyara dîroka jîyana wana ava bikin. Bona mînakê em bêjin: ser Şêx Ehmedê Xelîfa nivîsîye : "Hazîhî qesîdet hizret Sanî el Şeyx Ehmed Xelîfe Şeyxê Hîzan fî qezai Çuğrî". Bona Şêx Salih E'bdel Hadî nivîsîye: "Hazîhî Şeyx Salih îbin el-Şeyx E'bdil Hadî fî qeryet Mehirka", bona Mela Yusifê Bameyda nivîsîye: "Hazîhî qesîdet Mela Yûsifê Bameyda fî nehîyet Silîva lî muhubbet bînt us tazîhî", bona Mehmed Narincî nivisîye: "Hazîhî qesîde el-Mela Muhemmedê Narincî îbin Şeyx E'zrayîl fî qeryet Hilal min e'şîret Goyan", bona Mela Yahya nivîsîye: "Hazîhî Mela Yehya fî nahîyet Hîzan fî qeryet Hirît".

Bawarîya me heye, xwendevan û zanayên edebyeta kurdî paşwextîyê dikarin bi zanîna xwe ev melûmatîya rast bikin û serda zêde bikin. Dibe ji van hilbestana hebin, ku xudanê wana dewra nêzîkî me jîne û xizm, merivê wana ser hilbestvan gele tişt di bîra xweda parastine.

Pareke hilbesta bê navê hilbestvan gihîştye destê me. Wana me piştî hilbestên, ku xudanê wana hene danîne û dewsas navê xudan me Anonîm nivîsîye, yanî bê navê xudan.

Para duda li Keşkûla Kurnancî – ew para Beyt-poêmane. Poêm serhev sisêne: Beyta Dimdimê (Xanê Çengzêrîn) ya Feqîyê Teyran, Qewlê hespê reş yê E'lî Herîrî û Qewlê şerê Sîsebanê yê Ehmedê Hekkarî.

Beyta Dimdimê nava gel bi şaxên folklorî belabûye. Bûyarên ser kela Dimdimê û xwayê wê Xano, nimûna azayîxwazîyê û mêrxasîya kurdaye rengîne. Poêm ji ber giringaya navaroka bûyarê, ji rewşa stranê, poêmê û beytê derketye bûye êposa gelê kurd, sîmbola serbilindîyê û berxudanê. Salên serhildana kurdên kela Dimdimê – 1608-1610, şerê Xanê kurda tevî Şah Abbas I, demeke giring bûye usa jî bona Feqîyê Teyran. Ew bandûrekî mezin hîştine ser ruhê wî, ser xortê nûbişkivî, gava jîyana wî ancax 15-20 sal bûye. Destnivîsa Beyta Dimdimê, ku ber destê meye, balkêşe bi rêalîzma navaroka xwe. dîdemên mîtologî têda cî ne girtine. Mînak xewna şivan, mêranîya Xano û qutbûna destê wî û yen mayîn di beytêda tunene. Beyt bi giştî ser şerê Xanoye, şerê kurdane dijê dijmin, ser berxudana wane mêrane û mirina serbilinde. Poêm bi teql û strûktûra hang û banga nêzîkî wan şaxane, ku di nava gelda bi zar digerin. Ji ber vê jî carna ewana di zargotinêda tevli hev dibîn, hev dadigrin.
Beyta duda, ser bûyareke ji jîyana pêxembere, ser şerê bona hespê reşe. Ev destnivîs sed û pêncî sal berê konsûlê rûsa A. Jaba bi alîkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî peyda kirye û bona parastinê şandîye Pêtêrsbûrgê. Beyt ser navê E'lî Herîrî hatye gotin.

Poêma sisya ser şerê gelîyê Sîsebane. Ev destxet jî bona konsûlê rûsa zanayê kurd Mela Mehmûdê Bazîdî destxistye. Xudanê vê beytê Ehmedê Hekkarîye. Beyta Sîsebanê li Îraqê Muhemmed Emîn Osman ser navê Xalid-ağayê Zêbarî çap kirye.' Berhevdana destnivîsa me bi vê çapêra xuya kir, wekî ewana ji hev dûrin û xudanê wana jî yek nîne. Balkêşe navê beytê ser destnivîsê: Beyta Siseban ber Cênuwîzan ceng kirye. Dûr nîne, ku dîtina Muhemmed Emîn Osman, wekî bûyar li dema şerê îslamê û selîbîya pêk hatye, rast be. Cênuwa (Îtalya) li wê demê di sîyasetêda û li jîyana abûrîyê gelekî xurt bû û di van bûyaranda jî dewra wî mezin bû.
Faksîmîla van hersê beyta: nîgara eslê destnivîsa, ser herfê erebî, me li dawîya pirtûkê danîye, bi hêvîya ku bala xwendewanên kurd, yên ku nivîsara elîfba kevn dixûnin, bikşînin ser van têksta, daku ewana bi eslê nivîsarara bivine nas.

Xalên di bendê du niçikda xuya dike, ku ew rêz ya gotin ser destnivîsêda kême, yan jî xirab bûye û naê xwendin. Rêz û beytên ku di benda duniçikda danîne, ew îşarete, ku wana me ji nivîsarên çap bûyî girtye.

Celîlê Celîl

Dîwana melan. Xirkirin, û berhevkirinaw lêkolîna Muhemmed Emîn Osman. Beg'dad 1986.

¹ M.Xalid Sadînî, Feqiyê Teyran, Îstanbûl, 2000, r. 7– 108.
² Sîyahpûş, Seyfulmuluk, Amadeker Celîlê Celîl, Wien, 2000.
³ Mellayê Bateyî û berhemê wî, komkirin û wekolîn Tehsîn Îbrahîm Doskî, Muhsîn Îbrahîm Doskî, Dihok, 1996.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues