La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ramûsan min veşartin li geliyekî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2000, Stenbol
Préface : Pages : 78
Traduction : ISBN : 975-7112-70-4
Langue : KurdeFormat : 115x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4556Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ramûsan min veşartin li geliyekî

Ramûsan min veşartin li geliyekî

Ji herêma Omeriya, yekî Çalî digel ku diya min dibêje “...dema miştaxan bû...” di nasnameyê de rojbûn 01 04 1956 e min du qîz hene û du kur; ma ne bes e bîst sal e derwêşê tekiya helbestê me!.. el qise; ne pênc carên binçavkirinê ne jî di sikaka wî bajarî de birîndariya birayê mirinê bû sedema ku vî welatî bihêlim û biçim... li dû bûyerekê hê jî diniçniçim ax xuşkê kûçik nedan xatirê xwedî?

1992 de min rûyê jar yê Amedê dî hûn bibêjin niştecî ez bibêjim penaberî heft sal e didome
qirika bi qul axa bindest jana dil helbest... min hij binefşê kir li dû çavên yekê! û min temenek li ser nekir
geh ez westiyam, geh ew geh bû rastiyek geh bû leylan derew şox î helbest e ew! û ez li pey şairî evdal im merivno bê neweyî ev e name î halim!..

Arjen Arî


li dengê nalan min dikir guhdarî
bin min re diçûn bi tîr û kevan peya, siwarî
ji artêşa talankeran bûn
bi dû qeranan de hêzên çekdarî...

şahînşah bûn, siltan bûn
alên wan de teyrên nikil-xûn
şêrên dev-hêtûn di alên wan de
bin min re diçûn
bi xerc û bêş, fermanên tacîdarî...

min, serî netewand li ber riman tu carî
bi ar-adaran rohnî
parastî bi mertalên Medî
di êrîşan de Naram-Sîn min dî
Sargon
û Îskender
û di tehtan de navek kolayî
yekî Ecem bû Darayê dilber.
....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues