La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mirî ranazin


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2000, İstanbul
Préface : Pages : 110
Traduction : ISBN : 975-7112-04-6
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4085Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mirî ranazin

Versions

Mirî ranazin

Di vê kitêbê de mirî ranazin; dîn, ji xwe re komara ava dikin û li ser jiyana we zindiyan planan çêdikin. Çîrok, bi xewn û tirs û xeyaleke fireh û tûj pêçayîne. Helîm Yûsiv, bi zimanekî şahîk û nerm, çîroka welatekî jibîrbûyî dibe qonaxeke nû, derbasî warê nûjeniyê dike.

Ji bo Apê Mûsa Anter
Tê bîra te...
ew dara ku te li hewşa xwe
çandibû vaye... di ser dîwaran re
şaxên wê gihîştine hewşa
me jî li Amûdê.


Mirî xweşik in

Guhê jêkirî

Kêlîka ku ket derî, devê diya wî bi gazekê ji hev vebû: –Lawo kanî guhê te Remo... Rebeno?!
Bi dengê diya wi re destê wî dirêjî cênîka wî bû. Tiliyên wî li şûna guhê wî yê çepê vala çûn û hatin. Remo veciniqî. Çavên wî çûn nava serê wî, diya wî bi herdu piyên wî girt. Bi çavên mişt pirs li dewsa guhê windayî nerî. Serê wî zîvirand. Guhê rastê di cih de bû. Lê hinekî sor bûbû, gotinên diya wî mîna dilopên tirsê bi ser de hatin xwar:
– Qey naêşe lawo, kê wilo kir ji te Remo?
– Na, naêşe sibe ezê herim cem bijîşk.
Lê (sibe) nehat û... nehat.
Raket, rabû dît ku hîn şev e. Demjimêr digeriya. Bû heft. Bû deh. Şev neçû. Rojek din çû lê roniyê neda ser reşahiyê. Ji nişkê ve bû qerebalix. Xelk derketin nava gund û li çareyekê geriyan ku ji vê rewşê derkevin. Bû xire cira gundiyan:
– Ka em çi bikin?!
Hinek beziyan mizgeftê û dest bi nimêj û gaziyan kirin. Hineka rojî girtin şekir û berx kirin "sedqe." Sibehê disa ro nehat der. Teneke derxistin. Bi dar û bêran kirin teqereq. Wek berê dema ku heyv veşartî dima. Vê carê ne heyv ne stêr ne jî ronahî tiştek nedihat xuyakirin. Her xort in dişandin bajarên dûr ji bo ji reşahiyê rizgar bibin. Wan jî ev bersiv bi xwe re dianîn:
– Ev karê Xwedê ye... ev ne karê me ye!..
Bi vî awayî gund bûbû kulmek tenî.
Dizî pirr bû, kuştin zêde bû, kertfiroşên şensê (yanesîb) bûn bisedan. Boyaxçî, ettar, dendikfiroş, namûsfiroş, cûzekar, qumarçî, qaçaxçî, bazirganên bêbext, sikakên gund tijî gemar bûn...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues