La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Filîtê Quto


Éditeur : Do Date & Lieu : 2009, İstanbul
Préface : Pages : 174
Traduction : ISBN : 978-9944-108-74-4
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kev. Fil. N°2993Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Filîtê Quto

Filîtê Quto

Salihê Kevirbirî

Do


"(...) Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze, wan vejîne. Nivîskar Salihê Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van nirxên pîroz kiribû.
Dengbêjiya Kevirbirîjî heye. Lê qet nebûye cihê niqaşê. Kevirbirîbi xwe gelek kilaman zane û bi formek modern dibêje.

Serpêhatiyên klasîk pêşkêşî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine bicîkirin. Formê dengbêjiya Kevirbirî di pirtûkê bi xwe de jî tê dîtin. Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin:
Kilamên orîjînal li ser serpêhatiyê
Pêşkêşkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê/senaryo...

Herdu form mecalê didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baştir fêm bikin. Berhema Kevirbirî, ji kesên dixwazin ji awira sînemayî, şanoyî, edebî û hwd jî li ser van serpêhatiyan bixebitin jî deriyên nû vedike. (...)''



PÊŞGOTINA ÇAPA YEKEM


Şovalyeyên derebegtiya Ewrûpayê navê xwe dane bajar, qad, salon û gelek cihên girîng. Lewre di dîrok û civaka hemû netewe û gelan de, çîna feodaliyê bi xwe re çand, wêje û folklora xwe jî pêk aniye. Di wê demê de ew çand hatiye afirandin. Di nav mercên wê demê de; ew tişt, ew bûyer, ew leheng, ew qrîter hemû siruştî û normal in.

Ew nirx û hêjayî hemû hîmê civaka me ya îro ne. Heger ew roj nebûna, wateya van rojan dê nehata zanîn. Diviyabû mêrxasan “destên xwe biavêta qebza xencerê”, diviyabû “zîn û heqîb li hespên xwe bikirana û şer heft rojan bidomiya”. Heger serdema feodaliyê, senaryoyek ji vê dinyayê be, ew kesên ku di kilaman de cih digirin an leheng in, an fîgûran in. Bêyî wan nedibû.
Tevî ku civaka me kurdan, ne bi hemdê xwe digere û kemilandina xwe ne li gorî pîvanên sirûşt û civakê pêk tîne jî, motîfên çanda me ya berê reng û tama xwe diniqûtîne ser jiyana me ya îroyîn jî. Ji xwe ya normal jî ev e. Lê mixabin li welatê me bêyî ku navgînên hilberînê û jiyana aborî biguhere, bi zoreke jakoben a ku navê wê “rêzik û şoreşên Atatûrk” lê hatiye danîn, hate xwestin ku nirx, kelepor, kinc û berg, wêje, çand û hemû hêjayiyên din ên me bêne guhertin. Ev guhertineke ne normal, bi zorê û bêesl bû.

Êdî wisa hate fikirîn ku li welatê me, di wextê xwe de jiyina nîrê feodaliyê, qebahet û şermek bû ji bo me kurdan. Camêrên xwendeyên kurdan, di bin bandora çepgiriya kemalîzmê de çanda xwe ya hêja nedîtin. Xweyîtî lê nekirin. Çanda berê wekî temelê çanda îro nedîtin.

Gelo bajarvaniya Ewrupayê li ser kîjan temelî hate avakirin? Kîjan neteweya Ewrûpî dijminê çanda xwe ya berê ye?
Helbet hemû hêjayî û pîvanên berê nûjen dibin, têne guhertin an jî hinek ji holê radibin. Lê ew otantîzma wan divê ku ji aliyê nifşên nû ve bête zanîn. Lewra perçeyek ji bedena me ne.

Sihet xweş Salih Kevirbirî, Xwedê qewetê bide te, ji bo ku tu domahîka van xebatan bibî serî. Kîjan kurdên ku van şer û kilaman bixwîne, ewê vegere rojên zarokatiya xwe. Ewê dê û bavê xwe, bapîr û dapîra xwe, axa û welatê xwe bi bîr bîne.

