La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mêrê avis


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1997, İstanbul
Préface : Pages : 184
Traduction : ISBN : 975-7112-22-9
Langue : KurdeFormat : 124x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4008Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mêrê avis

Mêrê avis

“Mêrê avis mirov ji nişka ve davêje bakurekî nenas –bakurê Suriyê- rewşeke taybet ligel ku kirin û bûyerên seyr tîne zimên, dibêjî ku ramana herî girîng di van çîrokan de ew be ku têkiliya mirov bi xak û axa wî re ronî dike.”

Tacûddîn Mûsa
Rojnameya ‘Al-Xelîc’ 1994
Îmarat


Mêrê avis di sala 1991'ê de bi erebî li Şam-Suriye, bi navê El recul el hamîl hate çapkirin. Li Sûrî ji bo kontrolkirina kitêbên li ber çapê encûmenek ji aliyê Wezareta ragihandinê û yekîtiya nivîskarên ereb tê sazkirin. Encûmenê ji 15 çîrokên Mêrê avis çîroka dawî Cîhan ji avdestxaneyê tengtir e qedexe kirin û erêkirin nedan ji bo çapkirinê. Ji bo qedexekirinê tu sedem nehatin nîşandan. ji vê yekê jî Mêrê avis çîrokek kêm, bi 14 çîrokan çap bû. Helîm Yûsiv, çîrok -wek xwe- bi kurdî nivîsandin, tevî,çîroka qedexekirî; Cîhan ji avdestxaneyê tengtir e

"Çîrokên ‘Mêrê avis’ bê cil û terîş, tazî xwe pêşkêşî me dikin; cîhaneke nexuyayî, erdeke necotkirî, Helîm Yûsiv bi zimanekî pexşaneyî û çak û bi xeyaleke taybetî vê cîhanê ji nû ve û bi şêweyeke hunerî ava  dike. Ji peyvên rojane û naskirî, cîhaneke nenas û seyr saz dike. Ji bilî vê, bi tinaziyên tal ken dike kar dijî desthilatiyên ku li civakeke li paşmayî zorê bi kar tînin. Helîm Yûsiv nivîskarekî ku mirov dikare di pêşerojeke nêzîk de gelek hêviyên mezin li ser ava bike."

Xalid Xalîfe Kovara ‘Elêf’ 1992 Qibris


“Çîroka Helîm Yûsiv di hundirê xwe de, di nav êş û xweşiyê de dikele, ne ji ber babetên 'mezin', ne jî ji ber vê teknika nûjen; lê sedem ew e ku ji xwebere û bi hestên germ tayên girîng bi dest dixîne û bi zanebûn tevneke zindî ji çîrokeke xweşik re dirêse . Bi xwîneke sivik dihêle ku carna mirov bi kesên çîrokê bikene, carna jî dihêle mirov bi xwe bikene. Di bîra min de, navê Helîm Yûsiv cih girtiye û heta hetayê nayê jibîrkirin. Ez tika dikim, hûn jî –bi min re- tim wî di bîra xwe de bînin."

Şewqî Bexdadî Rojnameya hefteya toreyî 1988 Suriye




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues