Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2000, Stenbol |
Préface : | Pages : 136 |
Traduction : | ISBN : 975-7112-50-X |
Langue : Kurde | Format : 127x194 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 498 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Rojeke Îvan Denîsovîç Wek her roj saet di pêncan de, li caxên hesinî yên li pêşiya idarexanê xistin û îşareta ji xew rabûnê dan. Çingîniya ku di şibaka bi qasî du tiliyan qeşa girtî de derbas dibû û dihat, hêza xwe winda dikir. Piştî ku çend caran lêxist, çingînî sekinî. Hingî dinya ewqas sar bû, nobedar dev ji lêxistina caxan berdabû. |
Aleksandr Îsayevîç Soljenîtsîn -Di sala 1918an de li Kafkasyaya Pêşî li bajarê Kîslovodsk hatiye dinyayê. Li unîversîteya Donê fizik matematik xwend, xwendina xwe li Moskowa bi felsefe, dîrok û edebiyatê domand. Di 1941ê de diçe leşkeriyê, dibe serbaz. Di nameyên ku ji hevalên xwe re dişîne de, rexneyan li Stalîn dike. Di 1945an de 8 sal heps, 2 sal jî surginê didinê. Di 1950î de wî dişînin qampa taybetî a li Asya Navîn "Rojeke Îvan Denîsovîç" li vê qampê dikeve hişê wî. Lê ji ber ku pênûs nîn e, nikare binivîse, jiber dike. Piştî mirina Stalin (1953) bi rojekê ji hepsê derdikeve. Li qampê bi nexweşiya kanserê ketiye. Di 1957an de ji nû ve tê darizan-din, bêsûc tê dîtin û îtîbara wî lê vedigerînin. Li pey hev romanên wî tên weşandin û elaqeyek mezin dibînin. Di 1970yî de xelata Nobelê wergirt. Di 1973yan de wî ji hemwelatiyê diavêjin û teslimi Almanya dikin. Salên 40 î... Îvan Denîsovîç Şûhov; gundiyekî ji Sovyetê. hosteyê dîwaran e. Şerê Dinyayê ê Duyemîn derdikeve. Artêşa Alman êrîşî Yekîtiya Sovyet kiriye. Şûhov jî diçe şer, yekîneya tê de di nava daristanekê de dişke û belav dibe. Di nav dîlketiyan de Şûhov ji heye. Tevî 4 hevalên xwe ji kampê direve. 3 ji wan tên kuştin, Şûhov û hevalekî wî xwe digihînin yekîneya xwe ya leşkerî. Çi tê serê Şûhov wê rojê tê. Qey leşkerê Artêşa sor dîl dikeve? Dîl bikeve jî ji destê Almanan xelas dibe? Û jiyana "kampên xebatê' dest pê dike. |