Hasan Kaya Nivîskar,
Nîsan 2001 Stenbol



Pêşgotina Çapa Duyem


Salihê Kevirbirî û kattiya çavkaniyên me: Filîtê Quto
Kilamên kurdî beşek ji rûpelên dîroka me parastine. Em bi saya wan li ser gelek buyerên giring dibin xwedî zaniyarî. Her yek ji wan li ser dema xwe ji aliyê çandî, civakî, ziman û hwd gelek nirxan di xwe dihilînin: Li ser lehengiya şexsiyetan li dijî dewletê, li ser şerê birakûjî û xiyanetê, beşek ji wan jî li ser evîndariyê hatine gotin. Hinek ji wan kesan weke mîsalên xirab û nebaşiyê, şexsiyetin ji wan dibin nimuneyên merdî û lehengiyê.

Berhemên wisa giranbuha pêwîstiya xwe bi parastinê hene. Divê bêne nivîsîn. Bibin naveroka fîlm û lîstikên şanoyî. Bi rêya helbestan derbasî neslên nû bibin. Xebatên wisa dikarin nirxên me biparêzin û li ser nigan bihêlin...
Kilamên me û lehengên wan...
Em têra xwe di bin bandora wan de mane. Ketine xewnên me. Em bi hineka serbilind bûne, cama ji şexsiyetna pir hêrs bûne û helwesta wan, nefret û kîna me zêde kiriye.
Serpêhatiyên evînî jî bandora xwe li me kirine. Dilketinên ku sînora nas nakin pir in, yên ku tixubên olî û toreyan hildewîşînin îro jî têne gotin û guhdarîkirin.

Em gelekî hez ji wan dikin. Ew beşek ji jiyanê ne...
Apê min Ehmed. Evîndarê kilamên lehengiyê bû ew. Meta min Ferha. Davika şehîdan û ji awira buyerên herêmî ve kitêbxaneyek zindî bû û dayik û bavê min. Eywana me, mala mêvanan. Ew bûn kaniya min. Sohbet, ji kilam, serpêhatî, çîrokan dirêjî siyaseta rojane dibû. Wana, ji hevaltiya polîtîk bêhtir avakirina dostaniyên xurt pêşniyar dikirin. Giringiya xurtkirina pêwendiyên erênî dane min. Hezkirina xelkê xwe. Girêdana bi cihê xwe. We şikil da min. Ez deyindarê we me. Gelek spas.

Çîrokbêjên aliyê Botanê, ji herêma Sêrtê balkêş bûn. Çîrokên wan ber êvarkî, piştî şîvê dest pê dikir. Carna du rojan berdewam dikir. Dengbêj dibûn mêvanê me. Di ber ribabê de an jî bê instrument dest bi kilamên xwe dikirin. Ez zarok bûm. Min fêm nedikir. Fêrbûna peyvên bijarte û zimanê bilind ne karê rojekê bû. Wan ez nexweş xistim. Bûm nexweş û evîndarê zimanê bilind. Peyvên pîroz...

Kilam hene min dihejînin, serxweş dikin. Mîna pêlên deryayê, min li ber xwe dibin. Hîsên wisa jiyanê bi watetir dikin. Ez bêhtir hez ji kilama serîhildana Mala Eliyê Ûnis dikim. Spas Kevirbîrî ku te piralî cî da vê serpêhatiyê.
Mala Eliyê Ûnis anjî ”Qewmê Çiya”. Peyva Qewmê Çiya, bi gelek siran barkirî ye. Gelek tiştan ji min re dibêje. Peyvek kin e, lê koka xwe dirêjî dîroka me dibe. Mala Eliyê Ûnis, şerê dewletê dikin û di navbêra 1925-1930 de mecbûr dimînin ku jiyana xwe li çiyê derbas bikin. Lewma peyva ”Qewmê Çiya”, dostaniya çiyayên me û parastina kurdan li wir, ji me re ne xerîb e...

Di vê stiranê de li ser ”şerê encambidestxistî û hedefa eslî” mesajên zelal hene. îro jî dikarin ji me re bibin alîkar. Rêya me ronî bikin. Wisa dibêje Denbêjê hêja Salihê Qubînê:
"Bavêminbûno li nefera nexin / heçi nefer in, emirqûl in
Çavê dê û bavê wan e li riya wan e/ Hûn ê çavê xwe bigerînin
Li şewqemezinan li terfîliya / Ayyildizî li ser mile wan e
Xweyê miaşê giran e / Çavê wan li aferiman e
Em ê îro hilînin heyfa / Feqîr û meqirên Omeriyan e... ”

Mîrê Ribabê Miradê Kinê bi kilama xwe, ne tenê Serihildana Mala Eliyê Ûnis ronî dike, her wisa ji bo îro jî gelek tiştan ji me re dibêje. Ew tirka weke “qisasê serê me” dide danasîn. Nêzîkbûna li wan bi xeter dibîne. Û Enqerê navenda çareseriya pirsgirêka me nabîne. Peytextê Kemal û mêjiyê wî, jêdera fermana me Kurdan dibîne.

Kinê, egîdî û fedekarî gelê Kurd tîne bîra me. Li ser tifaqê radi-weste û bi vê yekê me mecbûr dike ku jibo çareseriyê, em li ser rêyên nû hizir bikin:
“...Bi sê telaqên berdana
Go emê sere xwe nekin şewqana
Emê destê xwe nekin kelemçana
Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a
Bira emê tu cara destê xwe nakin
Destê wan bêbavên tirkan a
Bira heçî ew in, ew qisasê serê me bi xwe na
Bira bîra we nayê wextê ku Şêx Seîd
Li devê Ulu Camiya Diyarbekirê xeniqandin
Û stuwê wî avêtin şerîtê
Bûkên serbizêrî
Bi seremala xwe ve dageriyana...”

Kilama “Bavê Fexriya” jî li ber dilê min şêrîn e. Min bi dehan caran lê guhdarî kiriye. Ez îro ji dikim. Ji evîna yek alî pêk tê çîroka wê. Hezkirininek wisa pîroz û bi hîsên zelal barkirî nehatiye dîtin. Em kurteçîroka evîna keçka Mesîhî, ji nivîskar Salihê Kevirbirî guhdarî bikin:
Dilê keçikek fileh li ser Bavê Fexriya hebûye. Keçik bi hisnê dinyayê wekî ronahiya heyvê delal bûye. Her çi qas keçik ji Bavê Fexriya hez dike û bi dehan kilaman li ser wî çêdike û dibêje jî, haya Bavê Fexriya jê tuneye. Keçika fileh bi salan di kilamên ku çêkiriye de navê Bavê Fexriya bi lêv kiriye. Li gorî dengbêjên herêmê, keçikê bi deh meqaman kilam li ser bavê Fexriya çêkirine. Piştî ku di ser çêkirina van kilaman re sal derbas dibin û nav dengê vê kilamê bi saya dengbêjan belav dibe, Bavê Fexriya nû tê derdixe ku keçikê kilam li ser wî çêkirine. Ya rastî, bi van rêzikan wekî, Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Sebrî tê derdixe ku kilam li ser wî hatiye çêkirin. Bavê Fexriya piştî ku ji vê yekê haydar bûye, wisa gotiye: Heger min bizanibûya ku ew çend dilê wê li ser min heye, min ê ew miheqeq ji xwe re bianiya...

Em beşekî ji kilama wê pêşkêşî we dikin:
Bavê Fexriya, heyra li min hatî êvara înê
Ez ê rabim ciyê Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo
Deynim li koçka jorî li eywanê li şaneşînê
Ez ê xwe bavêjim tor û bextê Helakerê File vî hekîmî
Bejim, li bextê te û Xwedê me birînên Bavê Fexriya bikewînê
Ber û memikê min evdala Xwedê
Ji birînên Bavê fexriya re
Bike melhema li ser birînê
Bavê Fexriya, heyra bejna te zirav e
Ji xoxa xemilandî
Min rojê sê cara pê girtî ji eşqa dilê rezîl
Bi ser xwe de daweşandî
Rabe sala îsal bi destê min xemşê min karxezala
Ji xwe re bigire birevîne
Bavêje Xeta Sûrî nav ereban lêvdeqandî...

Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze. Wan vejîne.
Nivîskar Salihê Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van nirxên pîroz kiribû. Dengbêjiya Kevirbirî jî heye. Lê qet nebûye cihê niqaşê. Kevirbirî bi xwe gelek kilaman zane û bi formek modern dibêje.
Kevirbîrî bi berhema “Filîtê Qûto”, 20 serpêhatiyên klasîk pêşkêşî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine bicîkirin. Formê dengbêjiya Kevirbirî di pirtûkê bi xwe de jî tê dîtin.

Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin:
Kilamên orîjînal li ser serpêhatiyê
Pêşkêşkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê / senaryo...
Herdu form mecalê didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baştir fem bikin. Xebata Kevirbirî, ji kesên dixwazin ji awira sînemayî, şanoyî, edebî û hwd bixebitin re deriyên nû vedike.
Pirtûk, ji 170 rûpelan pêk tê. Bi kurdî ye. Di gulana 2001-ê de ji nava “Weşanên Perî” derket. Kitêba di destê we de çapa duyem e.
Ez bawer im dê bi dilê we be...

Gabar Çiyan
2008, Stockholm



1. Şer û kilamak ji herêma Xerzan:

Şerê Pencînaran û Elikan


Eşîra Pencînaran û Eşîra Elikan du eşîrên sereke yên Herêma Xerzan bi xwe ne. Pencînarî û Elikî ku ji aliyê nifusa xwe ve pir zêde ne, li herêmê, li gelek gundî belav bûne. Bi taybetî Eşîra Pencînaran ji heft bavên bi navê Mûsikî, Welî, Kejikî, Ferxikan, Terxanan, Miradan û ji Mala Şemdîn pêk tê. Ev her du eşîr di dîrokê de gelek caran Deşta Xerzan bo xatirê qirên û şerên xwe yên eşîrî kirine gola xwînê! Mêr ji hev kuştine, keç ji hev revandine û talanên hev birine. Wekî gelek herêmên welêt, li vê herêmê jî, bi taybetî ev bûyer, serpêhatî û qewimîn -çi çê çi xirab- bi saya serê dengbêj û goyendeyan heta îro hatine. Gelek kes li gorî xwe rabûne û nav li van qewimîn û şeran kirine. Hinek ji wan wekî ‘malwêranî’, hinek kes ji wan wekî ‘ehmeqî’, lê gelek kes jî navê ‘mêrxasî'yê li van qewimînan anîye. Êdî wisa bûye ku, li Herêma Xerzan, mirov nikare gundekî destnîşan bike, ku ji van şerên eşîran re çavdêrî yan jî malevanî nekiribe. Ango, şerê berberiyê lê neqewimîbe.
Şerê Eşîra Pencînaran û Eşîra Elikan jî, yek ji van şeran e, ku bi talanbirinê dest pê kiriye û bûye sedema kuştina (Ji Mala Dîbo Elikî) û Gêncoyê Çeto (Ji Mala Faro - Pencînarî). Beriya ku em derbasî kilama vê qewimînê bibin, werin em kurteserpêhatiya vê karesatê hîn bibin:

Kuştina Silêmanê Mistê û Gêncoyê Çeto
Mala Faro diçin talanê Gundê Qurê û Serpirê, ku nêzîkî Eskîfê ne, tînin. Li hemberî vê yekê jî, Silêmanê Mistê, jê re ‘Gula Mala Dîbo’ jî tê gotin, diçe talanê Xatma tîne. Dema ku Silêmanê Mistê tevî karwanan talanê tîne, ji ber rabûna ava Çemê Bişêriyê felat nabîne ku derbasî aliyê din ê avê bibe. Lewma jî, li Gundê Dusadekê li hemberî Gundê Qumaro, ku li aliyê Çiyayê Kolik dikeve, dimîne û li wir radizê. Di vê navberê de, bi şev nîvê şevê, heywanên ku Silêman wekî talan bi xwe re anîbû dadigerin ciyê xwe yê berê, ango dizivirin Xatma. Ev jî dibe sedem ku zilamên Mala Faro (Pencînarî) bên ...

 

 


 

Spasname

Xwendevanê/a hêja,
Ev pirtûka di destê we de, ked û xebata pênc salan e. Bi awayekî serpêhatî, sosyolojîk û dîrokî ji bîst kilam û qewimînan pêk tê. Bi armanca xebateke arşîvî bû kitêb û heger Yezdanê Dilovan hêz û qewet bide, wê xebatên bi vî rengî wekî rêzepirtûk bidome. Kitêba mijara gotinê, jêderka xwe ji zargotin, dengbêjî û stranbêjiya kurdewar wergirtiye. Lewre jî rol û giraniya dengbêjên ji çar aliyên welêt zelal û berbiçav e. Ne ji dengbêjên wekî Karapetê Xaço, Zahiroyê Mûşî, Bekirê îdirê, Zilkûfe Erzeromî, Cahîdoyê kurê Hiseynê Mûşî, Kazo û Salihê Qubînê bûya, wê ev pirtûk nehata pê. Lewre jî di serî de Salihê Qubînê ku di tevahiya kilaman de jê sûd hatiye wergirtin, spasiyên xwe pêşkêşî dengbêjên navborî dikim û xwe li ber van hard-dîskên edebiyata klasîk a kurd ditewînim.
Her wiha rehma Xwedê ji dengbêjên bi navê Xalê Birê (Birahîmê Newrozî), Şikrî îzol û Hiseynê Mûşî re dixwazim ku keda wan jî di vê berhemê de heye.
Li hêla din, di warê teknîkî de xweşhaliya xwe ji bo ked û xebata mamoste I. İşler û Aysel Çetînê tînim zimên û yek bi yek spasiyên xwe pêşkêşî hevalên xwe yên Rojnameya Azadiya Welat, Kovara Jiyana Rewşen û Înstîtuya Kurdî dikim...

18-ênîsana2001-ê
Budapeşte / Macaristan
Salihê Kevirbirî


 


Salıhê Kevırbırî, di sala 1973-yan de li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edeneyê kiriye.
Di sala 1992-yan de bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye.
Di destpêka sala 1997-an de hatiye Stenbolê, di heman rojnameyê de bûye Berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bûye.

Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat; nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên bi navê Ozgur Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Radikal 2, Milliyet Populer Kultur, Milliyet Sanat, Taraf, Bîrgun, Esmer, Multîkultî, Çavreş, Tîroj, Evrensel Kultur, Gulîstan, Rûdaw, Çira, Yeni Gundem, Jiyana Rewşen, Avaşîn, Nûbihar û Nûdemê de hatine weşandin. Vê gavê di malpera Netkurdê de, di quncikê xwe yê bi navê “Hevîrtirş” de bi domdarî dinivîse.
Nivîskar, li ber qedandina “Antolojiya Dengbêjan” e û li ser romana “Koçero” kar dike.
Kevirbirî, Endamê Navenda PEN-a Kurd, Endamê PEN-a Navneteweyî û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Berhemên Salihê Kevirbirî;
- Filîtê Quto (Kurdî), Weşanên Pêrî 2001, Stenbol.
Çapa Duyem: Weşanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
- Karapetê Xaço (Tirkî), Weşanên Sî 2002,
Çapa Duyem; Weşanên Elma 2006, Stenbol
Gera Pênûsê (kurdî) Weşanên Sî 2003, Stenbol
- Kurt Halk Türkülerinden Seçmeler (Ji kurdî bo tirkî werger: Mazlûm Dogan) Weşanên Evrenselê - 2004, Stenbol
- Bir Dunya Ozani: Sivan Perwer (Ozanekî Cîhanê: Sivan Perwer) (tirkî) Wesanên Elma 2004, Stcnbol
- Qêrîna Sedsalekî Karapetê Xaço: Weşanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol (Ji Tirkî Werger: Şerîf Derînce)
- Hevîrtirş Kurdî, Gotar-Makale, Weşanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
- Teyîba Min Kurdî, Hevpeyvîn-Lêkolîn, Weşanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
Berhemên ku Salihê Kevirbirî wergerandine;
- Buyuk Dagda Kuçuk Koy (Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk) Roman, ji tirkî bo kurdî; Orhan Çelîk, Weşanên Elma 2006, Stenbol.
- Sagirtaş (Kevirê Ker) Ji tirkî bo kurdî; Orhan Çelîk, 2007, li ber çapê ye.
- Kumluk Diyar, roman, Ji tirkî bo kurdî; Orhan Çelîk, 2008, li ber çapê ye.
- Agri Dagi Efsanesî (Efsaneya Çiyayê Agiriyê) Ji tirkî bo kurdî; Yaşar Kemal, 2007 li ber çapê ye.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues